Eywana kongreyê têra ciwanên HDP’yî nekir 2021-12-26 13:30:13     AMED - Konreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê bi girseyek mezin pêk hat. Eywana kongreyê têra ciwanan nekir.    Meclîsa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk 3’yemîn Kongreya xwe ya asayî li Salona Kaplan City a li navçeya Kayapinara Amedê cih digire pêk anî. Hevserokên giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, parlementerên herêmê yên HDP,  Ciwanên Azadîxwaz, Dev-Guç, Ciwanên Demokratîk a Nû, Partiya Komînîst a Lubnanê, KOZ, Piştevaniya Bogazîçî, Federesyona Ciwanên Ermenî û bi sedan ciwan ji herêmê û gelek bajarên Tirkiyeyê beşdarî kongreyê bûn.  Ji ber girseyê di eywanê de cih nema û ciwan li erdê rûniştin.    Di kongreyê de pankartên mezin ên weke “Me bi Ciwantî  Dest pê kir û Em ê Ciwan bi ser bikevin”, “Dem Dema Ciwanan e”  hatin daliqandin û bê navber sirûda “Çerxa Şoreşê” û gelek dirûşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Ciwan Fedayîyên Rêber Apo ne” hatin berzkirin.  Kongre bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî axaftina parlementer Ayşe Acar Başaran û Dersîm Dag jî sînevîzyona ku “Ji dîrokê heya niha têkoşîna Ciwanan” vedibêje hate pêşkêşkirin.    ‘Dem dema ciwanan e’   Ayşe Acar Başaran di destpêka kongreyê de axivî û wiha got: “Hûn ciwan bi rihê demokrasi û azadiyê têkoşîneke bêhempa didin. Ango niha jî bi girseya we ava kiriye we ev yek eşkere kir. Ev bersiveke xurt a ji bo îqtidarê ye. Wê ciwan bi ser bikevin. Salon û kolan têra me nakin. Dem dema ciwanan e û wê ciwan bi rêxistinek mezintir  carek din bibin hêz.”   ‘Wê ciwan pêşeroja azad bînin’   Dersîm Dag jî girseya li salonê pîroz kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê bi vê hêz û baweriya xwe welatekî azad û pêşerojek azad bînin. Me carek din bersiv da. Ciwanên kurd tucarî nakevin û timî li ser lingan in. Ew ê tucarî jî li hemberî gef û tundiyan serî netewînin.”    ‘Em ê bi girseya xwe faşîzmê hilweşînin’   Berdevka Meclîsa Ciwanan Esengul Kiliç jî bi slavkrina ciwanan dest bi axaftinê kir. Esengul got ez dizanim hûn hemû ruxmê serma û rêwitiya dirêj li vir in lê belê çawa ku dewleta faşîst nasekine pêwîst e em jî nesekinin. Esengul wiha pê de çû: “Îro ev kelecan û girseya li salonê bersivek xurt da wê dewleta faşîst. Em ber bi sala nû ve diçin û wê sala were jî bi vê kelecanê biheje. Heya niha jî gelek rêhevalên me ji ber têkoşîna ku dane rehîn hatine girtin. Ew dibêjin ka wê me bi vî rengî tune bikin. Lê belê ew ê tucarî nikaribin. Em li vir bi taybetî wan rêhevalên xwe yên di girtîgehan de slav dikin. Bila were zanîn ku ewên bi tecrîdê dixwazin me tune bikin ew ê tucarî bi ser nekevin. Bijî berxwedana zindanan”   ‘Em ê li hember êrişan di nava têkoşînê de bin’   Salîha Aydenîz di serî de bi rihê Kobanê, Sûrê hemû ciwanên têkoşer slav kir û wiha berdewam kir: “Li hemberî faşizm, tundî û qirkina nîjadî em timî têkoşîna xwe mezin dikin. Bi revandin û qetilkirina hertim êrişî ciwanên kurd kirin. Lewra ciwanan îro nîşan dan ku ew ê çokê daneynin û li hemberî wan serhildana xwe mezin bikin. Bi taybetî jî bi polîtîkayên êrişên taybet jî dixwazin ciwanên me ji têkoşînê dûr bixin. Bi êrişên xwe yên qirêj re dixwazin wan bikin koleyê sîstemê. Dixwazin dengê ciwanan ê azadiyê qut bikin. Dixwazin bi êriş û tecrîdên li ser Kurdistanê û birêz Abdullah Ocallan darbe li demokrasî û aşitiyê bidin. Em ê li dijî êrişan ji bo azadiya Kurdistanê û birêz Abdullah Ocalan li berxwe bidin û têbikoşin. Em bi hêvî ne û pêwîst e em ji bo serkeftinê jî têkoşîna xwe mezin bikin. Ango ciwan pêşeroja civakê ne. Hûn ê ji me re pêşengtiyê bikin.”   'Divê ciwan şiyar bin'   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar jî bi slavkirina ciwanan re dest pê kir û got: “Em bi ciwanên xwe serbilind in. Ciwanên ku ji her deverê Kurdistanê, Tirkiyeyê ev eywan tije kirine rûmeta me ne. Ji bo kesên ku dibêjin kurd ji HDP’ê hez nakin we bersivek xurt da wan. Ciwan li vir in û hêza HDP’ê ne. Bi serhildana we re em ê bigihêjin serkeftinê. Qet şika me ji nîne. Ji ber vê sedemê ye ku bêhtirîne êrişî ciwanan dikin. Ji bo bişaftina ciwanan hemû rêbazan bi kar tînin. Dema zanin ew ê nikaribin bi êrişan bi ser bikevin vê carê bi van rêbazên êrişên taybet  dixwazin tune bikin. Divê em şiyar bin û pêwîst e em li dijî vê yekê jî rêxistina xwe jî mezin bikin.”   Rapora faliyetê hate xwendin û bi dengdanê re jî komisyona meclîsa ciwanan hate hilbijartin. Herî dawî jî bi tevlibûna stranbêjan  govend hate gerandin û bi dirûşman kongre bi dawî bû.