'Bila demildest tecrîd bê rakirin û hevdîtin bê kirin' 2021-12-01 09:02:49     Rojda Aydin    ŞIRNEX - Dayikên Cizîrê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang kirin ku bila demildest tecrît bê rakirin û hevdîtin bê kirin.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê tê tecrîdkirin. Li Girtîgeha Îmraliyê ku 22 salin  tecrîdek giran tê meşandin, hevdîtinên parêzeran û malbatê yên bi Ocalan re tên astengkirin. Herî dawî di 25'ê Adara 2020'an de agahî hatibû girtin. Her wiha berî bi demeke kurt jî derketibû holê ku bi hinceta Abdullah Ocalan volte avêtiye cezayê disîplînê lê hatiye birîn.   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Cizîrê Hatîce Beytur û Rêvebira HDP’ê ya Cizîrê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û destnîşan kirin ku sedema sereke ya aloziya di warê aborî, siyasî, civakî û gelek qadên din de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.     ‘22 salin li ser Serokatî tecrîdek giran tê meşandin’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hatîce Beytûr, tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku tecrît di her qada jiyanê de bandora xwe nîşan dide û wiha got: “22 sal in li ser Serokatî tecrîdek giran tê meşandin.  Ev tecrît bandorê li me hemûyan dike. Her wiha ev tecrîda girankirî bandorek mezin li ser girtiyan jî dike. Em dixwazin ji vê pirsgirêk û şer re çareseriyek bê dîtin. Em dixwazin Serok ji bin vê tecrîdê bê derxistin. Ev tecrît heta kengî dê li ser me  û zarokên me bê meşandin. Bila êdî bes zarokên me bên kuştin û sirgûnkirin. Îqtîdarê tecrîd aniye wê astê ku ne bi tenê li ser Serokatî li ser tevahiya civakê tê meşandin. Em hemû di bin tecrîdê de ne.  Daxwaziya me ew e ku tecrît li ser Serok û zarokên me bê rakirin. Daxwaziya me azadî, aştî û wekhevî ye. Em şer naxwazin.”   ‘Ger Serok azad be dê civak jî azad be’   Hatîce, destnîşan kir ku îqtîdar ji Abdullah Ocalan û gelê kurd ditirse û wiha pêlda axaftina xwe: “Îqtîdar dibêje ku ger tecrît bê rakirin dê ev gel rabe ser piyan. Di sala 2012’an de maseya çareseriyê hatibû avakirin û pêvajoya çareseriyê dest pê kiribû. Lê belê îqtîdarê dawî li vê pêvajoyê anî û şer carekedin da destpêkirin û kurtir kir. Îqtîdarê heta niha gelek caran li hemberî gelê kurd komkujî pêk anîne.  Em kurd in û em jî mafên xwe dixwazin. Wekî hemû gelan nasnameyek me jî heye û em  ji bo wê têdikoşin. Jinên ku bi felsefeya Serokatî li ber xwe dan, li qadan têkoşînê didin. Jinên têkoşer li dijî tecrîdê serî radikin.  Lê bi kurkirina tecrîdê re careke din dixwazin jinan bêdeng bikin. Li aliyekî jî qeyrana aboriyê kur bûye û  xweza tê talankirin. Sedema van hemûyan tecrîd e. Ger tecrîd bê rakirin dê ev tişt jî bi dawî bibin. Çareseriya van pirsgirêkan li girtîgeha Îmraliyê ye. Tenê serok dikare çareser bike. Ger Serok azad bibe dê civak jî azad be.   ‘Em carekedin dibêjin Serokê me Abdullah Ocalan e’   Hatîce, dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê carekedin pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îqtîdara ku dijberiya azadiya kurdan dike tecrîdê kur dike. Ji ber ku Serok 22 sal in di bin wê tecrîdê de ye em ji tendûristiya wî gelek bifikarin. Ev 2-3 salên dawiyê ye tu agahiyên sererast jê nayên girtin. Divê em hemû dayik dest bidin destên hevdû û li dijî tecrîdê rabin  ser piyan.  Divê em li her derê rabin ser piyan û li ber deriyê edliyeyan em banga  xwe mezin bikin. Bila demildest bi Serokatî re hevdîtin bên kirin. Çawa ku Serokê hemû gelan heye, ew jî Serokê me ye. Em carekedin dibêjin Serokê me Abdullah Ocalan e. Divê hemû gel ji vî şerî û tecrîdê re bêje êdî bes e. Êdî bes xweza û jiyana me talan bikin. Bila gelê kurd û jinên kurd vê tecîrdê têk bibin.”   ‘Me kurdan kirasê mirinê li xwe kiriye’   Rêvebira HDP’ê ya navçeya Cizîrê Aynûr Elçîoglu jî diyar kir ku tecrîda girankirî bandorek mezin li civakê dike û wiha domand: “Tecrîd bandorê jin, zarok , civak û jiyana me dike. Tecrît di her aliyê de bandorê li me dike. Em dixwazin tecrît bê bidawîkirin. Di girtîgehan de zarokên me, li der ve jî em di bin tecrîdê de ne. Divê em jin û ciwan li dijî tecrîdê rabin ser piyan. Divê em bêdeng nemînin. Ji bo şikandina tecrîdê û jiyanek aram divê em kurd yekitiya xwe ava bikin. Ger ku em yekitiyê ava nekin dê ev şer kurtir û tecrît jî girantir be. Divê em bibin yek. Divê em li hember tecrîdê bêdeng nebînin. Me kurdan kirasê mirinê li xwe kiriye û em dengê xwe dernaxin. Ev bêdengî heta kengî dê berdewam bike. Divê em vî kirasê mirinê ji ser xwe bikin. Bi taybetî jî jin. Ji bo Serok û zarokên xwe divê em bibin mertal. Di serî de Gelê Kurde hemû civak di bin tecrîdê de ye.  Çavê hemû gel û civakan li Îmraliyê ye û ji rewşa Rêber Apo bi fikar in. Divê em tecrîdê têk bibin. Ger em bêdeng bin dê ev zilm û êrîş zêde bibin. Di bin navê misilmaniyê de zilmê dikin. Ji DAÎŞ’ê xiraptir in. Jin îro di her qada jiyanê de bi tundiyê re rûbirû dimînin. Îqtîdara ku kûjeran diparêze û tecrîdê jî giran dike. Ji bo ev hemû pirsgirêk çareser bibin divê carekedin pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin. Em ê dayik û jin bibn yek û tecrîdê bi dawî bikin.”