Ji kongreya ciwanan a HDP'ê: Bi hêza ciwanan wê ev pergal têk biçe 2021-12-27 09:46:42     Sema Çaglak - Derya Ren   AMED - Jinên ku beşdarî kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bûn diyar kirin ku êdî dem dema ciwanan e û gotin: "Dê bi hêz û têkoşîna ciwanan wê ev pergal têk biçe."   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li Amedê kongreya xwe ya 3'yemîn a Awarte li dar xist. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê û yên herêmê bi sedan ciwan beşdarî kongreyê bûn. Ciwanên ku bi cil û bergên xwe yên gelerî eywanê tijî kirin bi hêz û coşekê mezin kongreya xwe pêk anîn. Jinên ciwanên ku beşdarî kongreyê bûn diyar kirin ku tevî li dijî zext û polîtîkayên şer ên taybet ciwanan bi hêz û sekna xwe bûn bersîv.   ‘Êdî ciwan tên û de dema ciwanan e’   Medya Mehmetoglu diyar kir ku ew bi mehane li benda vê kelecaniya kongreyê bûn. Medya, destnîşan kir ku bi pêşengiya jinên ciwanan êdî dem dema ciwanan e û wiha axivî: “Ji bo kongreyê gelek amadekarî hatin kirin û rastî jî amadekarî û keda ku hat dayîn li eywanê derket holê. Divê bê zanîn ku ciwan li vir in û tu carî nabêjin bes. Her çiqas bixwazin ciwanan biçewisînin jî ciwan li hemberê wan zextan bi yek dengê li ber xwe didin. Êdî ciwan tên û dem dema ciwanan e. Em ê bi pêşengtiya jinên ciwan li dijî polîtîkayên qirêj ku li ser ciwanan tê meşandin bibin bibersîv. Naxwazin ku di meşa demokrasiyê de ciwan cih bigirin. Ji ber vê hebûna me re êrîş dikin. Lê em li ser piyan in û ji têkoşîna xwe tavîzê nadin. Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin.”   ‘Bi hêza ciwanan wê ev pergal têk biçe’   Dîcle Akti jî balê kişand li ser zext û êrîşên li hemberî ciwanan û diyar kir ku tê xwestin dengê ciwanan bê qût kirin. Dîcle, anî ziman ku dengê ciwanan îro di vê eywanê de bilind dibe û wiha pêde çû: “Enerjiya ciwanan gelek bi zêde û bi coş in. Gelek zext û êrîş jî li ser ciwanan heye. Tim dengê ciwanan hatiye xwestin ku bê qûtkirin. Divê ciwan tim li ser piyan bin û hêza xwe mezintir bikin. Bi hêz û têkoşîna ciwanan wê ev pergal têk biçe.”                                ‘Em li vir in’   Ayşe Beyar, da zanîn ku divê bername û çalakiyên ji bo ciwanan zêdetir bibin û got: “Min bawer nedikir ku ewqas hêz û coşekê mezin pêk were. Berê de jî ez çûbûm mîtîng û kongreyan. Lê belê yê îro coşekê girseyî pêk hat û moral û motîvasyonek mezin da derdorê. Divê ji bo ciwanan tim bername û şahiyên bi vî şiklî werin lidarxistin. Enerjî û hêza ciwanan gelek xweşa min çû. Ez jî wek jinekê ciwan li cem wan xwe bêtir bi hêz hîs dikim. Her wiha bernameyên ku bi wate û ji bo armancek tê kirin girîngiya wê zêdetir in. Di heman deme de ji aliye hişmendbûyînê de jî rolekê mezin digire. Her çiqas dengê ciwanên bê qût kirin jî em wek ciwanan zêdetir dengê xwe berz dikin û dibêjin em li virin.”   ‘Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin’   Herî dawî jî Rojda Yaşar axivî û destnîşan kir ku pêdivî bi rêxistinkirinekê mezin û hêviyê heye û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Hêviya me ya ciwanan mezin e. Her çiqas em bi pirsgirêkan ve hatibin dorpêçirin jî hêviya xwe winda nakin. Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji hebûn û xwebûna xwe re xwedî derkevin. Heke em xwe bi rêxistin bikin wê têkoşîna me jî mezintir bibe. Heke em mezin bibin wê şera me jî mezin bibe. Bi polîtîkayên şerên taybet tê xwestin ciwanan ji têkoşînê dûr bixin. Divê em zêde bibin û bi têkoşîna xwe ya rêxstinkirî wan polîtîkayên qirêj têk bibin.”