‘Girtina HDP’ê qutkirina hemû dengên muxalîf e’ 2021-11-30 09:06:11     AMED - Sîyasetmedarên jin destnîşan kirin ku girtina HDP’ê di heman demê de qûtkirina hemû dengên muxalîf e û diyar kirin ku hebûna HDP’ê hêviyê dide hemû gelan û bingeha jiyanek hevpar û wekhev ava dike.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê yên siyasî, aborî û civakî çareser bike û welatekî demokratîk ava bike bi rê ket. Ji roja hatî avakirin heta îro li bajar, navçe, gund û kolanan bi gel re, bi rêxistinên civaka sivîl re, bi partî û sazî û dezgehan re, bi kesayet û rûspiyan re, bi kedkar û esnafan re, bi jin û ciwanan re civiya. Pandemî, lehî, hişkesalî, bêkarî, aborî, xizanî, gendelî, nijadperestî, zayendparêzî, qedexe, zordestî û tundî, destdirêjî her tim bû rojeva HDP'ê. Her wiha ligel muxalefeta xwe ya li hemberî îqtîdarê jî bû hedefa sereke. Hevserok, hevşaredar, rêveber, endam û xebatkarên partiyê hatin binçavkirin û girtin. Ligel zext û zordariyan jî têkoşîna tawîz neda. Têkildarî zextên li hemberî HDP'ê siyasetmedarên jin ên Amedê axivîn.   ‘Girtina HDP’ê pirsgirêka hemû dengên muxalîf e’   Hevşaredara Erxaniyê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Meryem Yildiz, destnîşan kir ku girtina HDP’ê di heman demê de qûtkirina hemû dengên muxalîf e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtina biryara HDP’ê êdî rewşekê ku ji girtina partiyek sîyasî derbas bûye ye. Ji ber ku faşizm her diçe xwe bi rêxistin dike û dikeve lûtkeyek herî jor. Ji ber vê yekê jî girtina HDP’ê ji girtina partiyê wedetir wek şêwazek dewletê ya ku bi faşîzmê re tê birêvebirin e. Gava em ji hêla siyaseta Tirkiyê ve dinihêrin girtina HDP’ê qûtkirina hemû dengên muxalîf e. Yanî desthîlatdariya heyî dibêje; kî neyê rêza pergala yekperest ew ê bê tunekirin. Desthîlatdar ji bo ku pirsgirêkên civakî neyên nîqaşkirin û nekevin rojevê, ji xwe re tim rojevan dibîne. Herî zêde jî rojeva xwe di ser kurdan re didin meşandin. Ango HDP li Tirkiyê wekî qozek tê bikaranîn e.”   ‘Têkoşîna me li kolanan de ye’   Meryem, diyar kir ku têkoşîna wan ne di bin banê avahiyek de ye, têkoşîna wan ji kolanan dest pê kiriye û wê li kolanan berdewam bike. Meryemê, anî ziman ku êdî kurd bi listîk û planên li ser wan tên meşandin nayên xapandin û wiha got: “Dibêjin qey gava HDP were girtin ew ê siyasetmedarnê HDP'yî li malên xwe rûnên. Bêgûman tiştek wisa nîne. Gelek caran partiyên me hatin girtin û yên nû hatin vekirin.  Êdî hesabên wan ên derbarêHDP’ê û kurdan de hev nagirin. Ji ber ku di rewşa me ya îro de ne tenê Gelê Kurd ji vê desthilatdariyê ne razî ye. Bi tevahî gelên Tirkiyê ne razî ne. Grtina HDP’ê nayê wateya ku vîna kurdan bê şikadin û kurd cihê xwe terk bikin. Beravajî wê kurd bi hêztir û xurtir dibin. Têkoşîna me li kolan û qadan mezin dibe. Têkoşîna me ne di bin sîwana avahiya partiyê de ye. Kevneşopiya têkoşîna me ya sîyasetê bi avahiyan bi sînor nîne. Heke avahiyên me bên girtin jî ew ê têkoşîna me li kolan û qadan berdewam bike.”   ‘HDP hêviyê dide gelan’    Hevseroka HDP’ê ya Êlîhê Fatma Ablay jî aixvî û diyar kir ku  HDP’ê hêviyê dide hemû gelan û bingeha jiyanek hevpar û wekhev ava dike. Fatma, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “HDP parastina mafên hemû kesên bindest dike. Bi taybetî jî li ser parastina mafên jinê xwe pêş xistiye. Jinan bi têkoşîna xwe îro bûne xwedî gelek destkeftî. Lê îqtîdara serdest a îro dixwaze  li ser tunehesibandina van destkeftiyan pergala xwe ava bike. Ji ber vê yekê jî em jinên bi salan e cihê xwe di nav HDP’ê de digirin. Her çiqas Desthilatdaran zilm kiribe jî jinên kurd li hemberê wan têk neçûne. Armanca HDP’ê jiyanek wekhev û azad e. Ango HDP dixwaze ji bo hemû gelên bindest û rengan bibe qada jiyanek hevpar.”   ‘Hêvî û têkoşîna gel xurttir bûye’   Fatma destnîşan kir ku HDP gel e û heke ku bê vekirin jî wê yeke din bê vekirin. Fatma wiha berdewam kir: “Doza derbarê HDP'ê de hatiye vekrin di ser jinê re hatiye vekirin. HDP ne ciheke ku bibêjin em ê bigirin. Ew gel bi xwe ye.. Em niha jî di nava gel de ne û daxwazên ku em tînin ziman jî daxwazên gel in. Di vê pêvajoya dawîn de, em di mîtîngên xwe de jî û di hevdîtin û civînên bi gel re jî  de dibînin ku hêvî û têkoşîna gel hîn xurttir bûye. Ev pergala heyî ya desthîlatdar, zext û zordestiyên xwe bi taybetî li ser jin û ciwanan dide meşandin. Lê li gel van hemû zextan berxwedaneke bê hempa ya gel heye.”   ‘HDP’ê çareserî ye’   Fatma di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku ew di xebatên xwe de ji bo pirsgirêkên gel dibin bersîv û ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê em bi giranî xebatên xwe bi gel re dikin. Ango em li pey pirsên weki ‘gel çi dixwaze’, ‘em çawa dikarin ji gel re bibin bibersîv’. Li her 4 parçeyên Kurdîstanê jî xuyaye ku gel bi têkoşîn û berxwedana xwe li ser piyan e. Polîtîkayên dewletê yên ku di salên 90'î de li heberî kurdan pêk dianîn neguherîne.  Wê demê jî gund hatibûn valakirin û niha jî heman tişt tê kirin. Mînanka vê jî ew e ku li Heskîfê bi qirkirina ekolojîk re şêniyên wêderê koçber kirin. Lê gel jî hertim li hemberî van politikayan ji xwe re alternatîfe avakiriye. Bi taybetî jî wê sîstema xwe ya qirêj di ser ciwan û jan re rêve dibin. Lê hayê me ji wan polîtîkayên qirêj heye û heta ku HDP hebe em ê li dijî wan polîtîkayêna têkoşîna xwe bidomînin. Em ê van polîtîkayan tê bibin û bi ser kevin.”