'Xwezaya Efrînê tê talankirin' 2021-12-21 09:01:51   Sîdra Mamo   ŞEHBA - Jinên Efrînî yên ku li Wargeha Berxwedanê ya Kantona Şehbayê dijîn, derbarê qutkirina darên zeytûnê ya ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve axivîn. Jinan bal kişandin ser talankirina xwezaya Efrînê û wiha gotin:"Dewleta tirk a dagirker li Efrînê darên zeytûnan dibire û xwezayê talan dike."   Piştî ku di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê Kantona Efrîn û gundewarên wê bi temamî kir bin kontrola xwe talana xwezayî û binpêkirina mafan dest pê kirin. Dewleta tirk û komên girêdayî wê dest bi dizî û talankirina mal û milkên sivîlan jî kirin. Darên zeytûnê ji kokê de dibirin û dibin li Tirkiyeyê. Her wiha bi dewletên Ewropayê re li ser zeytûn û zeyta zeytûnan bazirganiyê dikin. Her sal dewleta tirk û komên girêdayî wê dest dixin ser zeytûnan û nahêlin şêniyên li Efrînê derbasî nava erdên xwe bibin. Li gor belgekirina Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di sala 2021'ê de zêdetirî 16 hezar û 5 sed darên zeytûnê li Efrînê hatine birîn. 5 hezar darên zeytûnê şewitandine. Her wiha dest danîne ser 11 hezar darê zeytûnê. Herî dawî dewleta tirk di 10'ê Kanûnê de li Gundê Meydankê ya navçeya Şerayê ya Efrînê nêzî 50 darê zeytûnê birîne. Di derbarê vê mijarê de jinên koçber ên Efrînî yên li Wargeha Berxwedanê dimînin, ji ajansa me re axivîn û helwesta xwe ya li dijî kiryarên dewleta tirk nîşan dan.   'Xwezaya Efrînê tê talankirin'   Firyal Osman, dayika 4 zarokan a ji navçeya Mabetayê ya girêdayî Efrînê derbarê birîna darên zeytûnan a li Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk ve axivî û ev tişt anî ziman:"Ev 4 sal in em ji Efrînê koçberî Kantona Şehbayê bûne. Em li Wargeha Berxwedanê ya navçeya Fafînê ya Şehbayê dijîn. Em ji ber top û tanqên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man berê xwe bidin vê derê, ji bo ku em zarokên xwe biparêzin. Em sivîl in, ma çi sûcê me hebû dewleta dagirker bi hemû hovîtiya xwe êrîşî me kir? Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ev 4 sal in Efrîna me dagir kirine. Mal û milkên me didizin. Darên me yên zeytûnan ji kokê ve hildikin û didizin, dibin li Tirkiyeyê diçînin. Dewleta dagirker hemû mewsimên zeytûnên me talan dike û nahêle ku em biçin nav erdên xwe. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran darên zeytûnê birîne. Ma çi sûcê xwezayê û malên me heye ku xerab dike?"   'Mafê me ye, em li ser axa xwe bi ewle bijîn'   Firyalê di dawî de bang li dewletên navneteweyî û mafê mirovan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em bang li hemû dewletan û li her kesekî azadîxwaz dikin ku axa me ji me re vegerînin. Li gorî hemû kiryarên dewleta tirk a dagirker a di derheqê sivîlan û xwezayê de li Efrînê, dewletên navneteweyî çavên xwe ji çeteyan ra girtine. Em çareseriyekê ji vî şerî re dixwazin. Êdî bes e ev 4 sal in em koçber in. Mafê me ye em li ser axa xwe bi ewle bijîn. Wê rojek were em ê vegerin Efrîna xwe, cih û warê xwe. Em welatê xwe ji dagireran re nahêlin. Kîja roja be em ê vegerin warê zeytûnan. Bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê bi ser bikevin. Ji ber ku vîn û israra me ya vegerê ji hêza dijmin xurtir e."   'Mafê me ye em bi ewle li welatê xwe bijîn'   Hesna Mihemed a ji Gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewaya Efrînê ye derbarê heman mijarê de axivî û wiha bi lêv kir:"Ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker em neçar man berê xwe bidin Kantona Şehbayê. Ev 4 sal in em li Wargeha Berxwedanê dijîn. Jiyana li kampê gelek zehmet e. Dewleta tirk a dagirker piştî ku di 18'ê Adara 2018'an de em ji Efrînê koçber kirin mal û milkên me dizî. Darên me yên zeytûnê dibirin û dibin li Tirkiyeyê diçînin. Xwezaya me talan dikin. Em li vê derê gelek xemgîn dibin. Em wek her gelekî mafê xwe yê rewa dixwazin. Mafê me ye em bi ewle li welatê xwe bijîn. Em ê heta kêliya dawî li berxwe bidin. Em ê li ser şopa pakrewanên xwe bimeşin û em tu carî dev ji rêya wan bernadin heta ku em vegerin warê zeytûnan."    'Dewleta dagirker mirovahiyê nas nake'   Rengîn Birîmo ya ji navçeya Bilblê ya girêdayî Kantona Efrînê jî bal kişand ser birîna darên zeytûnan û wiha pê de çû:"Em ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî Şehbayê bûn. Gelê Efrînê pir bi xwezayê ve girêdayîne. Ji ber vê yekê dewleta tirk a dagirker li Efrînê xwezayê talan dike. Her roj li Efrnê dewleta dagirker û çeteyên wê darên zeytûnê qut dikin û xwezayê talan dikin. Dewleta tirk a dagirker qanûnan û mirovahiyê nas nake. Kiryar û destdirêjiyên ku dewleta faşîst li Efrînê pêk tîne li dijî tevahî zagonên mirovahiyê ye. Li Efrînê herî zêde êrîş li ser jinê tê kirin. Jin her roj tên revandin û tên tecawizkirin."   'Em ê Efrînê rizgar bikin'   Rengînê di dawiyê de diyar kir ku ew wek jinên Efrînî wê bi her awayî rola xwe bileyizin û li hember lîstokên dijmin rêxistina xwe xurt bikin û wiha axivî:"Em van êrîşên dagirkeran şermezar dikin. Em mafê xwe dixwazin. Em ê li vê derê berxwedana xwe mezin bikin û têbikoşin. Heta vegera Efrînê mîsoger bikin em ê Efrînê rizgar bikin. Em ê bi yek destî li hember dijmin bibin bersiv. Hêza me mezin e û vîna me xurt e."