Rojnameger Neşe Îdîl bi kuştin û tecawizê tê tehdîtkirin 2021-12-01 09:03:31     STENBOL - Rojnameger Neşe Îdîl ya di çapemeniya dîjîtal de ji aliyê nîjadperestan ve hedef hat girtin, bi kuştin û tecawizê hat tehdîtkirin. Neşeyê got wê serlêdana sûc bike.   Di meha tebaxê de leşkerên DYA’yê ji efganîstanê vekişiyan û ji Talîban re hiştin. Piştî vê penaberên Efgan hatin Tirkiyeyê. Wê demê siyasetmedarekî li ser çapemeniya civakî parvekirinek dijberê penaberan parve kir. Rojnameger Neşe Îdîl ku bertek nîşanê vê parvekirinê da, piştî vê bi awayekî sîstematîk peyamên tehdîd, tacîz û lîncê girt.  Her wiha li Gebezeyê jî jina bi navê Ayşegul Aydin ji aliyê kesê bi navê A.M ve hatibû tecawizkirin û 4 meh şûnde li nexweşxana hatibû dermankirin jiyana xwe ji dest da. Neşe ji ber parvekirina ji bo Ayşegulê jî hedef hatibû girtin. Hinek hesabên çapemeniya civakî ku  tehdîdên tecawizê li Neşeyê kirin. Neşeyê diyar kir ku wê serlêdana sûc bike û tiştên jiya ji ajansa me re vegot.   Tehdîd kirin   Neşeyê da zanîn ku piştî bertek nîşanê parvekirina siyasetmedarekî ya der barê ku penaber hedef digirt daye şûnde hatiye lînçkirin û wiha got: “Dijberbûna penaberan pir zêde bûye. Di parvekirina mijara gotinê de penaber esas bûn. Min jî got ez ji penaberan nerehet nabim û min behsa nîjadperestya wî kir. Piştî vê lînçê dest pê kir. Min der barê vê de serlêdana sûc kir. Lê niha nizanim di kîjan astê de ye.”   ‘Li Tirkiyeyê qirkirina jinê heye’   Neşeyê da zanîn ku piştî jina Efgan A.M ya di 12’yê tîrmehê de li Gebzeyê bi hewldana êrîşa zayendî re hatiye rû hev, Ayşegulê jiyana xwe ji dest daye û wiha pê de çû: “ Gotinên ‘Em li welat penaberan dixwazin, penaberan derbikin’ bûn sedema nîjadperestiyê. Nokteya ez îtîraz dikim, ev e ku li Tirkiyeyê qirkirineke jinê heye û li ser nasnameya gumanbar sekinandine. Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin, lê bi argumana ku derxin derveyê welat re nayên rû hev. Ev bi Tirkiyeyê nayê paqijkirin. Divê bi Efganan jî neyê paqijkirin. Min got ev şaşe. Li ser vê dîsa lînç hat destpêkirin.”   Neşeyê da zanîn ku ji parvekirinên wê ‘dijminahiya Tirk’ hatiye derxistin û bi taybet li ser Twîtterê hesabên dijberê penaberan, nûçe û parvekirinên min yên berê berhev kirine û dijminahiya li hember Tirkan derxistin holê. Neşeyê bi lêv kir ku ew newekheviyê nake û dixwaz ne Tirk, ne Sûriyeyî ne jî Afgan rastî newekheviyê neyên. Neşeyê destnîşan kir ku ji ber nûçeyên çêdike îngîlîziye, mirov li naverokê nanêrin û raste rast didarizînin.    Ji ber fikrên wê hedef hat girtin   Neşeyê ev tişt anî ziman: “Ji ber fikrên xwe bi êrîşên nîjadeperset û zayendperest re hatim rû hev. Li holê ye ku ez kî me, li ku dixebitim. Ji van kesên ku peyam şandine ji min re wê di metro an jî otobusê de derkeve pêşberî min? Ji xwe jin di hawirek bê ewlde dijîn. Min tenê fikrên xwe îfade kirin. Ji ber kes nikare min  bidarizîne û ev êrîş nayên qebûlkirin. Ev lînça tê kirin nikarim ji nedîtîve bêm. Em li welatekî wisa rojnamegerin. Ez bi fikarim. Mixabin vê dijîm. Carna dibêjim hatiye jibîrkirin lê dîsa dubare dike.  Yanî nîşan da ku nehatiye jibîrkirin. Ez wek hedef li cihekî disekinim.”