Panaromaya 2021'ê: Ayşe Acar Başaran saleke jinan dinirxîne 2021-12-23 09:03:19   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran têkoşîna jinan a salekê û atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê nirxand û da zanîn ku jinan di 2021’ê de têkoşîn mezin kiriye û 2021 destpêka  dawîbûna deshtilatdariyê ye.   Li Tirkiyeyê di alî têkoşîna jinan di sala 2021’ê de geşedanên girîng hatin jiyîn û têkoşîn hat meşandin. Berxwedana jinê ya mezin bû bi zextên desthilatdariyê re hat rû hev. Di şevekê de Peymana Stenbolê hat feskirin û heta qanûna hejmar 6284 ku bi fîîlî hatiye rakirin gelek maf hatin xespkirin. Jinên têkoşîn meşandin jî cezayên giran girtin, hatin girtin. Jinan şûnde gav neavêtin, berxwedan mezin kirin û di 2022’an de xwe amade dikin ku li dijî pergala serdest a mêr serkeftinê bînin.   Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran têkoşîna jinan a di sala 2021’ê de mezin bûye nirxand.   *Hûn sala 2021’ê çawa dinirxînin?   Li Tirkiyeyê ev demeke dirêj e sal dişibin hev. Ya yekem, ji 2015’an heta niha êrîşek sîstematik heye. Li hember destkeftiyên jinan, gelê kurd. Li aliyê din di alî demokrasiyê de şûndeketin heye lê îsal krîza aborî heye. Peymana Stenbolê di şevekê de hat feskirin. Dîsa krîza aborî bi kurahî hat hîskirin. Ligel vê tabloya xerab sal bi têkoşînê derbas bû. Ji 2015’an heta niha êrîşek heye û li aliyê din jî têkoşîneke bê navber tê meşandin heye. Li gorî min sala 2021’ê wisa bû. Dest ji têkoşînê nehat berdan, şûnde gav nehat avêtin û li gorî min nîşaneyên têkçûna desthilatdariyê baş hatin dîtin.   *Wek HDP'ê we deklerasyonek weşand û her wiha meclîsa jinan kampanyayek da destpêkirin û bal kişand ser pirsgirêkên jin û pirsgirêkên welat. Hûn bi van xebatan bûn bersiva civakê? We beramberê xebata xwe girt an na?   Em bêjin ji sedî sed em bûn bersiv, ne rast e. Partiya me her tim ji rexneyan re vekiriye û xwerexnedayîna xwe dide. Me tu carî xwe têr û temam îfade nekiriye. Li gorî min ev bixwe re desthilatdarbûn û jehrîbûna hêzê tîne. Ji ber vê em xwe her tim kêm difikirin û hewl didin temam bikin. Li gorî min di 2021’ê de çend esas hene. Demek dirêj e li hember partiya me êrîş hene. Plana têkbirinê ya ji 2014’an de didome, hewl dide siyaseta demokratîk ji holê rabike û em bi êrîşa sîstematîk re hatin rû hev. Her roj girtin, binçavkirin hene.  Lê deshtilatdariyê di 2021’ê de dît ku tu êrîş bi me şûnde gavê nade avêtin. Her carê em ligel civakê bûn û me ev zêde kir. Em ji bo hewcedariyana dibin alternatîf û ji bo krîzên civakê me têkoşîn da. Em partiyeke wisa ye. Ji ber vê jî di 2021’ê de girtina partiyê hat nîqaşkirin. Ev rewşeke di alî dîroka Tirkiyeyê de lekeyeke reş e. Di alî demokrasiyê de lekeya reş e. Li welatê me gelek partî hatine girtin.  Li hember hewldanên girtinê me deklerasyonek meşand û dîsa xebatên me berdewam kirin û nîşan dan ku hewldana wan a girtinê wê bi ser nekeve. Fikra HDP’ê hêvî afirand. Desthilatdariyê hewcedariyên civakî neanî cih. Tabana  AKP’ê heliya. Dîsa hemû çavkaniyên welat hatin pêşkêşkirin û çavkaniyên welat hatin tarûmarkirin. Ev ji aliyê civakê ve hat tespîtkirin. Dîsa krîza ekolojîk di encama polîtîkayên desthilatdariyê de girantir bûn.   Di serî de li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan û hemû girtîgeh û li ser civakê tecrîd hebû. Bêguman li hember van rêbazên çareseriyê yên civakê hebûn û ji desthilatdariyê bendewariya wan tunebû. Deklerasyon xebateke bersiva van bû. Pirsgirêka vî welatî çawa tê çareserkirin? Me fêm kir ku du blok hene û ev her du blok jî bi rastî  ji bo çareseriya pirsgirêkên welat hûr nabin. Aliyek ji xwe polîtîkayên înkar, îmha û redê esas digirin. Perspektîfa ‘bila kurd bê statu bimînin em rejîma yekparêz ava bikin. Di hedefa 2023’yan de  bila kurd, jin, elewî tunebin em di rejîma nû de rejîmeke nû ya yekparêz ava bikin’ heye. Li aliyê din jî  perspektîfên çareseriyê yê ku heqîqetên civakê zêde ne di ferqa wê de ne hene. Ji ber vê jî deklerasyon tam ji bo vê hat amadekirin. Pirsgirêkên sereke yên vî welatî hene û bi rastî jî navnîşan perspektîfa HDP’ê ye. Me ev di xebatên jinan de pir zelal dîtin. Em çûn serdana dehan malî em bi jin û aliyên cuda re hatin gel hev. Ne tenê tabana me bû. Em çûn gel hemû aliyan û em hatin gel hev. Yanî me xwe gîhand her jinî. Tespîtek wiha hebû ‘Em nikarin debara xwe bikin, em azad najîn, em nikarin xwe îfade bikin, em xwe di xetereyê de dibînin. Desthilatdarî me bê ewle dihêle û em xwe di xetereyê de dibînin. Dixwaze me hewcedar bike û me terbiye bike.’Dîsa me dît ku bendewariya wan ji desthilatdariyê tune ye. Civak êdî siyaseteke ku hewcedariyên wan peyda dike, çareseriyê esas digire dixwaze û navnîşana wê jî HDP’ê dibîne. 2021 demek turnusolê bû. Yanî demek nîşan da.    *Feshkirina Peymana Stenbolê xespa maf a herî girîng bû. Jinan li dijî vê îtîrazên xwe bilind kirin. Serî li dadgeha bilind dan.  Piştî vê biryara feshê çi guherî?   Peyman yek ji xeleka pêvajoyê bû. Desthilatdariyê di carekê de berê xwe neda vê qezenca dîrokî. Piştperdeya vê heye. AKP ji roja hatiye heta niha tu car ji ser wekheviya zayendî, perspektkîfa azadiya jinê nêz nebû. Ji roja ewil de nêzîkatiyeke ku jinan wek meta nîşan dide, tenê wek makîneya welîdînê dibîne, nîşan da.  Di pêvajoyan de destkeftiyên jinan hat xespkirin. Nefeqe ji nîqaşê re vekirin, kurtaj niha li Tirkiyeyê fîilî qedexe ye. Piştî qeyûman saziyên jinan hatin girtin, hevşaredar hatin girtin. Mêr tayînê saziyan kirin. Bi KHK’yan bi hezaran jin îxrac kirin. Çapemeniya jinan girtin. Bi qanûna înfazê re gumanbarên şîdetê hatin berdan, îstîsmara zarokan  rewa kirin. Peymana Stenbolê xelekek pêvajoyê bû. Em jin feshkirina peymanê qebûl nakin. Di alî hiqûqî de mijarek bi nîqaş bû. Serlêdan li dadgeha bilind hatin kirin lê em dizanin ku mijar mijarek polîtîk e. Jinan li qadan têkoşîn berdewam kirin. Ji ber Peymana Stenbolê desthilatdariyê diyariyê me nekiribû. Jinan di encama têkoşînê de bi dest xistibû.    Jin têkoşîna xwe li her derê dimeşînin. Di dema pandemiyê de di demên ewil de li cîhanê krîzek dihat jiyîn. Plansaziyên çalakî û neteweyî dihatin kirin. Wê demê me got pêvajoyên krîz û şer di alî jinan de krîtîk in. Ji ber di şer û krîzan de yên herî zêde şîdetê dibînin, tê kuştin û ji îstîhdamê tên kişandin jin in. Hela ku jin li malê bimînin ev ji bo wan qadên herî bi xeter in. Qadên ku lê şîdetê dibînine. Me ev li ber çavan girt û bi dehan carî banga  plana çalakiyê kir. Rêxistinên jinan jî bang kirin. Em bi torên piştevaniyê re hatin gel hev. Lê ev ne tiştekî ku bi me tenê bihata kirin bû. Lê di vê pêvajoyê de Peymana Stenbolê ji nîqaşê re vekirin. Mêran li ser vê gotin em sûc bikin em ê kêm ceza bigirin em ê bên parastin. Mêran hîs kirin ku ewlehiyê wan heye. Piştî vê mêran hîn bêtir li dijî jinan sor bûn.   Şîdeta li hember jinan hat rewakirin. Desthilatdariya serdest Peymana Stenbolê wek xetere pêşkêş kir û  îdia kirin nirxên malbatê ji holê radike, şîdeta li hember jinan zêde dike. Dadgerê wan dadgeh û darazê jî biryarên xwe dan û kêm ceza dan an jî qet nedan. Tedbîra parastinê nedan jinan. Di vê pêvajoyê de fature li jinan hat birîn. Jinan di pandemiyê de nikaribûn xwe bigihînin mekanîzmayan. Neçar man qerekol bi qerekol bigerin. Jinan tedbîr xwestin lê wan ji jinan delîl xwestin. Îfadeya jinê qebûl nekirin. Bi van cesaret dan mêran û şîdet rewa kirin, atmosferek polîtîk û civakî ava kirin. Li aliyê din jî  mekanîzmayên darazê û yên din hatin sekinandin.   Di esasê de ewlehiyek qanûnî tune ye lê wek heye nîşan dan. Mêr di vî alî de rehet bûn û xurt bûn. Ev jî têkiliya tifaqa mêr û desthilatdariyê jî nîşan dide. Ji ber desthilatdarî hewl dide civake zapturap bike bin kontrola xwe. Ji bo vê bikin jî mêran dikin parçeyeke hewldanê. Dibêje ‘tu dikarî sûc bikî, ez te diparêzim. Serlêdan bê kirin ez tedbira parastinê nadim, jin biçin dadgehê ez cezayê we kêm dikim. Ger we ceza girt an jî hûn hatin girtin, ez we bi qanûnan rizgar dikim.’ Bêguman wê mêr çi bifikire. Li kolanê mêrekî jinek qetil kir. Ji ber ku jinê di alî hêzê de qels dibînê qetil dike. Binêrin ev wêneyê herî zelal ê tiştên tên jiyîn nîşanê me dide. Mêrê kujer hevoka wî ya ewil ‘Min got ez kê bikujim, min a qels tercih kir’.    *Di xalên Pakêta Darazê ya 4-5 û 6’an de ji bo jin û zarokan tiştên baş nehatin gotin. Hukma lêgerîna ‘delîla şênber’ anîn. Vê pakêtê ji bo jin û zarokan çi anî û çi bir?   Li Tirkiyeyê polîtîkayeke deshtilatdariyê heye. Hedef 2023 ye. Di hedefa 2023’yan de rola daye jnan heye. Ji bo vê role pêk bîne jî qanûn kirin alav. Niha Komisyona li Dijî Şîdeta li Ser Jinê ya Meclîsê hat avakirin. Encamên vê komîsyonê jî wê wek komîsyona destberdanê be. Der barê xespkirina destkeftiyên jinan de em dizanin ku wê bi hinek sererastkirinan bê. Ev jî di esasê de wek parçeyeke pêvajoyê pêş dikeve. Em dizanin ku delîla tecawizê tune ye. Delîlek çawa?Ji ber vê jî hatiye gotin ku îfadeya jinê têr dike, hewce bi delîleke din tune ye. Ji ber ku dema jin an jî zarok tên tecawizkirin wisa bi hêsanî nabêjin. Carna demek dirêj ji xwe re jî îtîraf nakin. Ji ber vê jî  îfadeyên zarokan têr tên hesibandin û hewce bi delîleke din namîne. Hewl didin vê ji holê rabikin, dîsa jinê bê parastin bihêlin. Ji ser bedena jinê dixwazin civakê bigirin bin serdestiya xwe. Dîsa di sererastkirina der barê teslîmkirina zarokan de jî rewşeke wek vê di pakêta dawî de mijara gotinê ye. Di teslîmikirina zarokan de bi destên yekîneyên li edliyeyan tên avakirin zarok wê bên teslîmirin. Cihên ku herî zêde jin lê şîdetê dibînin û tên qetilkirin ber deriyên edliyeyan e. Ji ber vê jî di teslîmkirina zarokan de berê jinan didin wir û ev jî nîşan dide ku karê mêran bê hêsankirin. Tifaqeq berfireh a ku AKP-MHP’ê ji mêran re ava kiriye heye. Tifaqa wan ava kiriye her cureyê hêsaniyê didin ber mêran û jiyana jinan di hedefên xwe yên 2023’yan de dîzayn dikin.