Lêgerîna tazî heye! 2021-11-27 10:02:51     STENBOL - Parêzera femînîst Merîç Eyuboglu da zanîn ku di lêgerîna tazî de çûne guherîna nav ya wekê ‘lêgerîna berfireh’ û got lêgerîna tazî binpêkirina maf e û teşhîrkirina wê gelek girîng e.   Yek ji binpêkirinên herî zêde li girtîgeh û di dema binçavan de tê jiyîn îşkenceya lêgerîna tazî ye. Rayedarên her çiqas vê înkar bikin jî vegotinên kesên bi vê pêkanînê re tên rû hev her tiştî datÎne holê. Desthilatdarî li şûna çareseriyê îbareya wek lêgerîna tazî di rêziknameyê de derbas dibû wek ‘lêgerîna berfireh’ guhert. Vê biryarê bi îmzeya serokomarê AKP’ê di rojnama fermî de jî cih girt.   Parêzera femînîst Merîç Eyuboglu  der barê mijarê de ji ajansa me re aixvî û got di demên dawî de  di çalakiya 8’ê Adar û Zanîngeha Bogazîçî de jin û LTGBTÎ’yên hatine binçavkirin bi vê pêkanînê re hatine rû hev û  wiha got: “Kesên vê pêkanînê dibînin nebêjin ne pêkane em bizanibin. Em dikarin bêjin ku di demên dawî de ev li Stenbolê zêde bûye. Lêgerîna tazî girêdayê zayendê ye.”   Divê bê teşhîrkirin   Merîçê daxuyakirin ku pêngava ewil a vê ev e ku divê kesên ev pêkanîn dîtibin vebêjin Merîçê wiha da zanîn: “Lêgerîna tazî sûc e. Kesên bi vê pêkanînê re tên rû hev, ewil ya nabêjin ya jî nizanin çi ye. Dema ku destpêkê nebêjin û piştre gilî bikin ev zêde tiştekî îfade nake. Ji ber vê divê hema bê teşhîrkirin. Kesên ku ev pêkanîn dîtibin, di asta dozgerî an jî dadgehê de îfade nekiribin, dosyaya wan bi neşopandinê bi encam dibe. Dosya diçe Dadgeha Destura bingehîn.  Dadgeh dosyayê red dike. Ji ber vê ev binpêkirina maf divê bê nivîsin. Bihistina lêgerîna tazî bi qasî vekirina dozê girîng e. Derbasbûna lêgerîna tazî ya rabporan, di alî ku di dîrokê de jî cih bigire gelek girîng e. Parlamenterê HDP’ê Omer Gergerlîoglu di vê mijarê de gelek hewl da. Di lêgerîna berê de heye. lê niha zêde bûye.”   ‘Bi lêgerîna tazî mirovan tecrîd dikin’   Merîçê destnîşan kir ku lêgerîna tazî ya bi kêfî tê pêkanîn bi armanca biçûkxistina mirovan tê kirin û ev tişt daxuyand: “Li kesên li girtîgehê lêgerîna tazî dikin. Ev kes ji xwe girtî ye, gelo wê çi li ser hebe. Ev li dijî hiqûqê ye. Bi vê pêkanînê jî tecrîd tê kirin. Li Tarlabaşi jineke ku di rêde dimeşiya, nasnama wê tê pirsîn û piştre nîqaş dertê. Jin tê binçavkirin û beyî binçavkirina wê bikeve bin qeydan lêgerîna tazî lê tê kirin. Me der barê sê polîsan de gilî kir. Me doz vekir. Di encama darizandinê de polîsek bi qusur hat dîtin. Lê cezayek bê bandor danê.  Desthilatdariya siyasî dibêje ‘tiştekî wisa tune ye, lêgerîna tazî tune ye.’ Niha ev îbare wek ‘lêgerîna berfireh’ guhertine. Tenê nav guhertine. Ev nayê qebûlkirin. tenê nav guheriye û tiştek neguheriye.”