Jinan ji bo doza Deniz Poyraz bang kirin: Kujerê Denîzê dewleta mêr e 2021-12-27 09:03:37     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Siyasetmedarên jin ji bo tevlîbûna doza kujerê Denîz Poyraz bang kirin û diyar kirin ku gumanbarên sereke dewleta mêr e.   Di 17’ê Hezîranê de kujer Onur Gencer êrîşî HDP’a Îzmîrê kir, Denîz Poyraz ya xebatkara partiyê bû qetil kir. Rûniştina doza kujer di 29’ê Kanûnê de saet di 10’an de wê bê dîtin. Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan beriya dozê daxuyaniyek çapemeniyê bide.  Bangên ku ji bo tevlibûna dozê jî didomin û siyasetmedarên jin jî di vê mijarê de bang kirin.   ‘Muxalefeta herî mezin HDP dike’   Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur da zanîn ku AKP-MHP li ser HDP’ê zextan pêk tînin û bal kişand ser paradîgmaya HDP’ê. Besriyeyê wiha got: “HDP partiyeke ku azadiyê diparêze û alî bindestan û hemû gelan e. Di bin sîwana HDP’ê de bindest, karker, jin û hawirdorparêz hene. Heta niha muxalefeta herî mezin HDP’ê kiriye. Desthilatdarî jî ji vê nerehet dibe û êrîş dike.”   ‘Serkeftina HDP’ê ew nerehet kirin’   Besriyeyê destnîşan kir ku  wezareta karê hundir HDP hedef nîşan daye û yek ji parçeyê vê hedefê ev bû ku provakatorê li ber avahiya HDP’a Amedê rûdinişt Mehmet Laçîn anîne ber HDP’a Îzmîrê û ev tişt daxuyand: “Hebûna HDP’ê li metropolan û Îzmîrê ew nerehet kirin. Têkiliyên HDP’ê bi hêzên demokrasiyê re bi gel re xurt e. Ji ber vê Îzmîr hedef girtin. Kesên taybet hildibijêrin û tînin ber avahiyê. Hedef HDP bû.”   ‘Komkujiyek bi plan bû’   Besriyeyê wiha dawî lê anî: “Avahiya HDP’a Îzmîrê ji aliyê komên ulkucu û çapemeniyê ve hedef hat nîşandan. Der barê konê ber HDP’ê, daxwazên hevdîtinên bi walîtiyê re hatin redkirin. Di hevdîtinên Midûriyeta Emniyeta Îzmîrê de jî gotin ‘ew mafdar in’. Me gotibû jiyana me di xetereyê de ye. Lê hewldanan encam neda. Mêrê jê re gotin baba hat li wir rûnişt, em hedef nîşan dan. Ev wisa hema ji xwe dest pê nekir. Êrişkar bi çenteyê xwe hat ket hundir. 30 deqeyan di hundir de ma. Polîsan dizanibû êrişkar li jêr e. Destûr nedan hevserokan. Piştî kujer karê xwe qedand, teşeyê binçavkirina wî nîşan dan. Dema me binçav dikin îşkenceyê li me dikin. Lê  polîsan got ‘birayê min’ û hembêz kirin. 8 saet şûnde binçav kirin. Ev komkujiyek bi plan bû. Ez banga tevlibûna dozê li hemû hêzên demokratîk dikim.”   ‘Gumanbar dewleta mêr e’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad Funda Akbulut jî bal kişand ser qirkirina jinê ya di encama polîtîkayên şerê taybet de tê kirin û wiha pê de çû:"Her roj jinek tê qetilkirin. Em li girtîgehan jî heman tiştî dijîn. Garîbe Gezer li girtîgehê hat qetilkirin. Di vî alî de xwedîderketina li doza hevala me Denîz Poyraz gelek girîng e. Ev li dijî qirkirina jinê mekanîzmaya parastina rewa ye. Em gumanbaran dizanin. Gumanbar hemû wek hev in. Gumanbar dewleta mêr e."   ‘Berteka civakî li ser dozê bi bandor e’   Hevberdevka HDK’ê ya Îzmîrê Fevziye Unal jî destnîşan kir ku êrîş di heman demê de li hember hemû jinan, rûyê ronî yê welat û gelê kurd e û daxuyakirin ku li pişt êrîşê hêzên cidî hene. Fevziyeyê ev tişt bi lêv kir: “Rayagiştî di bertekên xwe de bi israr tev bigerin wê hêzên pişt komkujiyê jî derxin holê. Ronîkirina komkujiyê di heman demê de tê wateya ku milê dewletê jî tê deşîfrekirin. Ez bang li hemû kesên ku li dijî jiyana mirovan rêzdar e dikim ku xwedî li vê dozê derkevin.”   ‘Edalet di heman demê de aştî ye’   Berdevka Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin jî  wiha bang kir: “Ne tenê Denîz. Komkujî didome. Em hemû dizanin. Em edaletê dixwazin. Ronîkirina bûyera Denîz Poyraz ji bo aştiyê girîng e. Ji bo her kesî divê edalet pêk bê. Em hem edalet hem aştiyê dixwazin. Ji ber her du jî heman tişt in. Ji bo mirin pêk neyên divê ev pêk bên.”