Panorama 2021 | Li dijî êrîşan jin li qadan bûn 2021-12-29 09:06:04     Hîkmet Tunç-Derya Ren   AMED/WAN - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Ruken Erguneş di alî jinan de sala 2021’ê nirxand û got: “Heta pergal neguhere pirsgirêk naguherin. Em jin wê îsal zêdetir dengê xwe bilind bikin.” Seroka Komeleya Jinan a STAR a Wanê Dîlan Kunt Ayan jî gotin wê tora têkoşînê hîn bêtir pêş bixînin.   Li seranserê cîhanê û her wiha li Tirkiyeyê şîdeta li ser jinan, xespkirina mafê jinan û tacîz, tecawiz a li hember jinan zêde bû. Lê jinan têkoşîna rêxistinkirî li dijî êrîşan mezin kir. Di 2021’ê de  tevî ku destkeftiyên jinan, maf û jiyana jinan di hedefê de bû, jinan dest ji qadan bernedan û li ber xwe dan. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan Rosa ya Amedê û Seroka Komeleya Jinan a STAR a Wanê parêzer Dîlan Kunt Ayan der barê salê de nirxandin kirin.   ‘Bêdadî hat jiyîn’   Ji Komeleya Jinan a Rosa Ruken Erguneş bi lêv kir ku sala 2021’ê de şîdeta li ser jinan zêde bûye, rêxistinên jinan yên li dijî têkoşîn meşandine jî bi tacîza darazê re hatine rû hev û wiha pê de çû: “Me pêvajoyeke ku bi destê dewleta mêr li hember jinan êrîşek polîtîk hatiye meşandin jiya. Peymana Stenbolê ku bi têkoşînan jinan hat bidest xistin û qanûna hejmar 6284 ji bo bi bandor pê bê çalakî pêk hatin.  Lê di şevekê de peymana Stenbolê rakirin. Di salekê de tacîzên darazê berdewam kirin. Li korîdorên edliyeyê bêdadî hat dîtin.”   Rukenê destnîşan kir ku tenê li Amedê li gorî daneyên bi destxistine di 2021’ê de 2 hezar û 416 jinî şîdet dîtiye û 11 jin hatine qetilkirin. Rukenê daxuyakirin ku ji serlêdanên hatinekirin û bûyerên di çapemeniyê de hatine dîtin, dane bên berhevkirin jî hejmara rast hîn bêtir zêde ye û got: “Hejmarên li pêş me nîşan didin ku rewş çiqas cidiye. Li hember saziyên têkoşîn dan û piştevanî dan tacîza darazê hebû. Bi van re hevalên jin hatin girtin û binçavkirin. Bi vî awayî xwestin ehvalên me ceza bikin û bêdeng bikin. Mîvana vê ya herî berbiçav cezayê li berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hatiye birîn. Cezayê li Ayşe hatiye bi armanca tirsandina jinan bû. Me şahidiya bûyerên ku salên pêş de wê bên bibîranîn kir.”   ‘Em hewl didin polîtîkayê pêş bixînin’   Rukenê daxuyakirin ku çend sal in li girtîgehan zextên pêk tên di rojevê de ne û di 2021’ê de girtîgeh veguherîna kampa komkirinê û ev tişt anî ziman: “Rewşa girtiyên nexweş girane. Serlêdanên wan bên encam dimînin. Gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Garîbe Gezer bi guman jiyana xwe ji dset da.  Ev jî dijhiqûqiyên li girtîgehan nîşan didin. Li aliyê din rewşa Aysel Tugluk girane û bi hincetan di hucra yek kesî de tê girtin.Em li dijî van rewşan hewl didin polîtîkayekê biafirînin.”   ‘Şerê taybet bi sîstematîk pêk tê’   Rukenê di berdewamiyê de bi lêv kir pergal bi destê xwe globalbûnê derdixe holê û şîdeta pêk tîne şîdeta li ser civakê derdixe asta jor û ev tişt da zanîn: “Li dijî polîtîkayên şer divê têkoşîn bê bilindkirin. Di salên borî de jî polîtîkayên şerê taybet dihat meşandin. Lê di 2021’ê de ev sîstematîk bû. Çeteyên fuhuş û hişbirê ne tenê li bajarên herêmê li metoropolan jî li ser Kurdên koçber bûne tê meşandin. Di salên dawî de li hember jinan şîdeta dijîtal zêde bû.”   ‘Di kuştinên jinan de rola çepemeniyê’   Rukenê balkişand ser qirkirina jinan û got çapemenî jî xwedî rolekek mezine û wiha pê de çû: “Zimanê çapemenî bikar tîne gelek girîng e. Li gorî salên borî me îsal jin zêdetir li edliyeyan dîtin. Jin ji ber têkoşîna dane hatin darizandin. Jinên şîdet dîtin li edliyeyan bûn. Ligel vê întîxar jî zêde bûn. Yek ji mînaka herî mezin a têkoşîna jinê ya mohra xwe li 2021’ê da têkoşîn Emîne Şenyaşar bû. Çalakiya Nobeta Edeletê ya xizmên girtiyan hene. Mirov bi van çalakiyan pirsgirêkên dijîn tînin ziman. Pergal ji bo beka xwe aliyekî destê xwe de digire. Kengê desthilatdarî tengezar bibe jî êrîşê vê girseyê dike. Aliyên cuda tên dîtin ji aliyê desthilatdariyê ve hedef tên girtin."   'Em bawer in ku wê bi ser kevin’   Rukenê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Jin li gorî salên borî şîdetê bi hemû alî digirin dest û li dijî vê rêbazên çareseriyê pêş dixînin. Çi dibe bila bibe li dijî pisgirêkên dijî meşandina têkoşînê û riya çarseriyê pêş xistin. Ligel vê jî em dizanin ku ev pirsgirêk heta ku pergal neguhere ew jî nayên çareserkirin. Em jin  wek îsal wê di sala pêş de dengê xwe bidin bihistin. Em bawer dikin ku em ê bi serkevin.”   Li Wanê di salekê de 37 jin mirin   Seroka Komeleya Jinan a STAR ya li Wanê xebatan dimeşîne parêzer Dîlan Kunt Ayan, balkişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên pêşî li şîdetê vedike û daxuyakirin ku bi feshkirina peymana Stenbolê re şîdet zêdetir bûye û ev tişt anî ziman: “Li Wanê bûyerê şîdetê her diçin zêde dibin. Jinên serî komeleya me didin beşek ji bo piştgiriya psîkolojîk û ji sedî 60 jî bi armanca destberdanê serledanê dikin.”   Me giranî da xebatên qadê   Dîlanê destnîşan kir ku di têkoşîna li hember şîdeta li sre jinê de zêdeti xebatên qadê dimeşînin û ev tişt daxuyand: “Ji ber şîdeta li ser jinê her tim didome. Ligel vê divê çareserî jî bê hilberandin. Li dijî vê divê polîtîkayek bê diyarkirin.  Ya zêdetir me girîng dît xebatên qadê bûn. Di çarçoveya 25’ê mijdarê de li bazarên taxê em bi jinan re hatin gel hev û xebatên agahdarkirinê meşandin. Cihên em çûnê eleqeya jinan pir zêde bû. Vê jî nîqaşan da ku xebatên qadê çiqas girîng in.”   Dîlanê balkişand ser faliyetê komeleyê ya sala 2021’ê  û got hem der barê jinên herêmê hem der barê jin û zarokên penaber de xebat meşandine û bi armanca penaber di civakê de bên hewandin qursên ziman pêk anîne û her wiha li dijî şîdetê çalakî û bername organîze kirine.   Stargeha bajar bo 20 kesane   Dîlanê balkişand ser kêmbûna stargehên jinan û wiha axivî: “Piştî qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê kirin, şûnde saziyên jinan û stargeh hatin girtin. Niha stargeheke girêdayê şaredariyê tune. Ev pirsgirêkek mezine û di rojevê de ye. Ji bo vê qanûna şaredariyê pir aşkera ye. Li cihekî 50 hezar nifûs hebe neçare stargeh bê vekirin. Lê li bajarê ku du mîlyon nifûsa wê heye stargeheke girêdayê walîtiyê heye û ev jî kapasîteya wê 20 kesî digire û wekê din bi konteyniran hatiye mezinkirin. Jinên serî li didin naxwazin biçin stargehên girêdayê Walîtiyê. Di rewşa ku biçin de jî neçar dibînin şûnde vegerin nava şidetê.”   ‘Em ê ji bo pêşxistina têkoşînê bixebitin’   Dîlanê dawiya axaftina xwe de balkişand ser hedefên sala 2022’an û got hedefa herî mezin eve ku xwe bigihînin zêdetir jinî û wiha dawî lê anî: “Ji bo şîdet dakeve asta herî jêr em ê têkoşîna xwe bimeşînin. Mixabin di mehên ewil yên salê de şîdet derket asta herî jor û ev bi tu awayî nikare bê qebûkirin. Em Komeleya Jinan a STAR wê ji bo pêşxistina torên têkoşînê bixebitin. Em xwe amade dikin ku projeyên xwe yên nû bikin jiyanê. Em di esasa ‘polîtîka li dijî şîdetê çiye, em dixwazin çi hebe û çi hewce dike’ de hedef dikin ku polîtîkayê diyar bikin."