Şîlan: Me xebat li ser girîngiya ziman ji bo civakê meşandin 2021-12-20 09:55:11   Sema Çaglak   AMED - MED-DER’ê îsal jî bi proje û kampanyayên cur bi cûr xebatên xwe yên derbarê ziman de berdewam kirin. Hevseroka MED-DER ê Şîlan Elmaskan, got: “Îsal wan xebatên xwe li ser girîngiya bikaranîna ziman di nava civakê de meşandine û bi giranî girîngî dane hînkirina zarokan a bi zimanê dayikê.”   Komeleya Lekolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED DER) di sala 2017’an de bi armanca perwerde û pêşxistina zimanê kurdî li Amedê hat avakirin. Komele li ser zimanê kurdî xebatên xwe dimeşîne. Bi zaravayên kurdî; kurmancî û kirmançkî komele perwerdehiyê dide. Komeleyê îsal jî bi projeyên cûr bi cûr xebatên xwe rêve birin.  Bi taybetî îsal xebat li ser girîngiya ziman hatin meşandin û  ji bo ku hişmendiya ziman di nav civakê de belav bibe zêdetir xebitî. Têkîldarî xebatên MED-DER’ê yên îsal Hevseroka MED-DER’ê Şîlan elmaskan ji ajansa me re axivî.   ‘Di cûr bi cûr mejaran de me xebat meşandin’   Şîlanê di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku piştî sala 2015 an sazîyên kurdî ku bi zimanê kurdî re têkîldar in bi deste dewletê hatin girtin û diyar kir ku ji ber vê sedemê wan xwestine girîngiya zimanê di nav civakê de ji nûve zindî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî sala 2015 an wê de ji hêla girîngîdayîna ziman û fêrkirina ziman de valahiyek çêbû. Ji ber vê yêkê em îsal bi taybetî li ser mijarên têkîliya ziman û civatê, têkiliya ziman û saziyan, têkiliya ziman û polîtîkayên dewletê û têkîliya ziman û sîyasetê sekînin.  Her wiha ji bo netewa girîngiya ziman çi ye. Di nav civatê de me li ser girîngiya parastina ziman, çand û xwezayê  kar û xebatên xwe meşandin. Di heman demê de kampanyayên ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, Me di warê hînkirina ziman a zarokan de bi jinan re xebat dan meşandin. Yek ji mijarên me yên girîng jî di rêveberiya xwecîhî de polîtîkayên li ser ziman bûn ku polîtîkayên xwe yên li ser ziman çawa pêş dixin û li ser kîjan nirxan rêve dibin bû. Me îsal wek komele bi wan mijaran kar û xebat dane pêşiya xwe.”   ‘Perwerdehiya online û rûbirû bi hev re hatin meşandin’   Şîlanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser perwerdehiya online û rûbirû jî û wiha behsa dezavantaj û avantajên vê perwerdehiyê kir: “Me di pandemiyê de xebatên xwe li ser online dabûn destpêkirin. Piştî vê dersen rûbirû jî dan destpêkirin  û her du cûreyên perwerdê bi hev re dam meşandin. Lê belê di dersen online de piçekî manevîyat,hest û ramanan qels man. Ji ber ku çûyîn û hatina li komeleyê nebû me li ser onlînê xebat dan destpêkirin. Hemû xebat bi rêya online dihatin meşandin. Ev jî dezavantaj bû. Lê belê ji bo kesên ku derfetên wan ên ji bo hatina komeleyê tune bû ango kesên li derveyî bajêr û derveyî welêt, perwerdehiya online wek avantajek bû. Bi vî awayî me zêdetir xwe gihand kesan û perwerde da. Lê bêguman perwerdehiya rûbirû baştir û manewîyata wê zêde bû.”   ‘Bi vê kampanyayê re bêtehemûliya dewletê diyar bû’   Şîlan li ser kampanyaya ku bi pêşengtiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê jî sekinî û destnîşan kir ku bi vê kampanyayê bêtehamûliya dewletê ya li dijî zimanê kurdî xwe nîşan daye. Şîlan, got: “Em wek pêkhateyek Tora Ziman û Çanda Kurdî tevlî vê kampanyayê bûn. Gava ew kampanya hate destpêkirin rastî balekê pir mezin kişand hem di nava rêxistinên sîvîl û saziyan de hem jî di nav partiyên sîyasî de piştgiriyek çêbû. Di nava civakê de kelecaneke mezin çêkir. Ji ber ku yek lingekî wê di medyaya dîjîtal de hate destpêkirin. Tora Ziman û Çanda Kurdî bi medyaya dîjîtal ew xebat pêk anî. Paltforma Zimanê Kurdî jî li her navend û navçeyên HDP ê li bajarên Tirkiyê û Herêmê îmze kom kirin. Lê belê gava em lê dinihêrin xebata me bi coş û kêf hate destpêkirin. lê deletê bi neyartî êrîş kir û vê jî bandora neyînî li civakê kir. Wekî me xwestibû li gelek deveran şahî li dar bixin ji bo ziman û vê kampanyayê li her derê bidin destpêkirin lê dewletê nehişt û xebatên me qedexe kirin.  Me xwest em di Newerozê de standên îmzeyê vekin lê dewletê qedexe kir.”   ‘Kampanyayê bala civakê kişand ser ziman’   Şîlanê destnîşan kir ku divê netewa xwe û zimanê xwe li ser kaxizan nedin pîvan û wiha pêde çû: “Em 2 hezar îmze bidin hev an jî kêm bidinhev ew nayê wateya înkarkirina kurdan. An jî nayê wateya înkarkirina zimanê bi mîlyonan kurd ku li vê erdnîgariyê dijîn. Hebûna kurdan ji xwe vê ispat dike. Divê ev hev hejmar bikev qanûna bingehîn û mafê perwerdeya bi zimanê kurdî jî tê de cih bigire.  Berê jî bi milyonan îmze hatin komkirin lê ew îmze negihîştin aramanca xwe. Ji ber ku tunehesibandinek li holê ye. Ji ber wê ji bo me komkirina îmzeyê ne pîvan e. Ji xwe bi mîlyonan kurd hene û bi zimanê xwe dipeyivin. Divê ew bê dîtin û li gorî van nêzîkatî bê nîşandan. Îmze jî ji ber ewqas êrîş û qedexeyan negihişt armanca xwe. Lê vê kampanyayê bala civakê carekedin kişand ser zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî.”   ‘Xebatên ji bo zarokan gihaştin armanca xwe’   Şîlanê bal kişand ser xebatên xwe yên ji bo zarokan jî û destnîşan kir ku bi vê xebatê zarok û malbat bûn xwedî hişmendiya ku  zimanê xwe biparêzin. Şîlanê, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me ev xebatên xwe di destpêkê de li 5 cihan dan meşandin û di dawiyê de jî li gorî derfetên xwe li navçe û bajarê Amedê jî  mexwest bidin meşandin. Gelek bi kêf û coş ew xebatên me hatin pêşwazîkirin. Di vê xebatê de têkiliya zarokan a bi malbat, xweza û rastiya civakê re derket holê. Me nikaribû vê xebata xwe li hemû bajaran bidin meşandin lê li cihên ku me xebat lê meşandin xebata me gihîş armanca xwe. Armanca me ew bû ku em hişmendiya parastina ziman bi zarokan re çêbikin, netew û çanda xwe biparêzin. Ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne. Ji ber vê me xwest  xebatên ji bo zarokan zêdetir di rojevê de bin. Me setên ji bo perwerdeyê ya bi kurdî dida wan. Xebatên me yên ser medya dijîtal jî bandora erênî kirin. Wekî mînak kesên ji gundên Mûşê ji me re peyam şandin ku em li gundên Mûşê jî wan xebatan bimeşînin. Ew jî tê wateyê ku ev xebata me gihişt armanca xwe.”   'Divê em malên xwe bikin dibistan’   Şîlan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê dîsa xebatên xwe bidin meşandin û tekiliya jin û zimanê dê bidin pêşiya xwe. Netewa ku ji bo zimanê xwe têkoşînê nede meşandin; di warê çand û ziman de tim kêm dîmîne. Divê di vî warî de jî jin têkoşînê bidin meşandin ji ber ku têkoşîna bêyî jinê tim qelse. Netewa ku zimanê xwe xwe neparêze wê qels bimîne. Divê em rol û misyona netewbûna xwe bînin cih û zimanê xwe biparêzin.  Divê em hemû qadên civakê û malên xwe bikin dibistan. Bi vî şiklî çand û zimanê xwe biparêzin. Em li benda derfetên dewletê neminin, çimkî heke her malek bibe dibistan em ê bigihêjin armanca xwe. Divê ji bo zimanê kurdî, kurd werin lgel hev û parastina hebûna xwe bikin.”