Fatma Yildirim: 19’ê Kanûnê ne bîranîne, hê jî didome 2021-12-18 09:08:48     Gulîstan Dursun   STENBOL - Fatma Yildirim a şahida komkujiya 19’ê kanûnê ye der bare komkujiyê de axivî. Fatmayê got tiştên hatine jiyîn ne bîranîne, bixwe jiyaye û got: “Bi êrîşê xwestin jiyana kolektîf a girtîgehan parçe bikin. 19’ê kanûn hîna li vî welatî tên jiyîn.”   Dema hikûmeta (1999-2002) koalîsyon ya MHP, Partya Çep a Demokratîk (DSP), Partiya Anavatan (ANAP) ava dikir de yek ji bûyerên herî bixwîn a dîroka Tirkiyeyê hat jiyîn. Li hember girtîgehan di bin navê ‘operasyona vegera jiyanê’ de komkujî pêk hat 30 girtî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan birîndar bûn. Di 19’ê Kanûna 2000’î de bi awayekî hevdem bi ser 20 girtîgehan de hat girtin, çekên giran, kîmyewî û bombe hatin bikaranîn. Di ser komkujiyê de 20 sal der bas bû. Lê bi komkujiyê re hatin rû hev ne jî bepirs hatin darizandin   Girtî li pêkanînên girtîgehên Tîpa F ketibûn greva birçîbûnê û piştre jî ketin rojiya mirinê. Tevî hemû hewldana girtiyan li her çar alî Tirkiyeye Tîpên F hatin avakirin. Fatma Yildirim ya li girtîgeha Bayrampaşa 12 hevalên xwe di komkujiyê de winda kir û şahida 19’ê Kanûnê ye der barê komkujiyê de axivî.   Pêvajoyeke tije komkuji   Fatmayê got piştî komkujiyên Umraniye, Burdur, Bergama û Ulucanlar dor hatibû komkujiya 19’ê Kanûnê û got: “Di raporên otopsî û çapemeniyê de hat dîtin ku girtî çawa hatine îşkencekirin, çawa hatine qetilkirin. Me texmîn kiribû ku wê bi awayekî hevdem êrîş bikin. Tevgera civakî jî wê demê bilind bibû. Li aliyê din jî Tîpên F dihatin çêkirin. Her wiha li zindanan jî pêvajoyeke ku komkujî pêk dihatin bû.”   ‘Di alî girtîgehan de hatin astek nû’   Fatmayê bi lêv kir ku wê demê di alî girtîgehan de  astek nû dihat jiyîn û got: “Dewlet ji ber di alî aborî û polîtîk de tengezar bibû êrîşê girtîgehan dikir. Beriya 19’ê Kanûnê  hevdîtinên IMF û hevdîtinên sermaya derveyê welat hebû. Tirkiyeyê dixwest bi van biçe derve. Digot di serî de zindanan wê teslîm bigirin û piştre hemû civakê. Di pêvajoya heta 19’ê Kanûnê de çalakiyên civakî çêdibûn.”   ‘Xwestin jiyana kolektîf parçe bikin’   Fatmayê got ew li girtîgeha Bayrampaşa diman û li wir girtiyan jiyana kolektîf ava kiriye û ev tişt vegot: “Me xebatên perwerdê dikir. Me xebatên pirtûkên polîtîk dimeşandin. Wê demê girtîgeh wek dibistanê bûn. Dewlet di ferqa vê de bû. Yên diketin girtîgehê bi îrade, motîvasyon û şoreşger derdiketin.  Dibûn xwedî hişmend. Lê dewletê xwest vê jiyana kolektîf parçe bike.”   ‘Me dizanibû wê komkujî bê’   Fatmayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Di hevdîtina dawî de mase rakiribûn. Roja din operasyon kirin. Me dizanibû wê ev operasyon pêk bê. Me girtiyên şareşger got em çi bikin, em çawa vê êrîşê biçewisînin. Me xebat meşandin. Wê demê sê kom ketin rojiya mirinê. Dewletê hevdîtin dikir. Hinek nivîskar û rewşenbîr ketin navberê. Pirsgirêk dihatin çareserkirin lê êrîşa 19’ê Kanûnê pêk hat.”   'Me amadekariyên xwe kirin'   Fatmayê der barê êrîşê de wiha axivî: “Me maskeyên gazê amade kirin. Me plan kir, me got êrîş bibe em ê çi bikin çi nekin. Me her tişt kom kirin. Me merhemên şewatê, bezên bi gaz kom kirin. Ez di koxuşa C2 de bû. Em bi deng rabûn. Leşker derketibûn ser siwaneyan. Gaz avêtin. Paçeyên girtîgehê mezin bûn. Deriyên du koxuşan li hev mêze dikir. Me dirûşme berz kirin. Deng ji ku bibihîstana davêtin wir. Me ava bi karbonat amade kir. Me ew av li betaniyan dikir û davêtin caman. Lê tiştekî fêde nekir. Wan gule dibarandin. Me xwe davêt erdê. Me dirûşme berz dikir. Moral bilind bû. Saet pir pêş ket.  Têketina koxuşan dan ber agir. Em ji bin reviyên agir daketin katê jêr. Ji koxuşa hember deng dihatin. Digotin ‘em dişewitin hevalno’. Piştre me deng negirt. Me bi êşek mezin şewata mirovan dît. Lê me nikaribû em tiştekî bikin. Ew bêdengiya saniyeyeke ji bo min wek sedsalê bû.  Hewadan vekiribû. Hewal ji wir derdiketin. Gelek heval bedena wan dişewitî. Em bi hevalên koxuşa C1 û C2 re hatin gel hev. Me bi hev girt. Me birîndar û yên di rojiya mirinê de girt navbera xwe. Bi makîneya qeynaxê derî dibirîn. Digotin birîndaran bidin. Me got ‘em nadin hun kujerin’.  Îtfaya ku dilopek av navêt şewatê, piştî em derketin hewadankê du saet û nîvan ava şid avêtin me. Saet berbi nîvro diçû. Me bi hev girtibû. Leşkerên robocop nêzî me bûn. Ji wê rewşa me jî tirsiyan.   '12 kes hatin qetilirin'   Fatma destnîşan kir ku kujerên Garîbeyê dewlet û sermayedar in û wiha bi lêv kir: "Piştre em birin xwaringehê. Nasname lêpirsîn kirin. Em yek bi yek li wesayîtan siwar kirin. Em 5 kes mabûn. Wê navberê de ji hewadanka koxuşa C15 û C16 cih vekirin. Hinek wir derdixin. Me hevalên xwe dîtin. Diqiriyan. Ji mêran 6 kes hatibûn qetilkirin. Armanca girtîgehên Tîpa F ev ku girtiyan tecrîd bikin û ji civakê qût bikin. Hewl dan bi Tîpên F girtiyên şoreşger teslîm bigirin. Komkujiyek hat jiyîn lê tevî vê komkujiyê girtiyên şoreşger îradeya xwe teslîm nekirin. Piştî tîpên F tîpên S hatin avakirin. Li Tîpên S şer hîn bêtir giranin.  Dewletê ji bo teslîmgirtina civakê polîtîka meşand.  Rêberê PKK’ê tecid kirine. Garîbe bi îşkenceyê anîn vê astê.  Kujerên Garîbeyê dewlet û sermayeye.”   Fatmayê dawiya axaftina xwe de got ew her roj komkujiyên wek 19’ê Kanûnê dijîn û ji bo tevlîbûna bernameya wê di 19’ê Kanûnê de saet di navbera 14.00-18.00’an de li Navenda Çanda Şîşlî Nazim pêk tê bang kir û got divê ew hemû bi hev re bibin denge zindanan.