Şêniyên mexmûrê: Heke me bindestî qebûl bikira, me gundê xwe terk nedikir 2021-12-30 09:03:03   Mizgîn Marînos   MEXMÛR - Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bertek nîşanî hikûmeta Iraqê ya ku di 27'ê mijdarê de hewlda ku dora wargehê bi têlan dorpêç bike û gotin: "Eger me bindestî qebûl bikira, me gundê xwe terk nedikir. Hikûmetên Tirkiye, Iraq û Hewlêrê çi dikin bila bikin em tu carî serî li ber wan natewînin."    Hêzên leşkerî yên hikûmeta Iraqê di 27'ê kanûnê de xwestin bikevin Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û hewldan ku derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li ser vê yekê şeniyên wargehê bi komî herikî ber deriyê seytereya wargehê. Ji ber bertek û helwesta şêniyên wargehê hêzên leşkerî neçar man ku paşve vekişin. Jinên wargehê derbarê rewşa hatî jiyîn de ji ajansa me re axivîn.    ‘Ji ber ku me koletî qebûl nekir em bûn penaber'    Fatma Îzer, li hemberî helwesta Hikûmeta Iraqê bertekên xwe wiha anî ziman: "Hikûmeta navendî ya Iraqê ketin wargeha me û xwestin derdora wargeha me têl bikin. Dinya alem dizane ev 25 sal in em penaberîn û li Mexmûr dijîn. Heke me tiştek wisa qebûl bikira ma çima me ew qas êş kişand! Me koletî û serdestî qebûl nekir em ji axa xwe dûr ketin û tiştek nema ne hat serê me. Ma em ê nû van nêzîkatiyan qebûl bikin. Qey em nû penaber bûne û tişta bixwazin wê li me bikin. Bila baş ji xwe re bizanibin em tu carî tiştek wisa qebûl nakin. Ji ber ku em baş dizanin ew nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê bi daxwaza Dewleta Tirk ya dagirker tên pêkanîn.’’    ‘Em paşve gav navêjin"    Fatma, destnîşan kir ku li wargehê her tim berxwedan hebû û got: "Bila baş bizanin li hemberê çewisandin û êrişên Tirkiyeyê ne Mexmûr, ne Şengal ne jî Rojava tu carî çok danayne. Ji nişkê ve ketina wargehê û tiştekî wisan li ser me ferzkirin nayê pejirandin, em xwedî îrade ne, rêveberiya me heye, meclisên me hene hêza me ya parastinê heye, em naşibin tu penaberan, Ji ber ku em ji bo pariyek nan nebûn penaber, dozek me ya siyasî heye. Em di doza xwe de di baweriya xwe ya bi rêbertî û şehîdan re ne û tu carê paşde gav navêjin."   ‘Nêzikatiya hikûmeta Iraqê napejîrinin'    Eqîde Uren jî li hember hewildana dorpêça hikûmeta Iraqê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Va ev bû 30 sal, em penaber in, me mala xwe, axa xwe di cih de hişt em bi zarokên xwe re derbider bûn. Ji ber ku me koletiya kesî qebûl nekir. Me serî li hember zordestiyê netewand. Niha jî ji milekî zilma tirkan ji milekî zilma ereban ji milekî ve jî zilma mala Berzanî. Êdî bes e! Em tu carî vê nêzîkatiya hikûmeta Iraqê napejirînin, em teslîm jî nabin. Hemû şirîkê hev in, armanca wan ew e me bêzar bikin û teslîm bigirin. Em ji ber zlim û zordariyê penaber bûn, ji ber ku me serî netewand em heya vê derê hatin ma em ê ji niha û şunde dorpêçê qebûl bikin? Ji zilma tirkan û PDK’ê ne bes e ev jî ketin ser ma çi heqê wan li me ye."    ‘Em ji bo pariyek nan nehatin li vir'    Rehîme Mijînî jî da zanîn ku şêniyên wargehê tu carî tiştek wisa qebûl nake û wiha berdewam kir: "Bu 27 sal em li vir in. Me tu carî dorpêça tu hêzan qebûl nekir. Nêzîkatiya hikûmeta Iraqê ya hewildanên dorpêçê ne xweş e û ne heq e. Ji bo vê nêzikatiya Iraqê gelê me gelek bi hêrs û kîn in. Heya ferdek me saxbe em qebûl nakin derdora me were têl kirin. Em ne hatine vê derê ku dora me têl bikin û pariyek nan bidin me, em ne ji birça hatine van deran. Dozek me heye, hedef û armancek me heye. Heya em ne gihin armanca xwe em dev ji berxwedana xwe bernadîn.’’   'Heke me bindestî qebûl bikira, me gundê xwe terk nedikir'    Rehîme, di axaftina xwe de bal kişand ser nêzikatiya şeniyên wargehê û got: "Dixwazin bêbextiya xwe li hemberî wargehê ferz bikin. Bi awayek vekirî ev daxwaza xwe neanîn ziman, nehiştin hevdîtin pêk bê. Lê şêniyên wargehê li ser piyan e, çi dibe bila bibe dê vê tiştî nepejirînin. Heya ku em şêniyên wargehê li vê derê bijîn em vê dopêçe qebûl nakin. Dema em ji vir çûn wê demê çi dixwazin bila bikin. Eger me bindestî qebûl kiriba, me gundê xwe terk nedikir û em niha li gundê xwe bûn. Em dizanin ku ev plan û proje yên Tirkiyeyê ne. Lê mala Berzan û hikûmeta Iraqê, çi dikin bila bikin em tu carî serî li ber wan natewînin. Heya em negihin armanca xwe, heya em serokatiya xwe bi awayek fizîkî azad nekin em dev ji doza xwe bernadin. Em ê weke wargeh li ber deriyê seyterê konê xwe vedin heya ku ev mijar zelal bibe."    'Ev lîstîkên Tirkiyeyê ne'    Xanim Şirnex jî wekî jinên din bertekê xwe ya li hemberî hikûmeta Iraqê anî ziman û wiha bi lêv kir: "Xwestin dora wargehê têl bikin û me bêxin dorpêçê. Ev hewildan bi xwesteka dijmin pêktên. Hikûmeta Iraqê dixwaze derdora me teng bike û me di wargehê de bifetîsinê. Me tu carî serê xwe li hemberî dijmîn netewand û em natewînin jî. Ji derveyî hêza xwe em tu hêzên din qebûl nakin. Dixwazin carek din êrişê li wargehê bikin. Gelê me dizane ku ev lîstekên Tirkiyeyê ne. Em tu carî napejirînin ku derdora me were têlkirin û em bimînin di nava çar dîwaran de. Em heya dawî li pey doza xwe bin li pêy serokê xwe ne û em ê li ber xwe bidin."