'Binpêkirinên mafan ên cidî diqewimin' 2021-11-25 09:03:08   Marta Somek   STENBOL - Seher Gundogan ku tevlî Komcivîna Navendên Piştevanî û Stargehên Jinan bû da zanîn ku serlêdanên şîdetê zêde bûne, stargeh û mêvanxane kêm in û wiha got: “Şîdeta ku jinên kurd pê re tên rû hev ji herêmîbûnê derketiye yan jî qet ne herêmî ye. Li hember jinan binpêkirinên mafan ên cidî hene. Stargeh hem kapasîteya wan qels e hem jî hejmara wan kêm e.”   Li welat di encama şîdeta mêr de hefteyê herî kêm 10 jin tên qetilkirin. Gumanbar ji aliyê darazê ve tên xelatkirin û bi pandemiyê re şîdet zêde bû. Stargehên ku jin biçinê gelek kêm in û  Wezareta Xizmetê Civakî û Malbatî jî di hevdîtinên butçeya li Meclîê de, parve kir ku du mêvanxane tevlî butçeya wezaretê kirine. Komcivîna Piştevanî û Stargehên Jinan a her sal pêk tê îsal ya 24’emîn pêk hat. Komcivîn di navbera 6-7-8’ê Mijdarê de pêk hat. Di komcivînê de têkoşîna li dijî şîdetê, polîtîkayên li dijî wekheviya zayendî û stratejiyên femînîst hatin nîqaşkirin.   Sekretera Giştî ya Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê Seher Gundogan ku tevlî komcivînê bû, der barê mijarên komcivînê de ji ajansa me re axivî.   ‘Şîdeta fîzîkî kêm nebûye’   Seherê da zanîn di pêvajoya pandemiyê de daxwaza alîkariyê pir zêde bûye û wiha got:“Di pandemiyê de barê jinan li malê giran bû. Hewcedariyeke mezin a piştgiriya psîkolojîk derket holê. Li Îzmîrê me der barê xebatên piştgiriya psîkolojîk a rêveberiyên herêmî de lêkolîn kir. Di alî piştgiriya psîkolojîk de serlêdanên cidî hebûn. Şîdeta fîzîkî jixwe hîna didome. Kêmbûn tune ye. Di alî hiqûqî de jî  jin êdî şêwirmendiya bi parêzeran re girîng dibînin. Ji ber jin di alî hiqûqa medenî û mafên qanûnî de zêde ne xwedî agahî ne, ev gelek girîng e.”   ‘Serlêdanên şîdetê zêde bûn’   Seherê da zanîn ku serlêdanên şîdetê zêde bûne û wiha dirêjî dayê: “Wek Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê torên me yên dildar hene. Bi alîkariya parêzer û psîkologan piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî em didin. Şêwirmendiya bê pere maf e û mixabin jin di xwegîhandinê de zehmetiyan dikşînin. Bi pandemiyê şîdet zêde bû. Mixabin hewcedariya alîkariya civakî zêdetir derket holê. Divê mekanîzmayên piştgiriya alîkariya civakî bê berfirehkirin. Ji ber butçe gelek kêm e. Alîkarî bi giştî ji bo carekê tên kirin. Ev jî çareseriya mayînde pêk nayne.”   ‘Şîdeta aboriyê nayê ferqkirin’   Seherê wiha dirêjî dayê: “Jinên serlêdanê dikin daxwaza piştgiriya çi bikin wê dibêjin. Şîdeta herî zehmet a tê vegotin ya aborî ye. Jin pir dereng şîdeta aborî ferq dikin. Di vî alî de agahiya rast û hişmendîbûna jinê girîng e. Li Buroyên Şîdeta li hember Jinê û ya Nav Malbatî ya li qerekolan beşek xebatkaran mêr in beşek jin in. Mixabin jinên serlêdanê dikin bi nêzîkatî û ferasetek şaş re tên rû hev. Li van buroyan bi lez û bez serlêdan tên girtin. Pirsên têr napirsin, der barê mafê qanûnan de agahîyê nadin. Helwesta weke ‘tu yê biçî stargehê yan jî hema bêje karê me heye’  nîşan didin. Dema jin bixwazin biçin stargehan jî bi pirsgirêkên cuda re tên rû hev.”   ‘Hejmara stargehan kêm e’   Seherê bal kişand ser  pêkanînên neyînî yên li hember jinan û daxuyakirin ku rêxistinên jinan ên tevlî komcivinê bûne anîne ziman ku li bajarên cuda, pirsgirêkên dişibin hev hene û wiha anî ziman: “Helwestên li qerekolan wek hev in. Alîkariyên civakî yên yek carê tên kirin fêdeya wê tune ye. Li seranserê Tirkiyeyê 146 stargeh hene. Ji van 111 aydê wezaretê ne. Ev jî têr nake. Li bajarên wek Enqere, Stenbol û Îzmîrê mixabin hejmar gelek kêm e.”   Kapasîteya giştî ya stargehan 3 hezar û 508 e   Seherê bi lêv kir ku bi giştî kapasîteya hemû stargehan 3 hezar û 508 e û ev hejmar gelek kêm e. Seherê destnîşan kir ku ji bo şaredariyên ku serjimara wan 100 hezarî derbas dike daxwaza vekirina stargehan kirine û ev tişt daxuyand: “Di 24’emîn komcivînê de Peymana Stenbolê jî hat nîqaşkirin. Rakirina peymanê bandor li ser her tiştî kir. Piştgirî û çavkaniyên jinan xwe digîhandinê ket zor û zehmetiyê. Di vê pêvajoyê de di mafên hatine qezencirin de jî windahî bû mijara gotinê.”   Ji wezaretê bersiv tune ye   Seherê her wiha ev nirxandin kir: “Me serî li wezareta Xizmetên Malbat û Civakî da ku li kîjan bajarî çend stargeh hene lê me bersivek negirt. Me di atolyeyên komcivînê de jî der barê pirsgirêkên li stargehan tên jiyîn, tecrubeyên neyînî, dema serlêdan tên girtin çiqas li ser disekinin, xizaniya jinê û çareseriyan, nîqaş kir. Li Tirkiyeyê mixabin navendên têkoşîna bi şîdeta zayendî re tune ne. Ji ber vê jî bûyerên wisa di mekanîzmayên heyî de parçe parçe tên pêşkêşkiririn. Divê navendên şîdeta zayendî li Tirkiyeyê bikevin jiyanê.”   ‘Binpêkirinên maf ên cidî tên jiyîn’   Seherê destnîşan kir ku di komcivînê de bal kişandine ser avakirina xeteke telefonê ya ku  7-24 saetan serlêdanên şîdetê digirin û  her wiha got ku divê ji bo mekanîzmayên piştgiriya civakî ya jinan butçe bê veqetandin. Seherê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên rastî şîdetê tên serî li mekanîzmanyan didin û ew jî dibêjin biçin qereqolê û şîdetê îfade bikin. Qereqol di encama nirxandinê de dibêje biçe Navendên Şopandin û Pêşîgirtina Şîdetê. Li wir jî xebatkarek an jî du xebatkar hene. Di vê rewşê de jî xizmet û têkoşînek bi bandor tune ye. Dema serlêdan li ser ŞONÎM’ê bê nirxandin berê we didin saziyên cemawerî ger hewce bike dide rêxistinên civaka sivîl. Li ser hewcedariyê dikare hevkarî bê kirin. Lê li wir jî pirsgirêkên cidî hene. Dema biryara veşartinê bê dayîn navnîşana we wek ŞONÎM dertê. Vê carê di alî xwegîhandina hinek xizmetan de pirsgirêk diqewimin.”   ‘Li Rêxistinên jinan ên femînîst îfadeya jinê esas tê girtin’   Seherê anî ziman ku nexweşxaneyên dewletê pir zor piştgiriya psîkolojîk didin, di alî girtina randevuyê de pirsgirêk tên jiyîn di piştgiriya hiqûqî de jî ji yekîneyên mafên jinan ên baroyê dikare fêde bê girtin û xizmeta parêzerên dildar didin ji gelek cihî baştir e. Her wiha Seherê bal kişand ser rêxistinên jinan ên femînîst û got:“Rêxistinên jinan ên femînîst bi esasa îfadeya jinan li ser hewcedariyan xebatên civakî dimeşîne. Polîtîkayên newekhev pêşî li çavkaniyan digire. Li hember jinan astengiyê ava dike. Mekanîzmayên ku şîdetê dihewîne hene. Divê polîtîka, çavkaniyên li Tirkiyeyê hemû bên guhertin. Divê butçeyeke xwe dispêre wekheviya zayendî pêk bê.”   ‘Şîdet ji herêmîbûnê derketiye’   Seherê da zanîn şîdet ji hêrêmêbûnê derketiye û wiha got: “Piranî serlêdan ji komên zimanên cuda tên kirin. Herî zêde ji Tirkî, Erebî, Kurdî, Îngîlîzî û Ermenî tê girtin. Di vî alî de jî divê piştgiriya sazî û dezgeyan zêde bibe. Êrîşa ku jinên kurd pê re tên rû hev ji herêmîbûnê derketiye. An jî ne herêmîbûn e. Jinên kurd ne tenê ji herêmê li her bajarê Tirkiyeyê serlêdanê dikin.”