Jinên Qamişloyê ji bo 25'ê Mijdarê meşiyan 2021-11-25 14:21:56     QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê meşek girseyî li dar xistin.   Rêxistina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê di 20'ê Mijdarê de rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê dabûn destpêkirin. Gelek çalakî bi boneya 25'ê Mijdrê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê hatin lidarxistin. Îro jî meşa mezin a 25'ê Mijdarê li bajarê Qamişloyê bi dirûşma "Têbikoşe tundî û dagirkeriyê têk bibe" tê lidarxistin. Bi hezaran jin beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên jin û alên Kongreya Star hatibûn hildan. Meşa ku ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir heta Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê dom kir. Paşê Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl axivî.   '25'ê Mijdarê roja berxwedan û têkoşîna jinê ye'   Şahayê her sê Xwişkên Mîrabel bi bîr anî û wiha got:"Em her sê Xwişkên Mîrabel bi bîr tînin û îro jî berxwadana wan li tevahî cîhanê dewam dike. 25'ê Mijdarê hatiye bi navkirin ku roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye û em jî dibêjin roja berxwedan û têkoşîna jinê ye. 25'ê Mijdarê roja ku jinê tundî li ser xwe qebûl nekiriye. Dîrokek bi wate ya vê rojê heye. Xwestin destdirêjiyê li ser her sê Xwişkên Mîrabel bikin û bi komployekê hatin qetilkirin. Ji wê rojê heta roja îro berxwedan û têkoşîna jinan li tevahî cîhanê tê kirin. Berxwedana Xwişkên Mîrabel di sala 1999'an de di qada navneteweyî de hate qebûlkirin û bû roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê."   'Berxwedan û têkoşîna jinê wê her dem zindî be'   Şahayê diyar kir ku di xwezaya jinê de wekhevî û adalet heye û wiha got:"Jin tu caran koletî û îşkenceyê qebûl nake, ji ber azadiyê dixwaze. Jin herdem adalet û wekheviyê di nava civakê de dixwaze. Bi hezaran êrîş li ser jinê pêk tê, lê li beramberî vê yekê têkoşîna jinan li asta herî jor e. Jin ne namûs e, em dibêjin namûsa me welat û axa me ye. Em li hember zihniyeta desthilatdar a 5 hezar salan derdikevin. Jinên ku tên qetilkirin hemû jî ji ber têdikoşin tên qetilkirin. Têkoşîn û berxwedana me diyar e û mînaka wê jî hêza me YPJ ye. Yên ku çeteyên DAIŞ'ê tune kir hêzên YPJ'ê bû. Em ê bi berxwedan û fedekariya jinê her dem zindî bibin. Em îxanet û zihniyeta desthilatdariyê li hember xwe qebûl nakin."   Meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.