Serpîl Kemalbay budçeya 2022’yan nirxand: Li gorî xwe tabloyek xêz kirin 2021-12-25 09:04:16   Dilan Babat    ENQERE - Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay budçeya Navendî ya sala 2022’an nirxand û da zanîn ku di hevdîtinên butçeyê de desthilatdariyê xizaniya civakê ji nedîtîve hatiye û tabloyek xweş ya li gorî xêz kiriye û endekskirina dovîzê ya bi mevduatê jî wek mizginiya karaseteke mezin nirxand.   Bi ketin û derketina dovîzê re krîza aborî giran bû û Pêşnûmeya Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2022’yan û Pêşnûme Qanûna Hesabê Teqez a butçeya sala 2020’an di hevdîtinên 11 rojî ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê di 18’ê kanûnê de hat vekirin bi dengê AKP û MHP’ê hat derbaskirin.  Di hevdîtinan de xizaniya gel nehat dîtin, di butçeya 4’emîn a Pergala Hikûmet a Serokomariyê de, ji bo lêçûnan trîlyonek û 750 mîlyar TL, bendewariya hatina butçeyê jî trîlyonek û 472 mîlyar TL hat diyarkirin. Bendewariya deynkirina net jî wek 278 mîlyar TL hat pêşniyarkirin. Ji bo butçeya sala 2022’yan lêçûnên faîzê jî wek 240 mîlyar TL hat diyarkirin.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Serpîl Kemalbay der barê hevdîtnên butçeya navendî ya 2022'yan û krîza aborî ya her diçe giran dibe de nirxandin kir.   ‘Tabloyek xweş xêz kirin’   Serpîlê kampanyayên "Kar û xurek", "Ji xizaniya jinê re na" ku di çarçoveya hevdîtinên butçeyê de dane destpêkirin bibir xist û da zanîn ku  di hevdîtinên butçeyê de tespîta ku bi dehan karker nagihêjin heqdest, tespît kirine û ev tişt daxuyand: “Ji bo kesên dixebitin xizaniya xebatkaran heye. Lê betalî û bêewlehiya hatiniyê heye. Di karê çandiniyê de mêr û jin heman heqdestî nagirin. Her wiha di alî xwegîhandin mafê perwerde û tenduristiyê de û gelek pirsgirêkên din hene. Li her derê me dît ku welatî bêzar bûne û gotin bi vî awayî nameşe. Li aliyê din jî tabloyek weisa heye. Di hevdîtinên butçeyê ya li meclîsê de tabloyeke pîr û pak xêz kirin. Fêdeya rê û piran ji gel re tune. Divê ev ji xwe bên çêkirin lê çavkaniyên gel pêşkêşkirin, welatî xizankirin nabe. Balafirgehên ku kes nikare ligel derbas bibe çêdikin. Ev gel ji ber van nikare birçî bimîne. AKP’ê tabloyek wisa xêz kir. Butçe bi rastî ji bo qesra ku di nav îsrafek mezin de ye, tê xerckirin.”   ‘Mirina Yunus Emer şerma Tirkiyeyê'    Serpîlê destnîşan kir ku yek ji mijarên ku di hevdîtinên butçeyê de balkişandiye, ji bo jinan butçeyeke nehatiye veqetandin û wiha bi lêv kir: “Ji bo jinan butçeyek tune, derdekî wan yê wisa jî tune. Ji xwe ji jinan re butçeyek nehatiye veqetandin. Hema hema ji 5’ê yek butçe ji polîtîkayên ewlehiyê re hatiye veqetandin. Ji şîrketan re razandinên otomotîk hene ji van re dibêjin (razandinên garantî). Ji van re milyar hatine veqetandin. Ji ber faîzê barek li butçeyê bar dibe. Ji vê re jî mîlyar hatiye veqetandin. Me îtîraz kir. Me balkişand ser newekheviya herêmî. Ji bo butçeya ji şer re hatiye veqetandin ji çandiniyê re bê veqetandin me pêşnûme dan. Me got mafê sîgorteyê ya kedkarên malê divê hebe. Lê hemû bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. Me got bila ji bo her malê ceyran, gaz û înternet bê pere bê. Li Amedê bebekê bi navê Yunus Emre mir. Sedem jî ev bû ku DEDAŞ zêde qezenc bike. Ev şerma Tirkiyeyê ye.   ‘Enflasyonek mezin li bendê me ye’   Serpîlê balkişand ser dovîza ku bi hefteyane bilind dibe û ev wek supukulasyon nirxand û wiha balkişand ser: “TL nirx winda kir û bi ev rastî nîqaşên komîsyona mûçeyê asgarî hat. Partiya me pêşniyar kir ku mûçeyê herî kêm bibe 6 hezar. TL nirx winda kir. Sedema vê jî ev e ku Erdogan polîtîkayên aboriyê kir dewrê.  Ev polîtîka jî wiha meşandin: Ked bê nirx kirin, digotin em bibin wek Çînê, ked herzan kirin û di van rojan de mûçeyên asgarî dihat nîqaşkirin. Her ku wan ked erzan dkir dovîz firiya û mirovan market wek muze bikar anîn. Her tişt biha bû. Mûçeyê asgarî ya wek mizgînî dan, ji mûçeyên asgarî yê berê kêmtir bû. Di 2021’ê de mûçeyê asgarî teqabûlê 384 dolar dikir û seranserê salê di meha mijdarê de tekabulê 200’î kir.  Erdogan modala Çînê jî modela Tirk jî jibîr kir û hemû avêt çopê. Herî dawî got ‘Ez mevduatê li dovîzê bar dikim,  ez windahiyên dovîzê yên îthalat û îxracatê li dovîzê bar dikim û ji xezîneyê didim’. Ev nikare ji cemawerî bê girtin ger ku ev ji cemawerî bê girtin ev tê wateya ‘hîper enflasyonê’.  Ev jî tê wateya bahozeke mezin a bihabûnê. Wê her tiştî biha bikin û enflasyonek hîn bêtir mezin biafirînin û dibêje bila kes tiştekî nexwe. Bila tu kes bi rehetiyeke dîtbarî rehet neke.”   ‘Ji 4'an jinek mûçeyê asgarî nagire’   Serpîlê di dawiya axafinê de got komîsyona butçeyê komîsyonek dijdemokratîke û wiha dawî lê anî: “Rewşeke ku bi sendîka û civaka demokratîk neşêwirîn pêk hat. Ji gel revandin û budte kirin. Me îtîraz kir. Ji bo pêvajo dakeve asta civakî me hewl da. Me xwest xizmetên cemawerî bikeve bin ewlehiyê. Me sipart komxebata xwe ya wekheviya zayenda civakî. Ger di butçeyê de ji bo aboriya lênerînê butçeyek bihata veqetandin wê hem ji bo aboriyê û hem jî jinên kedkarên malê rehet bûna. Me ev hemû nîqaş kirin lê têr nekir. Me têkoşîna mûçeyê asgarî da. Lê ji çaran yek jin mûçeyê asgarî nagirin.”