‘Li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet kujer tên parastin' 2021-12-11 09:10:35   STENBOL - Jinên siyasetmedar û femînîst der barê polîtîkayên şerê taybet û kuştinên jinan de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku sûcên ku leşker dikin bi destê darazê ve tên veşartin û heman daraz jinên ku têdikoşin û girtiyên nexweş tahliye nake, tecrîdê zêde dike.   Li bajarên kurd polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û jin û zarok ji aliyê polîs û leşkeran ve tên tacîzkirin, fuhuş û hişbir li wan tên ferzkirin. Sala borî jina bi navê Îpek Er întîxar kiribû derketibû holê ku li Sêrtê ji aliyê çawîşê pispor Mûsa Orhan ve hatiye tecawizkirin. Dîsa li Wanê çawîşê pispor Talîp K tecawizê du xwendekarên lîseyê kiribû. Li aliyê din jî kuştinên jinan didome. Jinên siyasetmedar û femînîst der barê mijarê de axivîn.   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay da zanîn ku dewlet û mekanîzmayên wêk sûc teşwîq dike û wiha got: “Mekanîzmayeke ku van sûcan bê ceza dihêle heye. Piştî vekşîna Peymana Stenbolê û dîsa bi hinceta pandemiyê re girtîgeh hatin valakirin û tenê girtiyê siyasî di hundir de hatin hiştin. Tecawizkar û kujerên jinan hatin berdan û bi vê re ev sûc zêdetir hatin kirin.”   ‘Rêxistinbûna jinên li ber xwe dide heye’   Ebruyê destnîşan kir ku mêr ji hêz û pêşketina jinan bi fikarin û ev tişt anî ziman: “Li bajarên kurd têkoşîna jinan heye. Li dijî zextan bê navber têkoşîna jinan tê meşandin. Dewlet, desthilatdarî û mer li dijî vê bi hêrsin. Xurtbûn û yekitiya jinan tê wateya ku wê li Tirkiyeyê gelek tişt biguherin. Di pevajoya pandemiyê de jî jinan  tevî polîtîkayên zextê berxwe dan.”   ‘Kujer tên parastin’   Ebruyê balkişand ser  têkoşîna jinan û got ev rewş desthilatdariyê nerehet dike û ev tişt daxuyand: “Li dijî vê êrîşê li hember jinan zêde dibin. Kujer tên parastin û sûcên li hember jinan tên teşwîqkirin. Li Tirkiyeyê mêrek bêje ‘Ji ber hêza jinê qelse min kuşt’ xuyaye ku ev bi polîtîkayên dewletê re têkildare. Ji ber rayedarê hikûmetê dema mijar dibin jin dibêjin ‘ji carekê tiştek nabe’. Li gorî min di navbera her du zîhniyetan de cudahî tune.”   ‘Mûsa Orhan bi saya jinan hat darizandin’   Ebruyê wiha dirêjî dayê: “Di dosya Îpek Er de pêvajoya darizandina gumanbar hatiye destpêkirin. Her wiha polîtîka bêcezahiştina Mûsa Orhan yek ji mînakên herî şênbere. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu gotinên ku gumanbar Mûsa Orhan diparast anî ziman. Lê bi saya têkoşîna jinan tecawizkar Mûsa Orhan hat darizandin. Daraza mêr wek gelek gumanbarî Mûsa Orhan jî parast.  Daraza mêr der barê tenê biryara girtinê da lê em dizanin ku bi saya têkoşîna jinan hat darizandin. Jin bi hev re bi piştevaniyê xurt dibin.”   Şîdeta mêr ne munferîte   Endama Lijneya Rêveberiya Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Benazîr Coşkun jî wiha nirxandin kir: “Dewlet û mêr bi giştî li hev tên. Bi hemû esasên patrîarka xwe dane der. Di vê pêvajoyê de hemû plan ji bo parastina mêr tên kirin. Ji bo jinan ji her qadê vekişînin şîdeta dewlet- mêr pêk tê. Ne şîdeta mêr munferîte ne jî tesadufe. Li hemer jinan êrîşeke topyekun heye. Şîdeta mêr gihiştine qirkirinê.”   ‘Tecrîd li ser hemû jinan pêk tê’   Benazîrê destnîşan kir ku dewlet evqas bi mêrtiyê re yeke ku cezayê li mêr tê birîn wekê li wan hatiye birîn dibîne û wiha dawî lê anî: “Li hember jinên têdikoşin û jinên trans ev şîdet girantir bûye. Tecrîd bi giştî li ser jinan tê meşandin û her diçe zêde dibe. Beyî ku Îpek Er bê fikirî, pêşeroja gumanbar Mûsa Orhan hat fikirî û 10 sal ceza danê. Lê li femîst, jina kurd Ayşe Gokkan 30 sal ceza tê birîn. Li Leyla Guven 22 sal ceza tê birîn. Lê tevî hemû êrîşan têkoşîna rizgariya jinan bi awayekî xurt didome. Têkoşîna me beramberê xwe jî dibîne.”   ‘Daraz mêran diparêze’   Endama Rizgariya Jinan Yeşîm Tukel jî balkişand ser êrîşa li hember jinan û got dewlet-mêr bi hemû alav û rêbazî êrîşa topyekun li hember jinan dimeşîne û wiha dirêjî dayê: “Daraz jinê ceza dike. Lê mêrên ku şîdetê dikin, jinan dikujin, diparêze û cesaeretê didê.  Em jin li kolanan di têkoşîna edeletê de ji bo jinên hatine qetilkirin, tecawizkirin û girtin şîara ‘em ne edeleta mêr edeleta rast dixwazin’ diqîrin. Yên vê şîarê pêk bînin jî dîsa têkoşîna yekbûyî ya rêxistinkirî a jinane.”