Jinên Cizîrê ji bo 25’ê Mijdarê bang kirin: Dakevin qadan 2021-11-24 09:07:10   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Jinên Cizîrê, bertek nîşanê êrîşên li jinan û qetilkirina wan dan û anîn ziman ku îqtîdar kiryaran bê ceza dihêle û gotin, "Dewlet li pişt mêrên ku van sûcan dikin disekine. Li dijî êrîş û qetilkirinê divê em li qadan dengê xwe bilind bikin. Îqtîdar kiryaran diparêze. Lê belê em ê bêdeng nebînin. Em ê xwedî mafê xwe derbikevin.”   Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Jinê re jin li dijî tacîz tecawiz û qirkirina jinê dengê xwe bilindtir dikin. Jinên Cizîrê yên ku di çarçoveya vê rojê de banga têkoşînê li jinan kirin diyar kirin ku e wê di 25'ê Mijdarê de careke din li qadan bin.   Azîme Acet, anî ziman ku ew jiyanek aram û wekhev dixwazin û wiha got: “Em jiyaneke bê kuştin dixwazin. Bila êdî jin bes bên kuştin. Em cîhaneke aram dixwazin. Ez wek jinekê nikarim bi serbestî biçim sûkê an jî dikanan û derve.  Mêr jinan dikujin, lê nayên cezakirin. Em kûştina jinan qebûl nakin. Mafê tu kesî nîne ku jinan bikuje. Em zilmê naxwazin. Jin her roj tên kûştin. Daxwaza me ew e ku kesên jinan dikûjin bên cezakirin û edalet bê bicihanîn. Em ê li hemberî van pêkanînan bêdeng namînin û li qadan bin.”   Em ê dengê xwe bikin yek û dakevin qadan   Mûkaddes Oktay jî destnîşan kir ku di demên dawiyê de êrîş û qetilkirina jinan gelek zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina: “Mêrên ku jinan dikûjin divê bê ceza neyên hîştin. Divê an bên îdamkirin an jî cezayê herî giran li wan bê birîn. Ji bo ku êdî jin neyên kûştin pêwîste ev tişt bê kirin. Ji ber ku kujer pêşiya qetilkirina jinê jî hatiye vekirin. Em êdî nikarin zarokên xwe jî derbixin kolanan. Zarokên me tên tacîzkirin û tecawizkirin û kiryarên wan nayên cezakriin. Bila kiryar bên cezakirin û pêşiya qetilkirina jinan bê girtin. Tundiya ku li her jinekê tê kirin em li ser xwe dibînin. Ji ber ku em jî jin in. Divê em jin bêjin êdî bes e. Em vî tiştî qebûl nakin. Bila hemû jin bibin yek û dakevin kolanan. Em ê dengê xwe bikin yek û li dijî êrîşên li ser jinê di 25 mijarê de li qadan bin.”   'Bila jin xwe û mala xwe bi rêxistin bikin'    Hanîfe Çekî jî li dijî zêdebûna qetilkirin û êrîşên li ser jinan bi van gotinan bertekên xwe anîn ziman: "Ger ku jin nebe jiyan jî tune ye. Jiyan bi destê jinê ava dibe. Jin hem jiyane û hem jî rêvebira malê ye. Jin wateya hemû tiştî ye. Hemû tişt bi destên jinê dibe. Ji ber vê yekê mêrên serdest êrîşê jinan dikin. Her roj em di televîzyonan de jî dibînin ku jin tên kûştin û dibin hedefa êrîşên qirêj.  Li dijî vê zilmê bila jin xwe û mala xwe birêxistin bikin . Dixwazin jinê tune bikin. Li dijî van divê jin li ser piyan bisekinin û xwe bi xwe rêvebibin. Ev mêrên ku tundiyê li jinan dikin hêza xwe ji dewletê ku wan bê ceza dihêle digirin. Em dixwazin ceza li wan bê birîn û edalet cihê xwe bibîne. Divê cezayê herî giran li wan bê bibirîn. Çima jinê dikûjin? Ger ku ceza li kiryaran bê birîn dê êdî nikaribin êrîşê jinan bikin. Divê ji bo jinan jî edalet cihê xwe bibîne. Em jin jî maf û nasnameya xwe dixwazin. Bila bizanibin ku jin jî hene. Em êdî naxwazin jinekê dinê jî bê qetilkirin. Ji bo ku ev êrîş bi dawî bibin di serî de jinên CIzîrê divê li hemû cîhanê jina rabin ser piyan û serî rakin.”   'Divê jin bibin xwedî maf'   Mûkaddes Ukîl jî êrîşên li jinan tên kirin şermezar kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin gelek zêde bi neheqiyê re rûbirû dimînin. Divê jin bibin xwedî maf û li mafên xwe xwedî derên. Jin û mêrên ku li hev nekirin bila ji hev veqetin. Çima jin tê kuştin. Em naxwazin ku em jin bên kuştin. Jinên ku bi tûndiyê re rûbirû dimînin û parastina xwe dikin tên girtin. Ev jî nîşan dide ku edalet tune ye û dewlet li pişt mêra ye. Bi kuştinê dixwazin jinan xilas bikin. Lê jin bi kuştinê naqedin. Li dijî zilmê ez bang li hemû jinan dikim ku di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan.”