Welatiyan bertek nîşanî zemên hatine kirin dan: Bila îqtidar îstifa bike 2021-12-10 09:13:44   Medya Uren-Derya Ren   AMED - Li Amedê li pey zemên ku li xurek û amûran hatine kirin, li rêwitiya maşîneyan jî zem hat kirin. Nîştecihên Amedê bertek nîşanî zemên tên kirin dan û xwestin hikumet îstifa bike. Gelek kesan gotin:"Êdî em nikarin debara xwe bikin wisa here jî em ê rabin serhildanê."   Bilindibûna dolar bandorê li ser her beşê dike. Zam li pey zaman tê û gelê Amedê bi zema ku li rêwitiya maşîneyan hat kirin hişyar bû. Rêwitiya otobusên girêdayî şaredariyê, otobusa biçûk, dolmîşên sivîlan û seyareyên bazirgainiyê bihatir bûn. Rêwitiya ku kesek bi 2 lîra û 50 quruşî dikir bû 3 lîra û 25 quruşî. Ji ber zemên hatine kirin welatî û bi taybetî ji xwendevan bi bertek in.   Têkildarê zemên hatine kirin em li cihên herî çalak ê Amedê li Ofîsa girêdayî navçeya Yenîşehîrê ye û ji welatiyan rewşê dipirsin.   ‘Yên ku nikarin rêvebertiyê bikin bila îstifa bikin’   Xwendekara zanîngehê Dîlba Şen rewşa zemê şermezar kir û wiha got:"Dibistana min li 500 evlerê  ye, ez ê her roj ji vir herim wir. Ez ê nikaribim bi lingan jî bimeşim û nikaribim diravê seyarê jî bidim. Ger ez serê sibehê saet di 5’an de derbikevim encax ez saet di 12'yan de li dibistanê bim. Ya ku li me dikin ne edalet e. Di vê rewşê de em tenê îstifaya wan dixwazin. Em çiqas bêjin û rexne bikin jî vala ye. Ji ber wê sedemê em dibêjin ger hûn nikarin bi rê ve bibin îstifa bikin.”   ‘Mirovên xwe nekin serokê aboriyê’   Xwendevana bi navê Elîf Çinar jî diyar kir ku ew neçar in di hemû gavên xwe de dirav bidin û wiha berdewam kir:"Di welat de tiştekî jiyanê nemaye. Pêwîst e demlidest hikumet îstifa bike. Lewra rexmê nerazîbûnên gel jî hikumet bi israr li ser îqtidarê dimîne. Wezîrê karê Hundir Suleyman Soylu ji bo sermayeya sala 2022’yan di meclîsê de mafê axaftinê girt. Lewra axaftina wî pir beredayî bû. Bi wan axaftinan êdî nikarin zarokan jî bixapînin. Li aliyê din her roj serokê banqeya navendî diguherin. Aborî bi vî rengî çareser nabe. Kesên ku agahiya wan ji aboriyê nîne neynin ser rêveberiyê. Ji ber ku mirovên we ne wan nekin serok."   ‘Bi dravê distînim nikarim debara xwe bikim’   Ajokarê dolmîşê Zahîr Yikimaz jî berteka xwe anî ziman û wiha got:"Hûn qala zemê dikin lewra em ajokar jî pirsgirêkên mezin dijîn. Îro bi bilindbûna dolar re zem hatiye ser hemû xurek û alavan. Bi taybetî jî her ku diçe zam tê ser benzînê jî. Ez bi diravê ku ji rêwiyên xwe digirim nikarin benzîna xwe dagirim. Ev zam ji bo me pêwîstiyek bû. Ger xilas neke jî herî zêde em ê bê kar bimînin."   ‘Em matmayî nebûn’   Nevîn Yilmaz a ku kedkara malê ye got êdî em ji geşedanên rû didin matmayî namînin. Nevînê wiha berdewam kir:"Zem hatiye ser her tiştî. Beriya ku zam were ser rêwitiya maşîneyan jî ji xwe me nedikarî siwar bibin. Debarek me tune ku em bidin rêwitiyê. Êdî em qet siwar naçin cihekî. Em ê rêwitiyên xwe bi peyatî bikin. Tiştek ji destê me nayê. Îqtidar nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Me kesek baş nedît. Ji ber vê sedemê jî em naxwazin êdî di hilbijartinan de deng bidin.”   ‘Baweriya me nemaye’   Xwendevana zanîngehê a ku nexwest navê xwe bide jî bertek nîşanî zemên hatine kirin da û got:"Bê guman hemû beşên civakê di nava vê tengasiya qeyranê de ne. Lê belê em weke xwendevan du qat vî barî hildigirin. Em nikarin debara xwe bikin. Bûrsên ku didin me tenê têra diravê rê nake. Yan em ê bûrsa xwe bidin rê an jî bidin xwarinê. Êdî rewş gelek awarte ye. Ji vir şûnde dê bikaribin çaresriyekê pêş bixin? Qet baweriya me nema.”   ‘Em ji zeman re bûne temaşevan’   Xwendevana zanîngehê Zeynep Kinay jî bi van gotinan berteka xwe anî ziman:"Jiyan gelek biha bûye. Li Tirkiyeyê di her alî de şert û mercên jiyanê zehmet bûye. Em tenê bûne temaşevanê zemên tên kirin. Tiştekî din ji destên me nayê. Tirkiye ber bi ketinek mezin ve çûye û diçe. Wê dawiya me çi be em ê bibînin."   ‘Em nikarin bixwînin’   Xwendevana bi navê Ruken Ortaç jî wiha destnîşan kir:"Sedemê zeman hikumet bi xwe ye. Zam hatiye ser her tiştî, belê tenê zam neketiye ser mûçeya kêmtirîn (asgarî ucretê). Lewra niha jî ne şaş bim qala zemê tê kirin lê rêjeya ku ew bikin jî wê têra me neke. Pêwîst e demlidest siyasetmedar di vî alî de politikayên xwe pêş bixin. Em nikarin bixwînin û bidin xwendin. Pêwîst e ji bo xwendevanan derfet werin afirandin. Divê siyasetmendar me hemûyan fam bikin û wê demê ji me re bibin alîkar. Em û siyasetmedar ne di heman şert û mercan de dijîn."   ‘Rabin ser xwe’   Bêrîvan Yilmaz da zanîn pêwîst e li hember zeman em gel rabin ser xwe û çalakiyan li dar bixin. Bêrîvan wiha got:"Em mecbûr in êdî bi meşê rêwitiya xwe bikin. Me her tişt ji xwe kêm kiriye. Em erzaniyê dixwazin. Pêwîst e em nebêjin tiştek ji destên me nayê. Divê em bidin zorê ku çareserî werin afirandin."   ‘Em ê ji birçîna bimirin’   Şefîqe Serîm wiha axivî:"Pêwîst e êdî gel rabe ser xwe û li dijî van zeman berteka xwe nîşan bide. Em nikarin debara xwe bike. Mûçeya kêmtirîn hindik e. Bi van zeman wê çawa têra me bike. Em di malê 6 kes in û diravê tê mala me de 2 milyar û 700 e.  Li gorî van şert û mercan ger mûçeya kêmtirîn bibe 4 milyar jî ew ê têra me neke. Em ê ji birçîna bimirin."   ‘Her tişt li holê ye’   Jina teqawît ku nexwest navê xwe bîne ziman jî wiha got:"Em ê êdî neçin û neyên. Ger pêwîstiya me çêbû em ê bimeşin. Sedemê van zeman e rêvebirên Tirkiyeyê ne. Bila siyasetmedar her roj bêjin rewş baş e. Em weke gel her tiştî dibînin. Rewşa me hemûyan li holê ye. Dibe ku ew dikarin pêwîstiyên xwe bistînin lê em nikarin bistînin. Bila ji bo me butçeyekê derbixin ku em jî wek hev bin."   Ji derveyî van kesan gelek nîştecihên Amedê jî bi gotinên “Xwedê ji wan re nehêle” , “Zem hatiye ser her tiştî, rêwîtî mabû, bila zem were ser wê jî” û “Em weke xwendevan nikarin biaxivin jî. Têkildarê wê em şîroveyekê bikin jî dawiya me ne diyar e” berteka xwe anîn ziman.