Ji bo girtîgehan bang hat kirin: Em nobetê mezin bikin 2021-12-20 09:01:42   Hîkmet Tunç   WAN - Xizmên girtiyan diyar kirin ku girtîgeh veguherîne ‘malên mirinê’ û gotin ji mirinên pêk tên Wezareta Karê Hundir, Wezareta Dadê û her wiha serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan berpirs e. Xizmên girtiyan her wiha banga tevlibûna Nobeta Edaletê ya dane destpêkirin kirin.   Li girtîgehan li hember girtiyên kurd binpêkirin, zext û çewisandin di demên dawî de derketine asta herî jor û girtiyên nexweş ji ber binpêkirina mafan yek bi yek jiyana xwe ji dest didin û ev jî dijhiqûqiya ku tê jiyîn nîşan dide. Girtiya bi navê Garîbe Gezer a li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê dima û ji aliyê gardiyanan ve hat tecawizkirin û îşkence dît, di 9’ê Kanûnê de bi guman jiyana xwe ji dest da. Piştî demekê girtiyê nexweş ê giran Abdurezzak Suyur ê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Alîaga Şakranê dima û girtiyê bi navê Halîl Guneş ê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Amedê dima jiyana xwe ji dest da. Herî dawî Îlyas Demîr di hucreya xwe de jiyana xwe ji dest dabû.  Girtîgeh veguherîne ‘malê mirinê’ û ev hefteyeke di rojeva rayagiştî ya demokratîk de binpêkirinên li ser giriyan û xespkirina maf heye.   Nobeta edaletê di roja 11’an de didome   Bêdengiya wezareta dadê ya li hember mirinên li girtîgeha didome û xizmên girtiyan jî li derve li dijî van pêkanînan çalakî û bernameyên xwe didomînin. Li Wanê bi armanca pêkanînên li ser girtiyan bi dawî bibin, şewitandina înfazan bên rakirin ‘Nobeta Edeletê’ hat destpêkirin û di roja 12’an de didome.   Çar zarokên wê girtîne   Xizma girtiyan Aslihan Tîmur ku tevlî Nobeta Edaletê bû da zanîn ku kurekî wê ji endamtiya rêxistinê hatiye darizandin û 20 sal ceza lê hatiye birîn, kurekî wê 6 sal in girtiye. Aslihanê bi lêv kir ku du zarokên wê yên din jî di dîrokên cuda de hatine tehliyekirin û wiha got: “Kurê min Botan Tîmur 15 salî hat girtin û birin girîgeha Sîncan a Enqereyê. Piştî demekê hat tehliyekirin. Lê ji ber dosya der barê wî de ceza lê hat birîn û 6 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiye.”   ‘Îro yê Garîbeyê sibehê jî dibe yê kurê min derkeve’   Aslihanê destnîşan kir ku ji bo Garîbe Gezer a jiyana xwe ji dest daye gelek xemgîn in û wiha dirêjî dayê: “Îro Garîbe sibehê jî dibe ku kurê min be. Ji bo tiştek neyê serê kurê min her roj tevli nobetê dibim. Hema hema her roj em agahiyên mirinê ji girtîgehan digirin. Li welat edalet nema ye. Edalet hebûna wê girtiyên nexweş bihatana berdan. Zarokên me di bin îşkenceyê de ne. Divê hemû dayik rabin ser piyan. Wê ev zilm heta ku derê bidome. Divê kes li dijî mirinan bêdeng nemînin.”   ‘Berpirs diyar in’   Semra Gumuşlu ya ji bo hevjînê xwe Yaşar Gumuşlu ku 5 sal in girtiye û bo girtiyên nexweş tevlî nobeta edaletê bûye da zanîn ku hevjînê wê du sal in li girtîgeha Tîpa H ya Ewlehiya Bilind a Ezriromê di hucreyê de tê girtin û wiha direjî dayê: “Girtiyên me ji jiyanê tên îzolekirin. Li qawişên edlî û qawişên serbixwe her cureyê hewcedariyê tên cih lê girtiyên siyasî tenê di hucreyê de tên girtin. Em ji bo rewşa girtiyan bi fikar in. Girtîgeh veguherîne malê mirinê. Berpirsê vê Wezareta Dadê, serokomar û Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ye.”   ‘Şert û mercên wan ne baş in’   Semrayê bal kişand ser mirinên bi guman û got: “Dibêjin întîxar dikin û ser mirinan digirin. Tu girtî bi qasî ku întixar bike ne bê îrade ye. Şertên wan ber bi mirinê ve dibin hene. Di qawişên siyasî de her tim pergaleke ‘odeya sunger’ û ‘odeya germ’ pêş xistine. Li van odeyan 24 saetan lambe vekirîne, lavabo û serşo bi kamerayê tên şopandin. Ev zexta psîkolojîk e. Girtî bi binpêkirinên mafan ên dijmirovahî re tên rû hev. Ji  cenazeyên ji girtîgehên dertên ew berpirs in.”   ‘Girtiyên siyasî têkoşîna jiyanê didin’   Fîlîz Uyar jî bi lêv kir ku ji bo kurê xwe Metîn Uyar tevlî nobeta edaletê bûye û kurê wê 13 salan girtiye û 8 sal in di girtîgehên cuda de maye û got: “Ewil li girtîgeha Tîpa H ya Ewlehiya Bilind a Erziromê ma. Herî dawî ji girtîgeha Ewlehiya Bilind a  Wanê sirgunî girtîgeha Gîresunê hat kirin. Me agahiya sirgunê piştre girt. Kurê min jî wek girtiyên din di nava şertên girtîgehê de têkoşîna jiyanê dide. Ji Wanê bi kelepçeya berovajî birîn Gîresunê. Ji ber kelepçeyê zendên wî hemû bûn birîn.”   ‘Bila zarokên me demildest bên berdan’   Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Ez jî ji bo hemû girtiyên siyasî bi daxwaza edaletê têdikoşim. Hefteya dawî de gelek tabut ji girtîgehê derketin. Em êdî mirinan naxwazin. Em hemû malbatan dipên nobetan. Heta dengê me derkeve divê em ji bo zarokên xwe li edaletê bigerin. Em mirinê naxwazin. Bila zarokên me demildest berdin.”