‘HDP wê rêwitiya hêviyê bi kongreyê pêşdetir bibe’ 2021-12-06 09:02:33     Marta Somek   STENBOL - Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bulut da zanîn ku bi dirûşma ‘Li Stenbolê dema HDP’ê’ di 12’ê Kanûnê de 4’emîn Kongraya Asayî ya xwe wê pêk bînin û got wê HDP rêwitiya xwe ya hêviyê bi kongreya Stenbolê pêşdetir bike.   HDP’a Stenbolê di 12’ê Kannûnê de li Kuçukçekmeceyê li Navenda Çanda Yahya Kemal Beyatli 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî dê pêk bîne. Kongre wê bi dirûşma ‘Li Stenbolê dema HDP’ê’ pêk bê û wê rêveberiya nû bê hilbijartin. Beriya kongreyê bi gel re hevdîtin hatin kirin û der barê rojevên dem apêş de pêşniyarên şênber hatin girtin. Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bulut der barê tevlîbûna kongreyê de got ew tevlibûnek xurt dibpên û der barê rojevên wê di kongreyê de bên destgirtin, krîza aborî û butçeya li meclîsê didome de axivî.   Serdanên gel   Elîfê diyar kir ku li gelek navçeyan civînên gel kirine, çûne serdana saziyan û got: “Bi jin, ciwan, kedkaran re hevdîtin hat kir. Ji bo dema pêş rêveberiyeke baş tê amadekirin. Em dibêjin ‘dema HDP’ê ye û li qadane. Hewcedarî bi rêveberiyeke xurt ya pêvajoya pêş diguhere heye. Em ketine pêvajoyek krîtîk. Belkî hilbijartin herî zû salek şûnde bê kirin lê ew hilbijartin wê negihêje 2023’an. Emê bêjin ‘dema HDP’ê ye’ û em ê li qadan bin. HDP û pêkhateyên wê divê wek partiya jinê rengê xwe diyar bike.”   Wê her kes cih bigire   Elîfê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Li Stenbolê ji her salî nûneriya HDP’ê heye. Di vê alî de  kongreyek xurt wê gelek tiştî biguhere. Xebatên kongreyê wê her kesî bihewîne. Hevserokatî bo me gelek girînge. Ji sedî 50’ê nûneriya jinan heye. Ciwan, ji saziyên baweriyan, Kurd, Tirk, Elewî, Suryanî wê di kongreya me de cih bigirin. Wê bigihêjin encamekê.  Wê bi rêveberiyek xurt derkevin pêş me.”   ‘Ji bo dem dema rêxistinbûnê ye’   Elîfê her wiha diyar kir ku dema xebatên kongreyê dimeşînin tenê rêveberan diyar nakin û got demên kongreyê ji bo wan dema rêxistinbûnê ye û wiha got: “Pêvajoya kongreyê de em bi qada kedê re hatin gel hev. Mînak xizanî pir hat ziman. Li meclîsê butçe tên Nîqaşkirin lê butçeyeke ji gel pir dure.  HDP li dijî vê gotina xwe dibêje.”   Qîrînek xurt a jinê…   Elîfê balkişand ser têkoşîna jinan û got di 25’ê Mijdarê de jinan qad tije kirin û der barê polîtîkayên desthilatdariyê de berxwe dane. Elîfê nirxandina xwe wiha domand: “Tevî hemû zextan jin di 25’ê Mijdarê de li kolanan bûn.Her roj jin tÊn qetilkirin.  Sûcên îstîsmar û zayendê zêde dibin. Di vê mijarê de gelek jin ji me piştgiriyê dixwazin. Di pêvajoya pêş de em ê bi rêxistinê gotina jinê bêjin. Polîtîka newekheviyê sîstematîk bûye. Li dijî vê tenê gotin têr nake. Rêxistinbûn pir girînge. HDP wê rêwitiya hêviyê bi kongreya Stenbolê pêşdetir bibe.  Butçeya gel diçe ji şer û sermayê re. Naçe ji gel re diçe ji şer re. Ger ev butçe ji welat re bihata xerckirin wê niha welat pir cuda buna. Em bang li hemû kesî dikin ku tevî kongreya me bibe. Bila civak dest ji têkoşîna maf bernede. Kongre 12’ê Kanûnê de saet di 11.00’an de li Navenda Çanda Yahya Kemal Beyatli a Kuçukcekmeceyê wê pêk bê. Em tevlibûnek xurt dipên.”