‘Wezareta Dadê çi dike, peywira wê çiye, çima bê deng e?’ 2021-12-23 09:01:18   WAN - Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: “Ji vir şûnde ya divê bê kirin, ew e ku demildest girtiyên nexweş bên berdan.”   Bi taybet di pêvajoya dawî de li girtîgehan li hember girtiyan, tecrîd, îşkence û binpêkirina mafan ketiye meriyetê û girtiyên nexweş yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Ev rastiya pergala girtîgehan nîşan dide. Mirina ewil a li girtîgehan ciwanê bi navê Bangîn Muhammed ê 33 salî yê ji Kurdên Rojava bû. Di 12’ê Mijdarê de Bangîn jiyana xwe ji dest da lê rayagiştî encax di 26’ê Mijdarê de agahdar bû. Garîbe Gezer jî di 9’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê di hucreyê de biguman jiyana xwe ji dest da. Di 15’ê Kanûnê de jî Abdulrezak Suyur û Halîl Guneş ên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Rojek piştî wan girtiyê bi navê Salîh Tugrul jiyana xwe ji dest da. Salîh di 2013’an de li girtîgehê felç derbas kiribû û di 2014’an de hatibû berdan. Salîh ku di van 7 salan de rewşa wî pir giran bû di 16’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da.   Dîsa di 17’ê Kanûnê de girtiyê bi navê Îlyas Demîr ê cezayê muebeta giran lê hatibû birîn û li Girtîgeha Tîpa T ya Boluyê girtî bû jiyana xwe ji dest da. Di 19’ê Kanûnê de jî Vedat Çem Erkmen bi hinceta ‘ewlehiya canê wî tune ye’ ji qawişê hat derxistin û di hucreya dima de bi guman jiyana xwe ji dest da. Heman rojê girtiyê bi navê Yasîn Eneç jî li girtîgehê bi îşkenceya giran hat birîndarkirin.   Li dijî pêkanînên li hember girtiyên nexweş û astengkirina mafê dermankirinê li derve jî çalakî, bername û bertek didomin.   ‘Dermanên wan jî nadên’   Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne û got bi binpêkirinan re mirin jî pêk tên û wiha dirêjî dayê: “Girtiyên di hefteyekê de jiyana xwe ji dest dane ji ber ku dermankirina wan nayê kirin, dimirin. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan. Ji ber derman nabin jiyana xwe ji dest didin. Şertên girtîgehê û di pêvajoya pandemiyê de li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran hatin jiyîn. Hemû kesên xwedî wijdan divê reflekseke cidî nîşan bidin.”   ‘Divê girtiyên nexweş bên tehliyekirin’   Handanê destnîşan kir ku bîlançoya binpêkirina mafan a li girtîgehan roj bi roj giran dibe û wiha pê de çû: “Hefteyek berê Garîbe Gezer jiyana xwe ji dest da û di pêvajoya beriya wê de bi nameyan û hevkariya malbat û parêzerên xwe zilm û îşkenceya dîtibû ragihand. Garîbe di hucra xwe de mirî hat dîtin. Ez dixwazim bêjim ku ev cînayet e. Ji ber pêvajoyeke ku jiyaye heye. Tevî ku bi dehan carî agahî da û dengê xwe da bihîstin jî rayedaran û hikûmetê tiştek nekirin. Ev jî tabloya giran derdixe holê. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Ji îro şûnde ji bo wezaretên têkildar bangek me tune ye. Ew vê pêvajoyê ji nedîtîve tên.”   ‘Me bi dehan carî serlêdan kir’   Hevseroka Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Wanê (TUHAY-DER) Kudret Temel jî daxuyakirin ku di hefteya dawî de gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dane û Garîbe Gezer di encama îşkenceyan de jiyana xwe ji dest daye. Kudretê wiha berdewam kir: “Girtiyên jiyana xwe ji dest dan nexweş bûn. Dermankirina wan nedihat kirin. Îsal ji bo girtiyên nexweş bên berdan me bi dehan carî serlêdan kir. Ji ber pandemiyê nikaribûn li xwe binêrin. Tevî me got nayên dermankirin û divê bên berdan, tiştek nehat kirin.”   ‘Wezaret çima bê deng e?’   Kudretê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rayedar li dijî cenazeyên ji girtîgehan dertên bê deng e û wiha dawî lê anî: “Evqas kes jiyana xwe ji dest didin, wezareta dadê çi dike, peywira wê çiye, çima bê deng e? Li girtîgehan girtiyên nexweş ên giran hene. Dermankirina wan nayê kirin. Derman nayên dayîn. Bila bên berdan malbat wan derman bikin. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.”