Jin li Silopiyê li dijî tundiyê meşiyan 2021-11-25 14:51:34     ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li dijî êrîşên li jinê meşiyan.    Li Kolana Hûnerê ya navçeya Sîlopyayê a Şirnexê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê  de, di pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de meş  hat lidarxistin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek jin tevli meşê bûn. Beriya meşê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî nijadperestî û zayendperestiyê dem dema azadiyê ye" hat vekirin. Her wiha dovîzên "Jin jiyan azadî, "dagirkerî neyarê jinê ye"," Heta jin azad nebe civak azad nabe" û wêneyên jinên ku hatin qetilkirin hatin rakirin.     ‘Şerê serdestan li dijî jinên kurd e’   Li ser navê jinan Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Nuran,anî ziman ku AKP û MHP dixwazin hişmendiya serdest a mêr bidin avakirin û wiha got: “Ji bo vê her roj jin tên qetilkirin. Kesên kujer ji aliyê AKP'ê ve tên parastin. Şerê serdestan li dijî jinên kurd e. Di şexsê jinên kurd de dixwazin têkoşîna Gelê Kurd tune bikin. Lê çawa ku jiyanê bi jinan dest pê kiriye, wê bi têkoşîna ku bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin jî mîsoger bibe."    Nuranê, bal kişand ser sê jinên xwîşkên Mîraball jî û wiha pêlda axaftina xwe: “Têkoşîna xwîşkên Mîraball ji duh heta îro bi hêztir û mezintir bûye. Têkoşîna jinan li hemû cihanê belav bûye. Niha jî me jinan têkoşîna jinên hatine qetilkirin dewr girtiye û têkoşînê mezin  dikin.  Ji ber vê yekê jî îqtîdara AKP’ê êrîşî têkoşîna jinan û hebûna jinan dike. Dixwazin têkoşîna jinan tune bikin. Dixwazin pergalek serdest ava bikin û ji ber vê yekê êrîşî jinan dikin. Lê belê em jin dixwazin li ser axa xwe bi nasname, çand û di nav wekheviyê de bijîn. Li dijî pergala baviksalar a ku êrîşî jinê dike û jinê wek metayê dibîne em li ber xwe didin û em ê vê têkoşînê mezin bikin. Em jin xwedî li nasname û çanda xwe derdikevin.”   Piştî axaftinê jin ji Kolana Hûnerê bi dirûşmên “Bimre îxanet, bijî Kurdistan”, “Bijî Berxwedana jinê”, “Jinên Botan meşiyan erd û ezman hejiyan” û “Jin şer naxwazin, aştiyê dixwazin” û ber bi avahiya HDP'ê ya navçeya Sîlopyayê ve meşiyan.    Meş, bi dirûşman bi dawî bû.