Jin ji bo bêjin ‘Niha dema ciwanan e’ amade ne 2021-12-22 09:04:10   STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di 26’ê kanûnê de wê 3’yemîn Kongreya Asayî pêk bînin û beriya kongreyê endamên Koordînasyona Jinên Ciwan axivîn û gotin ji bo bêjin "Niha dema ciwanan e" ciwanan vexwendiyê Amedê dikin.   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 26’ê kanûnê de li Amedê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk tîne. Meclîsa Ciwanan ku wê bi şîara "Niha dema ciwanan e" biçin kongreyê, li her çar alî amadekariyên kongreyê didomînin û xebatan dimeşînin. Ciwan ku belavok, bruşoran belavdikin û banga kongreyê dikin, li Stenbolê di vê çarçoveyê de xebat meşandin.   Koordînasyona Jinên Ciwan a Stenbolê ya HDP’ê bi hevkariya ajansa me banga tevlibûna kongreyê kirin.   ‘Ciwan ji polîtîkayên faşîzmê natirsin’   Ji Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê Esengul Kiliç destnîşan kir ku di 12’yê kanûnê de Kongreya HDP’ê ya Stenbolê pêk hatiye û jin û ciwanan eleqeyek mezin nîşan dane û wiha dirêjî dayê: “Di kongreyê de ciwanan careke din peyama meşandina têkoşîna rêxistinkirî dan û nîşan dan ku ew ji polîtîkayên faşîzmê, tunekirinê natirsin. Di vê esasê de em di serî de hemû jinan û hemû hevalên xwe vexwendiyên Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya di 26’ê kanûnê de pêk tê dikin. Yên herî zêde ji polîtîkayên faşîzmê bi bandor dibin jin û ciwan in. Di pandemiyê de gelek jin hatin qetilkirin. Em ê di 26’ê kanûnê de hêza jin û ciwanan nîşan bidin. Em ê bêjin ‘niha dema ciwanan e’.”   ‘Dengên xwe bilind bikin’   Ji Koordînasyona Jinên Ciwan Gonul Taşkin jî  daxuyakirin ku ji bo ciwan li her qadê li dijî pirsgirêkan dengên xwe bikind bikin divê bêjin "Niha dema ciwanan e"  û wiha dawî lê anî: “Ji bo em dengê jinên ku li zanîngehan, kargerî, mal, kolan û her qadê tên çewisandin bibin bihistin, em hemû jin û ciwanan vexwendiyê Kongreya Ciwanan dikin.”   ‘Em ê hêrsa xwe mezin bikin’   Ji Koordînasyona Jinên Ciwan Roj Medrîn Bor jî ev bang kir: “Ji bo em bibin dengê hemû jinên hatine qetilkirin û hêrsa 5 hezar salî bilindtir bikin, dibêjin ku hûn jî ben 3’yemîn Kongreya Asayî. Em di 26’ê kanûnê de li Amedê dibêjin ‘Niha dema ciwanan e'.”