Dayikên Aştiyê: Êdî bes e, bila şer bi dawî bibe 2021-11-23 09:14:12   STENBOL - Dayikên Aştiyê bertek nîşanê polîtîkayên şer û tecrîdê dan û gotin: “Tirkiye rojê 4-5 caran balafiran radikin û kîmyasalê davêjin Kurdistanê, welatiyên me şehîd dikevin. Em dayik vê şermezar dikin û dixwazin şer bidawî be."   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala ku 22 sal in li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye, roj bi roj giran dibe, 8 meh in tu agahi jê nayê girtin. Tecrîd ji Îmraliyê dest pê dike û li aliyê civakê belav dibe, ji girtîgehan heta kolanan bandor li ser hemû kesî dike. Li aliyê din êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û dîsa Tirkiyeyê di 23’yê nîsanê de li hember Zap, Avaşîn û Metîna ya li herêma Federal a Kurdistanê ye operasyon da destpêkirin û 7 mehe didome. Di operasyona mijara gotinê ye çekên kîmyewî bikar tîne û sûcê mirovahiyê dike. Der barê tiştên tên jiyîn de jî ne bertek û ne jî cezakirinek tê kirin.   Ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Hîkmiye Onel û Medîne Çeken der barê tecrîdê de axivîn û diyar kirin ku divê hemû jin di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Ser jinê de li dijî tecrîdê li kolanan bin.   ‘Em naxwazin dayik bigirîn’    Dayika Aştiyê Hîkmiye Onel got ew dixwazin ku şer bidawî be û wiha pê de çû: “Heta şer hebe aramî jî tune û wê şîdet bidome. Her roj jin tên qetilkirin û kes wan nabînin. Em li ser navê dayikan vî şerî qebûl nakin û bila xwîna leşker, gerîla, polîs û tu kesî nerêje. Em şer naxwazin, em naxwazin dayik bigirîn.”   ‘Yên aştiyê dixwazin tên darizandin’   Hîkmiyeyê wiha dirêjî dayê: “Tecrîd giran bûye. Divê tecrîda li ser Rêberê me bişkê. Her cureyê şîdetê heye. Divê demildest aştî bê. Li cihê aştî hebe aramî heye. Kuştinên jinan ji tecrîdê ne qûte. Gumanbar, kujer tên parastin. Tên berdan. Diz tên berdan. Lê yên aştiyê dixwazin 20-30 sal ceza digirin.”   ‘Divê her kes di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan’    Hîkmiyeyê balkişand ser 25’ê Mijdarê û ev tişt daxuyand: “Divê wê rojê kes li malê nemîne. Belkî em wisa tecrîdê bişkînin.  Divê hemû jin dakevin kolanan. Şîdet li ser jinan pêk tê. Ez bi taybet bang li dayikan dikim. Ji ber tecrîd bi taybet li ser wane. Li girtîgehan tecrîd heye. Ji Rêbertiyê bigirin heta ser siyasetê tecrîd heye. Li aliyê din jî li hember Herêma Federal a Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tînin. Saddam Huseyîn jî çekên kîmyewî bikar anî. Amerîka jî têde tu kesî qebûl nekir. Saddam Kurd qetil kirin. Tirkiye niha rojê 4-5 caran balafiran radike û kîmyasalê davêje Kurdistanê. Mirovên me şehîd dikin, bedena wan dişewitînin dikin komir.”   ‘Cenazeyên zarokên xwe nas nakin’   Hîkmiyeyê bertek nîşanê êrîşên kîmyewî da û got li dijî vê bêdengiyek mezin heye, NY jî tê de divê hemû cîhan rabe ser piyan û hesab bipirse. Hîkmiyeyê wiha dawî lê anî: “Hestiyên mirovan dibin komir. Malbat cenazeyên zarokên xwe nas nakin. Em dayik vê şermezar dikin. Bila ev şer raweste. Ew zarok zarokên me ne. Mesut Barzanî bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike. Çi karê Tirkiyeyê heye li Iraqê? Barzanî Kurd e, çima rê dide van êrîşan. Êdî bes e. Ji bo tecrîd bidawî be em ê tu car dest ji têkoşînê bernedin.”   ‘Divê her kes dengê xwe bilind bike’   Medîne Çeken jî ev nirxandin kir: “Tecrîd tê wateya tecrîdkirina jinan. Zilma li wir bêguman li ser jinan jî. Divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. Li dijî her tiştî divê em nekevin malê xwe û em bêdeng nemînin. Divê em li dijî vê zilmê serî netewînin. Heta em serî bitewînin wê ev mirin û zilm bidomin. Min tu carî serî netewand. Min serî hilda û ez bi serketim. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin û hêza xwe nîşan bidin. Em her tim di bin zextê de ne.”   ‘Divê êdî Ewropa bêdeng nemîne’   Medîneyê dawiya axaftina xwe de bang li hemû Ewropayê kir ku li dijî bikaranîna çekan bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin û wiha pê de çû: “Yê êrişê erê dike Kurd e, ji me ye, lê bi xwîna gelê xwe xwedî dibe. Ez bang li Ewropayê dikim ku bêdeng nemînin, bila êdî li dijî vê rawestin. Polîtîkayek şer a wisa tune. Uslub û edebê şer heye. Divê Ewropa jî êdî bêdeng nemîne.”