Gulfer Akkaya: Demokrasî tê darizandin 2021-12-28 09:08:59     Oznur Deger   ENQERE - Gulfer Akkaya diyar kir ku yên ji doza Kobanê tên darizandin ne tenê HDP ye hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazinin û wiha got: “Ez elewî, kurd û jin im. Ji Komara Tirkiyeyê heta niha, pirsgirêka jinê jî pirsgirêka kurd jî pirsgirêka elewî jî nehat çareserkirin. Ya tê darizandin jî demokrasî ye.”   8’emîn Runiştina Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê ya der barê 21 jê girtî, 108 kesî de hat vekirin û di nav de hevserokên giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, hevseroka giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel jî heye, li kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin.   Nivîskar Gulfer Akkaya ya di 2014’an de Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bû û ew jî ji dozê tê darizandin der barê dozê de axivî.   ‘Doz bi fikarên siyasî hatine vekirin’   Gulferê destnîşan kir ku doz doza kumpasê û di ser bûyerên 6-8’ê cotmehê re 6 sal derbas bûnê û piştî 6 salan şûnde doz hatiye vekirin û di vê çarçoveyê de 6 sal berê gelek kesî îfade dabûye û got: “Ev dozeke siyasiye. Ev bi fikarên siyasî hatiye vekirin. Ji bo ku wê demê çi hatiye jiyîn bê diyarkirin nehatiye vekirin. Ji ber lêkolînên der barê mijarê de divê bihata kirin nehat kirin û pêşnûmepirsên HDP’ê hatin redkirin. Lê 6 sal şûnde MYK HDP’ê ya wê demê hedef hat girtin û doz hat vekirin. îdianame jî ajiyê AKP û MHP’ê ve hatiye amadekirin. Ev îdianame jî bi armanca girtinê hatiye amadekirin.”   ‘Ev doz li108 kesî an jî li MYK’ê hatiye vekirin’   Gulferê pirsa ‘ev doz li 108 kesî an jî MYK’ê hatiye vekirin?’ pirsî û got îdianame ji îbareyê kopîke- pêveke hatiye amadekirin û doz bi armanca tol ji HDP’ê bê girtin hatiye vekirin.  Gulferê wiha bi lêv kir: “Ev doz li dijî pêvajoya  çareseriyê ya HDP’ê bi desthilatdariyê re dimeşand de hatiye vekirin. Bi gotineke din doza hesabpirsînê ye. Piştî AKP di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de têk çû,  serî li êrîşan dan. HDP ji aliyê civakê ve hat qebûlkirin.  Bilindbûna HDP’ê tirs bi AKP’ê re ava kir.  Piştî wê pêvajoyê li welat tiştên nebaş hatin jiyîn. Bombe teqiyan. Gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Doza Kobanê bû ji bo doza girtina HDP’ê bû zemîn.”   ‘Dixwazin tirsê biafirînin’   Gulferê anî ziman ku kesên di dozê de tên darizandin ji aliyê rayagiştî ya Tirkiye û cîhanê ve tên nasîn û ev kes di qada siyaseta demokratîk de têkoşînê didin. Gulferê her wiha balkişand ser dozê û got di şexsê van kesan de dixwazin tirsê biafirînin û got ev doza Tirkiyeyê û divê hemû aliyên demokratîk bala xwe bidin vê dozê.”   ‘Ez elewî, kurd û jin im’   Gulferê nirxandina xwe wiha domand: “Ez jî ji dozê têm darizandin. Min jî di parastina xwe de xwe vegot. Min tiştên pê re hatime rû hev vegot. Ez elewîme, kurd im û jin im. Min behsa van kir û tiştên min behs kirin ji komara Tirkiyeyê heta niha pirsgirêk bûne û nehatine çareserkirin. Ji Komarê heta niha pirsgirêka jinê, pirsgirêka kurd û elewî nehetiye çareserkirin. Pirsgirêka kedê nehatiye çareserkirin. Ez wek kurd, jin, kedkar û elewî ez ê hebûna xwe bidomînim. Ev nikarin bên astenkirin. Tiştên min heta niha kiriye ez ê bidomînim. Çawa hatiye wê wisa bidome. Ev doz tenê li HDP’ê nehatiye vekirin. EV doz li yekitiya civakê hatiye vekirin. Ji bo pêşîgirtinê hatiye vekirin.”