Dayika Aştiyê ya tahliye bû: Em dest bidin hev û dengê xwe bilind bikin 2021-12-10 09:05:35   STENBOL - Dayika Aştiyê Zubeyde Adar ya di rojên borî de tahliye bû, diyar kir ku di bin çavan de û li girtîgehê sîxurî lê hatiye ferzkirin, bi îşkenca legerîna tazî û gelek binpekirinan re hatiye rû hev. Zubeydeyê da zanîn ku ew nikar li dijî van bêdeng bimîne û banga ‘Werin em dest bidin hev em dengê xwe bilind bikin’ kir.   Dayikên Aştiyê ku bi salan e li Tirkiyeyê ji bo aştî pêk bê têdikoşin, her carê dibin hedefa polîs û darazê. Yek ji van dayikan jî Zubeyde Adar e. Zubeyde di 6’ê nîsanê de bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ bi ser mala wê de hat girtin, sê rojan di bin çavan de ma û piştre hat girtin.   Zubeyde ku birin girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, bi lêgerîna tazî re hat rû hev û her wiha gelek binpêkirinên mafan jiya. Rûniştina wê di 1’ê kanûnê de hat dîtin û pêvajoya girtina wê li ber çavan hat girtin,hat tahliyekirin. Zubeydeyê der barê pêvajoya girtîgehê de û tecrîdê de nêrînên we anî ziman.   Zubeydeyê da zanîn ku dema polîsan bi ser mala wê de girtiye şîdet lê kirine û der barê wê rojê de wiha got: “Sê polîs ketin hundir Gotin ‘ferîde ferîde’. Min jî got kesek bi navê Ferîde tune. Dema min navê xwe got polîs got ‘temam wê demê me Zubeyde Adar dît’. Min got bûka min ducaniye niha di serşoyê de ye û min gazî texsiyêkiriye ez ê bibim nexweşxane. Wan jî xwest li serşoyê binêrin. Min destur neda. Polîsa jin hat lê mêze kir. Li her derê malê mêzekirin. Ji ber dengê wan zarok tirsiyan.”   ‘Min şîdet dît’    Zubeydeyê destnîşan kir ku dema ew dibirin xwarê dora wê girtine, wêneyên wê kişandine û ev tişt anî ziman: “Dema ez birim nexweşxanê polîsan li ber derê nexweşê şîdet li min kirin. Ji ber nexweşxane nedidîtin em çûn du nexweşxaneyên din. Dema em ji nexweşxanê derdiketin, polîs bi destê xwe xwest serê min bipelçiqîne. Min destur nedayê. Alozî derket. Milê min şidand û pihîn avêt. Milê min hemû reş bû.  Li TEM a Stenbolê ya Kolana Vatê berê min dan dîwar. Hem bi şîdet û hem jî şîdeta psîkolojîk lêgerîn kirin. Wêne kişandin. Ez birim nezaretxaneyê.”   Sîxurî hat ferzkirin   Zubeydeyê wiha dirêjî dayê: “Piştre ez birim odeyeke ku 7 polîsên mêr tede bûn. Polîsan sîxurî pêşniyar kirin. Gotin tu bi xêr hatî,  min bersiv nedayê. Gotin em ê hinek bi te re eleqeder bibin. Min got ez tu car qebûl nakim. Dema li emniyetê îfade dihat dayîn destên min kelepçe kirin û zendên min hemû reş bibûn. Îfadeya dozgeriyê jî li emniyetê hat girtin. Dadgehê biryara girtinê da. Polîsekê ji min re digot ‘tu şerm nakî? Tu 50 saliye bi van faliyetan re mijûl dibî.’ Min jî got ‘tu şerm nakî te jinek 50 salî aniye vir. Ji ber kurd im te ez anîm vir’. Beriya min bibin girtîgehê min tiştên wisa jiyan.”   ‘Lêgerîna tazî’   Zubeydeyê destnîşan kir ku li girtîgha Bakirkoyê lêgerîna tazî lê hatiye kirine û wiha berdewam kir: “Min bertek nîşan da. Ez birim cem hevala ku testa wê pozîtîf derketiye. Tevî dizanibûn gelek nexweşiyên min hene jî sê rojan em bi hev re man, piştre hevala min derxistin. Ez 14 rojan li wir mam. Ez dîsa birim testê. Ez ji ber vê 14 rojên din jî di hucrê de mam.”   ‘Li derve jî li hundir jî zext hene’   Zubeydeyê balkişand ser binpêkirina mafan yên li girtîgehê û da zanîn ku zext û binpêkirin tenê li girtîgehan tune, li derve jî li ser jinan zext hene û ev tişt anî ziman: “Hevalên girtî yên nexweş hene. Tevî daxwazanemeyê dinivisin jî nabin nexweşxanê. Destê min ket ber deriyê koxuşê û pelçiqî. Min çend caran daxwazname nivîsî lê ez nebirim nexweşxanê. Her roj dihatin koxuşan lêgerîn dikirin. Alavên met evli hev dikirin. Tevî em di hucrê de bûn ev lêgerîn dikirin. Li ser jinên girtî zext hene. Gelek girtî înfaza wan dihat taloqkirin. Ev dijhiqûqiye. Heval tahliyeya wan hatibûn bernedidan. Me stran digotin, dirûşme berz dikir, lêpirsîn vedikirin. Hevalên me dîl digirin. Cezayên wan qedyaye lê bernadin. Li dijî axaftina kurdî bertek nîşan didan.”   ‘Li gelê Kurd tecrîdê pêk tînin’   Zubeydeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser tecrîda giran ya li ser Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxuyakirin ku tecrîd di esasê de li hemû gelê kurd pêk tê, divê dayik dest bidin hev û ji bo aştiyê bibin yek. Zubeydeyên bang li dayikên leşkeran jî kir û got divê hemû dest bidin hev, li her qadê hebin û dengê xwe bilind bikin.