Çalakvanên Sêmalkayê: Em doza cenazeyên zarokên xwe dikin 2021-12-29 09:01:04     Gulîstan Şahîn   QAMIŞLO - Jinên ku beşdarî konê çalakiyê ya Dêriyê Semalkayê bûne diyar kirin ruxmê kiryarên PDK'ê jî ew di çalakiyên xwe de bi bîryar in û wiha gotin:"Dayikên şehîdan bi biryardariyek mezin ev sê meh in di bin konê çalakiyê de doza wergirtina cenazeyê zarokên xwe dikin."   Hêzên PDK'ê di meha tebaxê de li Xelîfanê di kemînekê de bû sedem ku 5 şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest bidin û heta niha jî cenazeyê şervanên azadiyê radestî malbata wan nekiriye. Ji wan şervanan du kes jî ji Rojavayê Kurdistanê ne û ji bo malbat cenazeyê zarokên xwe bigirin di 5'ê Cotmehê de bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, çalakiya konvedanê li ber dêriyê Sêmalkayê da destpêkirin. Di 15'ê Kanûnê de Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li ber Deriyê Sêmalkayê xwepêşandan li dar xistin û ji wê rojê heta niha dêriyê PêşXabûr û El-Welîd hate girtin. Ruxmê kiryarên PDK'ê jî çalakiya konvedanê bi biryareke mezin dom dike. Di roja 83'yan de endamên Yekîtiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya bajarê Qamişloyê berê xwe dan konê çalakiyê yê li ber Dêriyê Sêmalkayê. Di derbarê çalakiyê de ji Komîteya Amadekar Xedîce Hecî Şerif û Hevseroka Odeya Bazirganî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Brahîm nêrînên xwe parve kirin.   'Em doza cenazeyên zarokên xwe dikin'   Ji Komîteya Amadekar a Dêriyê Sêmalkayê, Xedîce Hecî Şerif çalakiya konvedanê wiha nirxand:"Ji ser çalakiya me 85 roj derbas bûn û armanca me ya vê çalakiyê ew e ku em daxwazên şehîdên xwe bi cih bînin. Gelek zarokên me bi destên PDK'ê hatine şehîdxistin, her wiha gelek zarokên me di salên borî de di nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê de hatin şehîdxistin. Loma em daxwaza cenazeyên hemû zarokên xwe yên ku teslîmê me nekirine, dikin. Em her dibêjin xwişk û biratî lê dijminê herî mezin jî birayên me derketin. Zirara me li tu kesî nîne, em li ser axa xwe dijîn, lê kiryarên dewleta tirk û PDK'ê her dem li ser me hene. Roja ku ciwanên şoreşger li cihê çalakiya konvedanê, xwepêşandan li dar xistin, ez bi xwe jî li wir amade bûm û min şahidiya bûyerê kir. Zarokên me êrîşî PDK'ê nekirin û gotin em ê bêhesab biçin û daxuyaniya xwe li ser pirê bidin û vegerin. Lê PDK'ê hicûmî ciwanên me kirin û nêzî 15 ciwanên me birîndar bûn. PDK nerast diaxive û dibêje ciwan bi çek û doçkayan êrîşî me kirine. PDK bêbextiyê li hember ciwanên me dike. Niha dêriyê Pêşxabûr û Welîd hatine girtin, lê sê sal jî girtibe em xem naxwin ji ber daxwazek me heye ew jî cenazeyê zarokên me ne. Lê dêrî li ser PDK'ê bê girtin, nikarin 10 rojan jî bijîn."   'Tu kiryar, bandorê li îrade û daxwazên me nake'   Xetîceyê daxwazên xwe wiha anî ziman:"Em wek gel, berxwedêr in û tu kiryar jî bandorê li îrade û daxwazên me nake. PDK hewceyî me ye û em ne hewceyî wan in, ji ber her tiştê me heye û em ê bi xweza û berhemên erdê xwe, xwe xwedî bikin. Di dema borî de bigire heta niha îxaneta PDK'ê dom dike. Daxwaza me tenê şehîdên me ne û heta zarokên me nedin wê çalakiya me bi israrek mezin dom bike. Niha rewşa hewayê gelek sar e, lê serma jî li pêşiya berxwedan û daxwaza me ne asteng e. Em di çalakiya xwe de her şervanan tînin ber çavê xwe û wiha asta berxwedana me mezintir dibe. Heta PDK şehîdên me radestî me neke, ev kon li vir nayê rakirin. PDK dema her peyamê dişîne, dibêje şehîdên we ne li gel  me ne, di rastiyê de ew xwe dixapînin. Hemû kurd dizanin zarokên me bi destên PDK'ê hatine şehîdxistin. Dewleta tirk dijminê me ye û em dizanin, lê ya PDK'ê xirabtir e ji ber me bi hev re digot bira."   'Heta em zarokên xwe negirin, em dev ji çalakiya xwe bernadin'   Hevseroka Odeya Bazgirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Brahîm çalakiya konvedanê wiha nirxand:"Îro em gelek sazî û rêxistin hatine konê çalakiyê yê Sêmalkayê. Em îro hatin doza cenazeyê zarokên xwe bikin. Ev ji sê mehî zêdetir e bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan ev kon hate vedan û biryardariyek mezin dom dike. Dayikên şehîdan bi rojan di bin kon de rûniştin û doza zarokên xwe kirin, banga me ew e ku PDK êdî cenazeya zarokên me bide. Em bi armanca wergirtina cenazeyê zarokên xwe li vir in û heta em cenazeyê wan wernegirin, em dev ji çalakiya xwe bernadin. Malbatê Şehîdan û gelê Rojava hemû ev sê meh in li vir li ser piyan e. Ev sekna gel xurtbûna îradeya wan nîşan dide û kes nikare îradeya me bişkîne. Ev 10 sal in gelê Rojava li ser piyan e û di nava van 10 salan de gelek zehmetî hatin jiyîn, lê ruxmê wê jî dev ji berxwedana xwe bernadin. Îro jî em dibînin ambargoya li dijî Rojavayê Kurdistanê her ku diçe xirabtir dibe. Dêrî him ji aliyê rejîmê ve him jî ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin. Bi vê ambargoyê dixwazin vîna gelê berxwedêr bişkînin. Em jî dibêjin kes nikare vîna me bişkîne. Wek gelê kurd em ê her dem li ser piyan bin û banga doza mafê xwe bikin. Hukumeta Herêmê Başûrê Kurdistanê bila wek desthilatdar xwe li ser gel nebine û bila bi çavên rehmê li gelê kurd binêre. Em kiryarên PDK'ê yên ku li dijî gelê kurd û Rojavayê Kurdistanê pêk tîne, bi tundî şermezar dikin."