'Îqtîdara AKP-MHP'ê her ku tengav dibe êrîşî gelan dike' 2021-11-25 10:01:38   Derya Ren   AMED - Remziye Tosun a HDP'yî ku di rojên borî de leşker û polîsan lêda got, "Dixwazin hemû çalakiyên me krîmînalîze bikin. Îqtîdara AKP-MHP'ê her ku tengav dibe êrîşî gelan dike."   Tevgera Jinên  Azad (TJA), endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şariystaniyê Mezopotamyayê Widna Kirine (MBYA -DER), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun û gelek jinên din di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê de xwestin li navçeya Licê ya Amedê Goristana Sîsê ziyart bikin. Polîsên ku derbasbûna nava goristanê asteng kirin li parlamenter Remziye Tosun jî dan.     Remziye Tosun derbarê êrîşên polîsan de nirxandin kir.   'Polîsan li xebatkarên çapemeniyê jî da'   Remziye diyar kir ku wan berê serdana goristanê bi raya giştî re parvekiriye û li ser daxwaza dayikan wê jî di nava kesên ku çûne serdanê de cih girtiye. Remziye zêdebûna polîs û leşkeran a li ketina  gund bi bîr xist û ev tişt got, "Dema ku me dît rê girtiye em ji wesayitê daketin.  Piştî wê rojnamegeran wêne kêşandin. Hîna beriya ku em daxuyaniyê bidin çapemeniyê polîs û leşkeran êrîş kir û alavên rojnamegeran desteser kirin. Ez ketim navberê ku pirsigirêk bê çareserkirin. Lê wê demê polîs û leşkeran li min jî dan.  Piştre gotin ku ketina goristanê qedexe ye û ew dizanin ku ew dayika çawa derbasî wir bûne."   'Ger ku kurd nebin tu partî nikare bi tena xwe bibe îqtîdar'   Remziye diyar kir ku polîsan heqaret li dayikan kiriye û berdewam kir, " Em ne dûrî van êrîşan e. Beriya vê jî êrîşî goristanan kiribûn.  Tehamula îqtîdarê ji dayik, kesên di girtîgehê de û ji  goristanan re nemaye.  Ev  jî têkçûna wan diyar dike. Ji miriyan re jî rêzê nema dikarin bigirin. Me 7-8 caran xwest ku em biçin Licê serdana goristanan lê her carê asteng kirin. Tehamûla Îtîdara AKP-MHP'ê ji gelan re nemaye û her cara ku tengav dibe êrîşî gelan dike. Ji ber ku tu partiyek bêyî dengên kurdan nikare bibe îqtîdar."   'Bi sonda ku me xwar dixwazin me terbiye bikin'   Remziye diyar kir ku polîs êdî parlamenterên îradeya gel jî hedef digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Her dma ku em di pêvajoya muzakereyê re derbas dibin, sonda ku me li meclisê xwariye bi bîra me tînin. Dixwazin bi sonda ku me xwariye me teribiye bikin.  Em bi dengê 6 milyon û nîvan çûn meclisê. Mecbûr in ku vê qebûl bikin."   'Tu tiştekî ku me pê sûcdar bikin tune ye'   Remziye diyar kir ku ew ê derbarê polîsên lê dane de gilî bike û wiha dawî li axaftina xwe anî, " Dixwazin çalakiyên me krîmînalîze bikin. Em ê jî li hemberî vê têkoşîna xwe bidomînin. Tu çalakiyên me yên îlegal tune ne. Hemû xebatên me li ber çav in."