Jinan bang kirin: Aysel hişê Tevgera Jinên Kurd e 2021-12-18 09:04:09     Marta Somek   STENBOL - Jinan diyar kirin ku divê siyasetmedar Aysel Tugluk ya ku pirsgirêkên tenduristiyê dijî divê bê berdan: “Heta Aysel neyê berdan em ê di piştevaniyê de bin û bibin dengê wê. Ji zilmê re êdî bes e. Demildest Ayselê berdin.”   Parlametera HDP’ê ya berê  Aysel Tugluk di 2016’an de di operasyona li hemberî Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) de hat girtin û li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê girtiye. Demek dirêje pirsgirêkên tenduristiyê dijî û înfaza wê nayê taloqkirin. 17’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal ceza lê birîn û ji aliyê dadgeriyê ve hat erêkirin. Rewşa tenduristiya Ayselê roj bi roj giran dibe.   Parêzera wê Reyhan Yalçindag got Aysel piştî wefata dayika xwe hişê xwe windakiriye û karên xwe yên rojane bi tena serê xwe nikare bike. 9 doktorên pispor yên di Serokatiya Beşa Zanista Tpa Edlî ya Fakulteya Tipa Kocaeliyê ku 8 mehan Aysel derman kirin gotin: “Nexweşiya wê kronîke, pêş dikeve, di şertên girtîgehê de piştgiriya tibî û lênerîn dikare pirsgirêkan derxe holê û di şertên girtîgehê de nikare jiyana xwe tenê bidomîne û ji ber vê divê Înfaza ceza bê taloqkirin.”   Daxwaza taloqkirina înfazê hat redkirin   Di meha tîrmehê de rapora Ayselê hat aşkerakirin û hem parêzeran hem jî îdara girtîgehê ji bo Ayselê daxwaza sewqkirina serokatiya ATK’ê kiribû. Lê ATK’ê di rapora amade kir de daxwaza taloqkirina înfazê di 3’yê îlona 2021’ê de red kir.   Rewşa Aysel Tugluk her diçe giran dibe û tevî raporan nayê berdan. Jinên hiqûqnas, femînîst, siyasetmedar der barê rewşa Ayselê de axivîn û gotin: “Aysel Tugluk hişê têkoşîn, hişê tevgera jinên kurd e. Divê ATK demildest ji vê şaşiyê vegere û demildes Aysel bê berdan.”   ‘Ev polîtîkayeke taybete’   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr ev nirxandin kir: “Aysel Tugluk yek ji siyasetmedarên jin yên kurd e û siyaseta demokratîk meşandiye. Parlamenterî kiriye, di heman demê de demek dirêj di siyasetê de cih girtiye. Di şertên girtîgehê de nerehetiya wê derketiye holê, tevî raporan, tevî zextên rayagiştî tevî kampanyayê hîna girtiye û em vê protesto dikin. Tiştên li Ayselê tên kirin,  nêzîkatî helwesteke taybet a deshtilatdariyê ye.  Ev polîtîkayeke taybet ya dîlgirtinê ye.”   ‘Divê Aysel Tugluk demildest bê berdan’   Esengulê  daxuyakirin ku di şexsê Aysel Tuglukê de ji siyasetmedarên jinên kurd tol tê girtin û ev tişt daxuyand: “Tiştên di cenaza dayika wê de hatin jiyîn, tiştên li girtîgehê hatin kirin, ji çanda tolgirtinê pêk tê. Nexweşiya Ayselê pêş ketiye, di şertên girtîgehê de ne pêkane bimîne. Tevî vê hewl didin Ayselê terkî mirinê bikin. Divê hevala me demildest bê berdan, divê bersiv ji bo hewldanên wê bên dayîn. Em hemû jin soz didin ku ji bo Aysel bê berdan em ê têkoşîna xwe heta dawî bidin.”   ‘Ji zilmê re êdî bes e’   Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan jî balkişand ser binpêkirinên mafan yên her diçin zêde dibin û wiha bi lêv kir: “Li vî welatî edelet û hiqûq di zihînê Aysel Tugluk, di bedena Garîbe Gezer, di dilê Emîne Şenyaşar de meftaye. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Ji zilma we re êdî bese. Aysel Tugluk demildest berdin.”   ‘Têkoşîna me wê bidome’   Endama Rizgariya Jinan Yeşîm Tukel jî wiha daxuyand: “Tevî rewşa Ayselê girane tevî raporên nikare di girtîgehê de bimîne, nayê berdan. Faşîzma AKP-MHP’ê bi vê pêngava xwe re dixwze tevgera jinên kurd û hemû jinên têdikoşin ceza bike. Daraza mêr ku kujerên jinan, tacîzkar û tecawizkaran berdidin, jinên têdikoşin dîl digire. Têkoşîna me heta Aysel, Ayşe Gokkan, Çîlem Dogan neyê berdan wê bidome.”    ‘Şîdet û îşkence’   Ji Tora Parastina Jinan Gokçe Korkmaz jî wiha vegot: “Girtina Ayselê tê wateya ku jiyana wê dikeve rîskê. Çavkaniya nexweşiya Ayselê û hîna jî li girtîgehê mayîna wê îşkence û şîdeta mêre. Li Tirkiyeyê daraz kujer û tecawizkaran diparêze, lê jinên têdikoşin, li mafên xwe digerin ceza dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku têkoşînê biparêzin. Em banga azadiyê ji bo Aysel û hemû girtiyên jin dikin.”   ‘Divê ATK ji vê şaşiyê vegere’   Endama Weqfa Lêkolîna Civakî û Hiqûqî (TOHAV) Ezgî Gungordu jî bertek nîşanê helwesta ATK’ê da û destnîşan kir ku divê ATK tdemildest ji vê şaşiyê vegere û got: “Di serî de Aysel û hemû girtiyên nexweş divê bên tahliyekirin.”   ‘Emê bibin dengê Ayselê’   Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyama Fatma Înce: “Aysel Tugluk siyasetmedareke jin a girîng ya têkoşîna mafe. Nirxek girîng e. Heta ku Aysel neyê berdan wê têkoşîna me bidome em ê bibin dengê girtiyan. Divê Aysel demildest bê berdan.”   Endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî: “Hişê Aysel Tugluk hişê têkoşînê hişê tevgera jinên kurde. Di şexsê Ayselê de hemû girtîyên jin tên cezakirin û ev nikare bê qebûlkirin. Em ji bo Aysel û hemû hevalên xwe yên jin azadiyê dixwazin.   Seroka Komeleya Jinan a Star parêzer Dîlan Kunt Ayan jî ji bo Aysel Tuglukê daxwaza azadiyê kir û got tevî raporan Aysel nayê berdan û got ev dîlgirtineke siyasî ye. Dîlanê her wiha dawiya axaftina xwe de azadiya ji bo Aysel Tugluk dubare kir.