Li Tirkiyeyê Roja Mafê Mirovan: Dixwazin tirsê biafirînin 2021-12-10 09:07:46   Dîlan Babat   ENQERE - Endama MYK ÎHD’ê Nuray Çevîrmen der barê binpêkirinên mafan yên zêde bûne de axivî û da zanîn ku li Tirkiyeyê di hêla mafan de şûndeketinek heye û balkişand ser polîtîka desthilatdariyê: “Li Tirkiyeyê dixwazin li ser mirovan tirsê biafirînin.”   Di 2'yemîn Şerê Cîhanê ya navbera 1939-1945’an de hat jiyîn de ji 60 mîlyonî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest da bi mîlyonan kes birîndar bûn. Piştî şer  dewlet ji bo maf û azadiyên kesan bikevin bin ewlehiyê bûn yek. Sê sal piştî şer ji bo parastina mafên gelên sivîl Danezana Gerdunî ya Mafê Mirovan hat qebûlkirin. Danezar di hezîrana 1948’an de ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hat amade kirin û di 10’ê kanûna 1948’an de li Parîsê hat qebûl kirin. Gelek welatên ku îmze avêtin danezarê li seranserê cîhanê her sal 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê qebûl dike.   Tirkiyeyê jî danezan di 6’ê nîsana 1949’an de qebûl kir di 27’ê gulana 1949’an de di rojnameya fermî de weşand û ket meriyetê. Tirkiye ji wê rojê de ye bi armanca balê bikşîne ser binpêkirina mafan di nabera 10-17’ê kanûnê de çalakiyan pêk tîne.   Li Tirkiyeyê her sal binpêkirina mafan digihêje astek  jor û 20 sal in hema hema maf hatine rakirin. Di encama polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê de binpêkirinên mafan mezin bûn. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 10 mehên ewil yên salê de herî kêm 167 kes  bi tehdîd û sîxuriyê re hatine rû hev, 36 kesî serî li ÎHD’a Stenbolê, 10 heban li ya Enqereyê, 7 heban li ya Îzmîrê, 3 heban li ya Amedê, 2 heban li ya Wanê, yekî li ya Êlihê, yekî li ya Dêrsîmê, yekî li ya Mêdînê da û piştgiriya hiqûqî xwestin.   Endama Lijneya Reveber a Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen, di çarçoveya roja mafê mirovan a cîhanê de der barê binpêkirinên tên jiyîn de nirxandin kir.   ‘Şûndeketinek heye’   Nurayê got di esasa serlêdanan de binpêkirinên mafan şopandine û bi van binpêkirinan rapor amade kirine û wiha got: “Li Tirkiyeyê demek dirêje di alî mafê mirovan de şûndeketinek heye. Ji ber ku di nokteya mafê mirovan de pirsgirêk nayên çareserkirin pirsgirêk dertên holê û em rêxistinên maf jî bi pirsgirêkan re mijûl dibin. Ji mafên derdorê bigirin heta mafên aborî û civakî, mafê jiyan, xebat û azadiya fikr û ramanê binpêkirin tên jiyîn.”   ‘Di nokteya azadiya fikr û ramanê de binpêkirin zêde ne’    Nurayê di berdewamiyê de balkişand ser binpêkirinên li ser Enqereyê  tên jiyîn û got: “Ji ber bajarê navenda siyasiye li hember azadiya fikr û ramanê, li hember muxalîfan zextên mezin hene. Di pêvajoya binçavkirinê de, ji îşkence û pêkanîna nebaş wêdetir, li hember kesan sîxurî tê ferzkirin, zext, tirs, tehdîd tên kirin. Ev pêkanînên wisa di dewrê de ne. Ev 6 sal in li Enqereyê ev pêkanÎn pir zêde tên jiyîn. Der barê vê de mixabin gelek serlêdan li saziya me tên kirin. Fikar mijara gotinê ye û ber tehdîdên tên kirin mirov xwe dikşînin. Lê yên serî li me didin dibêjin; em serlêdana xwe bikin bila di bin qeydê de be. Ev girîngin û divê li ser van bên sekinandin.”   ‘Dixwazin tirsê biafirînin’   Nurayê got di salên borî de der barê pêkanînên li Enqereyê hatine jiyîn de rapor amade kirin û pêşkêşî yekîneyên têkildar yên meclîsê kirine û wiha dirêjî dayê: “Me got divê çareseriyek bê dîtin. Me 10 serlêdan kirin. Di nav serlêdanan de ligel bûyerên revandinê, bi telefonê li malbatan gerandin, tehdîdkirin, zext ava kirin û gelekên din hebûn. Ev her çûn zêde bûn. Me ji komîsyona şopandina ewlehiyê re nivîs nivîsî û  me got bila mijar bê lêkolînkirin. Di vê mijarê de dixwazin tirsê biafirînin û hedefa wan ya herî mezin ji ser malbatan ve kesan bitirsînin.”   Nurayê wiha dawî lê anî: “Em nêrîna desthilatdariyê ya li hember îşkencê fêm nakin. Her cureyê çalakiya ku bandor li ser kes dike îşkenceye.Ev bûyer êdî bûne ji rêzê. Di peymanên navneteweyî de û di qanûnên Tirkiyeye de ev sûcin. Kesên vî sûcî dikin jî divê bên cezakirin.”