Emîne Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin û dozger şirikê vê qetlîamê ne 2021-12-16 09:03:24     Sema Çaglak   RIHA - Emîne Şenyaşar bertek nîşanê girtînameya teşhîşê ya diyarkirina “kiryar ne diyar” da û wiha got: “Her tişt li ber çavan e, ew qetlîam li ber çavan hat kirin. Hûn sûc dikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Dozger şirikê vê qetlîamê ne.”   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê hatin kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata wan hatin qetilkirin, ji 9’ê Adarê ve ji bo ku edalet pêk bê li ber Edliyeya Rihayê, Nobeda Edaletê digirin.   Dozgeriya Rihayê cara sêyemîn ji bo teşhîskirina kujeran Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar vexwend teşhîsê û Malbat ji bo teşhîsa kujeran di 8’ê Kanûnê de çû Miduriyeta Polîsan a Rihayê. Di girtînameya teşhîsê de jî wiha hatiye gotin: “Ji bo ronîkirina bûyera kuştinên bi qestî û birîndarkirinên kiryar nediyar ên li Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Pirsûsê ye.”   Malbata Şenyaşar jî di îfadeya ji bo teşhîskirinê de diyar kirin ku ji sala 2019'an wêde di karê teşhîskirinê de tu pêşketin çênebûye û hat ragihandin ku teşhîsa dikin ji bo darizandina li Meletiyê nabe mijara darizandinê.  Herwiha malbatê, di dirêjiya îfadeya xwe de wiha gotiye: "Piştî 3 sal û nîvan teşhîskirinên derbarê mijarê de tu feydeya wan tune ye. Di vê pêvajoyê de teşhîsên ku tên xwestin bi nîyetek xerab tên kirin." Malbata ku ev îfade da teşhîsa hat xwestin nekirin û bertek nîşan dan.    ‘Çi vedişêrin bila eşkere bikin’   Derbarê mijarê de Emîne Şenyaşar ji ajansa me re axivî û bertek nîşanê vê biryare da. Emîne destnîşan kir ku kujer diyar in, hemû li holê ne.  Lê dibêjin kujer ne diyar in. Emîne, wiha axivî: “ Çend roj berê dîsa xwestin em teşhîs bikin, lê em neçûn. Ji me re dibêjin em nizanin kê komkujî pêk aniye.  Lê ew ji me çêtir dizanin çi bûye. Îfadeyên me hene, îfadeyên şahidan hene. Em sê caran çûn ji bo teşhîsê. Lê dibêjin kujer ne diyar in. Çi vedişêrin bila eşkere bikin. Bila qeydên nexweşxaneyê derxînin.”   ‘Sawci şirikantiya vê qetlîamê dike’   Emîne diyar kir ku yên vê zilmê dikin bila hesab bidin û got: “Em nêzî salekê ye li vir rûniştine. Çima vê zilmê li me dikin. Her tişt li ber çavan e, ew qetlîam li  ber çavan e. Hûn sûc dikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Sawci şirikantiya vê qetlîamê dike. Bila yên ku zarokên min kuştine werin girtin û darizandin, bila kurê min berdin. Kesên ku qetlîam pêk anîn serbest digerin û ji wan re tu tişt nayê kirin. Edliye li me qedexe kirine. Kurê min di odeyek tenê de ye. Ev çi edalet û çi dewlet e."   ‘Şûna kujer bên darizandin ez têm darizandin’   Emîne di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li şûna kujer bên darizandin ew tê darizandin û wiha axivî: “Her diçe nexweşiyên min giran dibin. Tevî van nexweşiyan jî ez doza malbata xwe dikim. Ji bo ku edalet pêk were têdikoşim. Edalet ne tene ji bo min e ji bo hemû kesan pêwist e. Lê limin doz tê vekirin. Min dibin qereqol û dadgehan. Her roj polîs li me zilmê dikin. Me dorpêç dikin. Çima kujer nayên girtin, çima tên parastin. Wîjdanê vê hikûmetê tune ye. Ez dev ji doza xwe bernadim û heta ku kurê min ji girtîgehê dernekeve û kujer neyên girtin û darizandin ji ber deriyê edliyeyê naçim.”