Pervin Buldan: Em ji hilbijartineke ku pêk bê re amade ne 2021-12-28 11:17:25   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Perîvîn Buldan, diyar kir ku ew ji bo hilbijartinên parlamenteriyê ne di nava lêgerînê de ne û derbarê hilbijartina ser komariyê de jî got, "Em ji bo hilbijartinên ser komariyê tu niqaşan nakin. Namzedê ser komariyê kî dibe bila bibe ger ku em li ser rêgezên xwe bikaribin bên gel hev dibe ku em dîsa bi hev re rûnên."   Li Tirkiyeyê krîza siyasî civakê ber bi kerastên mezin ve dibe û gel jî di hilbijartinên pêşwext de israr dike. Li gel krîz û bangewaziyên hilbijartinên pêşwext jî hikûmet li şûna ku bersivê bide hêviyên civakê, di bin navê “bekayê” de îmzeyê diavêje bin bi hezaran binpêkirinên mafan. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên li girtîgehan û mirinên bi guman, bêcezabûna darazê û polîtîkayên binpêkirinên mafan ên li hemberî jinan bênavber dewam dikin. Li hemberî vê têkoşîn û berxwedana jinan roj bi roj mezin dibe.   Di demeke ku em sala 2021'ê li du xwe dihêlin û em derbasî sala 2022'yan dibin de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li ser gelek mijaran wêekî krîza siyasî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn, binpêkirinên mafan, banga hilbijartinên pêşwext pirsên ajansa me bersivandin.    *Sala 2021’ê ya ku tecrîd kûrtir bû, bû salek ku şer û tundî zêde bû û berxwedana li dijî wê mezin bû. Li gorî we 2021 çawa derbas bû?   Sala 2021’ê ji bo civaka Tirkiyeyê saleke krîzê bû, lê ji bo kurdan jî saleke krîzê bû. Di sala 2021’ê de Tirkiye jixwe welatekî bê rêveberî bû, bi krîza aborî ya sala 2021’ê, rêvenebirineke baş a pêvajoya pandemiyê û rêvebirina hin qeyranên civakî, pir eşkere kir ku hikûmet nikare welat bi rê ve bibe.  Ev sal ji bo kurdan jî bû serdemeke hêviyên mezin, lê bi van bendewariyan re êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li ser kurdan û rêbazên tasfiyekirina kurdan û derxistina kurdan ji siyaseta demokratîk gelekî dijwartir bûn. Lê kurd berê jî bi krîzên bi vî rengî re rû bi rû mane û di vê serdemê de krîza herî mezin rû da. Bi destpêkirina pandemiyê re şaredarî û siyasetmedarên HDP’ê rastî zextên mezin hatin.  Di heman demê de ev destwerdana siyaseta demokratîk bû û em bi têgihiştineke wisa re rû bi rû man ku nehiştin kurd li hev kom bibin, hevgirtin û bi gelên din re hevdîtin pêk bînin. Li gel qeyranên din ên hevgirtina di nava kurdan de. Di sala 2021’ê de tirkiye di warê siyasî û rêveberiyê de krîzeke mezin rû da. Karker, kurd, kedkar û jinan bedelên mezin dan.   Di vê serdemê de gelek tiştên mezin hatin jiyîn.  Ji bo jinan; betalkirina Peymana Stenbolê mudaxelekirina li jiyana jinan bû. Ji ber ku bi salan e bi tacîz, destavêtin, zext û qetlîama li ser jinan re hevrûbûnek pêk hat. Di sala 2021’ê de ne tenê jinan, di heman demê de komên mûxalîf jî û her beşa civakê ku li gel AKP’ê nesekiniye bedelên mezin dan. Divê ev tenê wekî bedel neyê dîtin. Tevî her tiştî komên mûxalîf, bi taybetî jî kurd, HDP jî li kolanan bûn. Bi gel re hevdîtin kirin. Li dijî her cure destwerdanê HDP'ê ev yek kir. Astengîyeke mezin li pêşiya me ye, me tevî feraseta îktîdarê ku naxwaze HDP bi gel re hevdîtinê bike û vê yekê asteng dike jî li cem gel cih girt. Dikarim bibêjim cihê ku em neçûn, kesekî ku em pê re têkilî dananî, bi taybetî di mehên havînê de tine ye. Vê yekê moralek mezin da mirovan û gelek girîng bû. Derdorkeke faşîst heye, têgihiştinek heye ku bi hinceta pandemiyê rê nade ku mirov derkevin kolanan. Lê tevî astengiyan jî HDP li qadan bû. HDP  li cem hemû beşên civakê bû. Di dema lehiyê de li Behra Reş bû, di dema şewata daristanan de li Antalyayê bû, di mijara qeyûman de bi kurdan re bû. HDP’ê di sala 2021’ê de hêviyek da civaka Tirkiyeyê. Bi van her du awayan nirxandina 2021-an kêrhatî ye.   “Ji ber ku ev hikûmet dema ku neheqiyê dike tu cudahiyê nake nabera tu kesî. Hemû  beşên civakê dikarin ji vê zirarê bibînin. Ger em îro bijîn, dibe ku sibe beşên din ên civakê bijîn. Em dikarin gelek mînakan rêz bikin, lê xwedîderketin û daxwaza edaletê divê bi lezgînî bê kirin û tenê nebe daxwaza HDP'ê. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê di mijara edaletê de gelekî hestiyar be.”   * We di xebatên xwe de giranî da ser pêkanîna “edaletê” û li ser vê bingehê we kampanya meşandin. Lêgerîna edaletê ya li Tirkiyeyê jî wekî daxwaza Emîne Şenyaşar bi bêhiqûqî tê pêşwazîkirin. Edaleta ku yek ji pêwîstiyên bingehîn ên civakê ye, çawa dikare pêk were?   Em hemû baş dizanin ku li Tirkiyeyê edalet tune ye. Di serî de malbata Emîne Şenyaşar jî tiştên gelek xeter tên jiyîn. 10'emîn Salvegera Komkujiya Roboskî. Dîsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û cenazeyan ji wir tên derxisitn. Jiyana girtiyên nexweş û her wiha binpêkirina mafan a li girtîgehan. Ev hemû bi awayekî vekirî nîşan didin ku li Tirkiyeyê edalet bi serê xwe nîne. Ji ber ku me ji nêz ve dît û şahidî jê re kir ku vê hikûmetê bi navê edalet, demokrasî û hiqûqê tiştek nehiştiye, bi taybetî di van demên dawî de. Daxwaza edaletê mijareke ku ne tenê beşeke civakê hemû civaka Tirkiyeyê jî dibêje û dixwaze. Ne tenê HDP û HDP'yî, her parçeyekî Tirkiyeyê ji vê neheqiyê gazinan dike. Di derdoreke ku edalet lê tune ye, ne tenê kurd mexdûr in, ne tenê HDP mexdûr e. Rojekê ev bêedaletî dê li hemberî yên din jî bê kirin. Ji ber vê yekê, jî divê daxawza edaletê tenê nebe ya HDP''ê anî jî ya Gêlê Kurd divê bibe daxwaza her kes û aliyên li Tirkiyeyê.   Divê raya giştî ya Tirkiyeyê di mijara edaletê de hestiyar be.   "Edalet demeke dirêj e li Girtîgeha Îmraliyê jî hem ji bo Birêz Oclana hem jî ji bo sê kesên din ku li wê ne jî pêk nayê. Em demildest dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin."   * Weke ku we gelek caran anî ziman, rastiya tecrîda Îmraliyê ku bingeha pirsgirêkên civakî ye, heye. Divê li ser tecrîda Îmraliyê ya tê meşandin ji bo agahdarkirin civakê çi bê gotin?   Eşkere ye ku di nav civakê de hêrseke mezin heye. Divê ev hemû hêrs weke mijareke ku bi taybetî li girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye û li girtîgehên din û tevahiya civakê belav bûye, bê nirxandin. Lê tecrîda herî kûr û hovane di girtîgeha Îmraliyê de tê jiyîn. Ji ber ku ji cejna çûyî vir ve hevdîtin tune ye. Bûye mijareke ku qanûnên li Tirkiyeyê destûrê didin jî bi destê hikûmetê paşguh tên kirin. Me ev qanûn dernexistine, ev qanûn hene, lê ev qanûnên heyî jî nayên pêkanîn. Tecrîd sûce û tê wateya binpêkirinên mafan Dema ku ev hemû li girtîgeha Îmraliyê li ser birêz Ocalan û hevalên wî tên sepandin, AKP qanûnên xwe binpê dike. Mafê hevdtîina bi parêzeran re mafê hemû girtî û hikumxwaran e, bêyî ku ferq bike ka ew kî ne. Gihîştina malbatê û mafê telefonê ji wan mafan e ku hemû girtî û hikumxar jê sûdê werdigirin. Lê ev demeke dirêj e hem li ser birêz Ocalan û hem jî ji bo 3 kesên din ên di girtîgeha Îmraliyê de ne pêk anye.    Tecrîd sûcê mafên mirovan e û ev sûc li Tirkiyeyê tê kirin. Tevî raporên CPT’ê jî hevdîtina parêzer û malbatan pêk nayê. CPT jî di rapora xwe ya dawî de diyar kir ku binpêkirina mafan heye. Li ser nêrîna parêzer û malbatê ya birêz Ocalan û kesên din ên li Girtîgeha Îmraliyê raporek heye, lê îro jî ev rapor ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê paşguhkirin. Li gorî vê yekê parêzerên birêz Ocalan serî li AÎHM'ê dan. Di biryara AÎHM'ê de heqîqetek heye, lê belê biryarên AÎHM'ê yên ji bo girtîgeha Îmraliyê û Selahattîn Demîrtaş  ji aliyê hikûmetê ve nayên erêkirin. Li hemberî van hemûyan jî weke HDP’ê ji bo me girîng e ku tecrîd bi dawî bibe û birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.     “Pêwîstî bi hişyarî û hesasiyeta gel heye ku hem ew hem jî girtiyên din ên nexweş di zûtirîn demê de bên berdan, cezayên wan bên paşxistin û dermankirina wan bê kirin. Ev mijareke pir mirovî û wijdanî ye. Divê em weke mijareke siyasî lê binêrin.”    *Li girtîgehên ku herî zêde tecrîd tê hîskirin, binpêkirinên mafan, îşkence û mirin di rêza herî pêş de ne. Tenê di meha dawî de ji ber şert û mercên girtîgehan 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi van pêkanînên li girtîgehan re peyamek çawa ji civakê re bi taybet Gelê Kurd re tê dayîn? Meriv çawa li dijî wê dikarin têbikoşin?     Kurdan di her serdemê de zehmetî û bedelên giran dane. Bilêvkirina binpêkirinên mafan ên di vê serdemê de li girtîgehan tên jiyîn girîng e. Di meha dawî de gelek kes mirin. Di serî de saziya ATK’ê, raporên van kesan gelekî siyasî ne. Girtiyên nexweş tevî ku nexweşiya wan pir giran e jî li nexweşxaneyên ku diçinê û li girtîgehan bi tena serê xwe nikarin bimînin. Lê raporên ATK'ê berovajiyê vê yekê nîşan didin. Ji ber vê yekê em dizanin ku ATK biryarên pir siyasî digire, girtiyên siyasî li gorî van biryarên siyasî nayên berdan, em şahid in ku di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. Pir kêm caran, çend kes dema ku ew gihîştin qonaxa dawîn hatin derxistin û berî ku ew karibin biçin malê li nexweşxaneyê jiyana  xwe ji dest dan. Wek HDP; Di warê hiqûqî û siyasî de gelek însiyatîfa me hebû. Di demên dawî de bi taybetî bi mirina Garîbe Gezer re pirsgirêk û binpêkirina mafan a li girtîgehan bûye rojeva me ya herî sereke.   Min bi Aysel Tûglûk re hevdîtinek pêk anî. Berî ku pandemî dest pê bike me civîna xwe ya paşîn kir. Wê demê ew nexweş bû, lê vê carê min pir xerabtir dît. Di nava sal û nîvekê de me dît ku rewşa Aysel Tugluk xerabtir bûye, di axaftinê de zehmetiyê dikişîne, liv û tevgera wê tê astengkirin û dema ku em bi rêveberiya girtîgehê re axivîn, me dît ku haya wan jî heye. Divê cezayê Ayselê bê taloqkirin û di zûtirîn dem de divê tedawiya wê li derve pêk were. Di rewşa Aysel de bi hezaran kes hene. Dibe ku mirov bi heman nexweşiyê bêje ne rast be, lê gelek nexweşên cuda hene, wek Mehmet Emîn Özkan ku nexweşiyên wî yên pir cuda hene û bi derengîkirina dermankirina wan re rewşên ku em naxwazin pêk bên hene. Hejmara mayî ya girtiyên nexweş pir zêde ye. Em naxwazin ew tenê bi gotina yek ji wan derkeve pêş, lê Aysel hevala me ya jin e ku li vî welatî siyaset kiriye û bûye parlamenter. Pêwîstî bi hişyarî û hesasiyeta gel heye ku hem ew û hem jî girtiyên din ên nexweş di zûtirîn dem de bên berdan, cezayên wan bê taloqkirin û dermankirina wan bê kirin. Ev mijareke pir mirovî û wijdanî ye. Divê em weke mijareke siyasî lê nenêrin. Ger kesek nexweş be û bi tena serê xwe nikaribe jiyana xwe di girtîgehê de bidomîne, divê biryara vê yekê ji aliyê hikûmetê ve bê dayîn.    *Îsal êrîşên li dijî jinan û li ser destkeftiyên jinan jî gelekî dijwar bûn. Betalkirina Peymana Stenbolê, polîtîkayên bêcezahiştinê, şerê taybet jî parçeyek ji van bû. Polîtîkaya AKP'ê ya  ji bo jinan xeteriyeke çawa çêdike?   Desthilatdariya AKP’ê her tim ji bo jinan bûye xetere. Her cure bertekên jinan, bi taybetî di Peymana Stenbolê de, dibe pirsgirêkek ku bi helwest û biryareke têkoşînê ya hevpar a rêxistinên jinan û siyasetmedarên jin dikare çareser bibe. Di dema desthilatdariya AKP'ê de komkujî, tacîz, zext û tundiya li ser jinan zêde bû, parêzvanên mafên jinan û rêxistinên jinan di vî warî de têrê nekirin û em jî weke partiyeke siyasî di vî warî de kêm man. Ji ber vê yekê herî kêm di sala 2021'ê de me nikarîbû wekî dihat xwestin xebat bikra,  lê dibe ku sala 2022'an di mijara jinê de bibe pêvajoyek nû. Ev tiştên ku me di sala 2021'ê de jiyan hemû li ser esasê dirûşma ‘em yekî din winda nakin’ pêk hatin û ez dixwazim diyar bikim ku pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye. Helbet ji bo vê jî divê dem bê diyarkirin û bingeha wê bê amadekirin. Tenê divê em ji rewşek ku di 8’ê Adarê, 25’ê Mijdarê de hatin gel hev û daxuyaniyek hevpar dan, derkevin. Ev ne bes e, azmûna berê vê yekê nîşanî me dide. Ji ber vê yekê ez dibînim ku divê her kes, hemû sazî, rêxistinên jinan, hemû jinên di nava partiyên siyasî û aktîvîst li ser vê mijarê bisekinin. Divê sala 2022’an bibe wesîleya afirandina bingeheke hevpar ku em kesekî din winda nekin.   * Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi taybet sivîlan dike hedef zêde bûne. Di êrîşan de bikaranîna çekên kîmyewî jî derket pêş. Hûn van polîtîkayên sûcên şer ên Tirkiyeyê çawa dinirxînin?   Em hemû baş dizanin ku polîtîkayên şer û pevçûnan çi anîne serê welat. Di siyaseta derve de hikûmeteke têkçûyî heye. Têgihiştin û rêveberiyeke ku bi hemû welatên cîran re nakok e û dev ji berjewendî, rê û rêbazên xwe yên careke din bibe desthilatdar, derdorên nakokî û rêbazên şer bernade heye. Ji ber ku li hemû cîhanê bi taybetî jî di warê Rojhilata Navîn de nêzîkatiya hemû pirsgirêkan bi taybetî bi welatên cîran re tê dîtin, berjewendiyên Tirkiyeyê encama van şeran e û civaka Tirkiyeyê jî dibe qurbana şer. Sedema krîzê jî ev e. Hemû çavkaniyên welat ji bo cihên cuda têne veguhestin. Mixabin, têgihîştinek heye ku çavkaniyên welat ên ku divê ji bo aştiyê werin veguheztin, diçin hawîrdorên nakok ên li welatên cîran û  dagir dikin û li wir disekinin. Wek HDP; Em dibêjin ku ev polîtîkayên şaş in û ya ku divê bê kirin ew e ku di çarçoveya siyaseta aştiyê de rêbazên diyalogê bên avakirin. Di demên dawî de bikaranîna çekên kîmyewî bi awayekî berfireh tê îfadekirin. Me li ser vê mijarê pirsnam pêşkêşî parlementoyê kirin, lê di berdêla ku pirsên me bibersivînin bêdeng man û hewl dan sûcê xwe veşêrin. Bikaranîna çekên kîmyewî binpêkirina mafên mirovan û sûc e.    *Gaveke we ya ji bo "Tifaqa Demokrasiyê" heye. Li ser vê bingehê tu nexşerêyeke ku we daniyê pêşiya xwe heye gelo?   2022 bi îhtîmaleke mezin dê bibe sala hilbijartinê. Wek HDP; Em partiyeke ji hilbijartinê re amade ne. Me amadekariyên xwe kirine û em banga hilbijartinên pêşwext pir dikin. Êdî Tirkiye nikare bê rêvebirin û niha pêwîstî bi hilbijartinan heye. Bi hilbijartina pêşwext re wê du hilbijartin bên kirin. Ger di dema xwe de bê kirin jî dê gelên Tirkiyeyê biryara tiştekî bidin. Yan dê demokrat biryarê bide dahatûyê yan jî dê ji pêşerojeke tarî re biryar bê dayîn. Eger hikûmeta AKP'ê heman encamê bi dest bixe, wê ji ya niha xerabtir bibe. Divê gelên Tirkiyeyê pêşerojeke demokratîk bixwazin.    Me deklerasyonek weşandiye, ev deklerasyon ne tenê ji bo hilbijartinan ji bo Tirkiyeyê jî di hemû gotarên ku me behs kirine de nêrînên me ne. Ev perspektîf, bendewarî û helwesta HDP'ê ya li ser jin, ekolojî, edalet û pirsgirêka kurd e. Kî ji vê re bêje erê ji bo hilbijartinên Ser komariyê derbasdar e. Em tifaqa gelan li aliyekê bihêlin. Em dibêjin êdî AKP an jî tifaqa gel nikare welat birêve bibe. Em bang li beşên din dikin. Helbet di hilbijartinên ser komariyê de tu niqaşên me li ser namzediyê tune ne. Ji bo me ya girîng ne nav û ne jî namzetek ji ti partiyekê ye. Ya girîng pêşeroja gelan e. Namzedê ser komariyê kî be bila bibe, lê ger em karibin li dora rêgezên xwe li hev bicivin dibe ku em careke din li hev rûnên.    Bendewariyên we wekî HDP'ê ji sala 2022'yan çi ne?   Wek HDP; Bi rastî em difikirin û dizanin ku civaka Tirkiyeyê di sala 2022’an de di nav aramî û bextewariyê de ye. Ji ber vê yekê hêviyên me yên mezin ji vê salê hene. Ji bo hikûmeta AKP’ê biçe, di hilbijartinan de wekî HDP em ê bihêz derkevin holê û em êmê li meclisê piraniyê bi dest bixin. Em nûnertiyeke zêdetir a wekheviyê ku jin bikaribe xwe lê bibîne, gotina xwe bêje dixwazin. Em dibêjin nûnertiya wekhev, lê dîsa jî me nûnertiya wekhev bi dest nexistiye. Di hilbijartina muhtemel de soza me ji bo hemû jina ye. Em armanc dikin ku bi gelek siyasetmedarên jin re bibin xwedî deng. Em ji sala 2022’an hêvîdar in, bi ked û xebat, hewl didin xwe bigihînin hemû beşên civakê, îtîraz û rexneyên wan ji xwe re weke erk û berpirsyarî dibînin. Her rexne me mezin dike.Li gorî van rexneyan HDP ji sala 2022’an re amade ye. Bi taybetî di warê mafên mirovan, demokrasî û edaletê de ez hêvî dikim di sala 2022'an de tiştên baş çêbibin. Lê ez dixwazim tekez bikim ku em ê ne tenê hêvî bikin, di heman demê de berpirsyarî û erka xwe jî bi cih bînin.