Hêrs û serhildana jinan a ji bo Garîbeyê: Bi destên dewletê hat qetilkirin 2021-12-14 09:07:31   STENBOL - Girtî Garîbe Gezer ku hat tecawizkirin û îşkenceya zayendî dît, bi guman jiyana xwe ji dest da. Jinan bertek nîşanê bûyerê dan û gotin: “Garîbeyê întîhar nekir, bi destên dijmin hat qetilkirin. Bi destên dewletê jinek din hat qetilkirin.”   Girtî Garîbe Gezer li girtîgeha Tîpa F a Hejmar yek a Kandariyê ji aliyê gardiyanan ve hatibû tecawizkirin û îşkenceya zayendî dîtibû. Garîbe di 9’ê Kanûnê de di hucreya xwe de bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Midurê girtîgehê li malbatê geriya û agahî da malbatê.  Kar û barê otopsiya ewil bêyî parêzer li Saziya Tipa Edlî ya Kocaeliyê hat kirin. Cenazeyê Garîbeyê di 10’ê Kanûnê de li ser milê jinan, ji bo bişînin bajarê wê Kerboran a Mêrdînê birin Balafirgeha Nû ya Stenbolê. Li balafirgeha Mêrdînê destûr nedan ambulansê û malbatê bi derfetên xwe cenaze birin.    Der barê mirina Garîbeyê de, binpêkirinên rayedaran hem ji aliyê hevalên wê yên girtîgehê û hem jî ji aliyê parêzeran ve hat vegotin. Pirsên ku Garîbe ber bi mirinê ve bir çibûn, hîna li bende bersivê ne û jin hêrsa xwe ya li dijî vê didomînin.   ‘Serhildanek mezin a jinan heye’   Hevberdekva DBP’a Stenbolê Dîlber Demîr, diyar kir ku di demên dawî de ji girtîgehan cenaze tên derxistin û wiha dirêjî dayê: “Binpêkirinên mafan, polîtîkayên bêcezahiştinê mixabin hevalek me ya din jî ji me kir. Divê iddiaya întiharê bê lêkolînkirin. Hevala me hatibû tecawizkirin û îşkence dîtibû. Dijhiqûqî û binpêkirinên mafan dibin sedema gelek binpêkirinan. Em naxwazin hevalên xwe bikin qurbana vê. Serhildana jinan mezin e. Serhildana me mezin e û em ê her tim di nava serhildanê de bin. Em ê bibin dengê hevalên xwe yên girtî.”   ‘Bila Garîbe şehîda me ya dawî be’   Muhsîne Saçan jî bi lêv kir ku dewlet hewl dide berpirsyariya xwe ji ser xwe bavêje û ev tişt bi lêv kir: “Dibêjin Garîbeyê întîhar kiriye, lê hevala me întîhar nekir, bi destên dijmin hat kuştin. Em di serî de bang li dayikan û hemû kesî dikin. Ger em nebin yek em ê yek bi yek biçin. Di mirina vê hevala me de berpirsyariya me hemûyan heye. Şehîd ne ya malbatê tenê ya me hemûyan e. Bila dayik rabin ser piyan û bila ev şehîda me ya dawî be.”   ‘Hewl dida dengê xwe bide bihîstin’   Hevseroka Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyên Marmarayê (MA-TUHAYDER) Esîn Çelîk jî daxuyand ku beriya Garîbe jiyana xwe ji dest bide li girtîgehê der barê binpêkirinên mafan, îşkence û tecawiza li girtîgehan di rayagiştî de banga hestiyariyê kirine û axaftina xwe wiha domand: “Garîbe li girtîgehê bi pêkanînên gardiyanan re hat rû hev, hat tecawizkirin û tacîzkirin. Hewl dida dengê xwe bide bihîstin. Me jî wek komeleya malbatên girtiyan, hem jî wek rêxistinên jinan hewl dida dengê wê bidin bihîstin. Lê me çi jî kir têr nekir. Çiqas bê gotin dawî li jiyana xwe anî jî pêngav pêngav mirin lê hat ferzkirin. Divê înşkenceya li Garîbeyê hat kirin bi aşkera derkeve holê. Ji bo mirinên din neyên jiyîn divê demildest dawî li binpêkirinan bê.”