Dengê Kolanê: Çavkaniya şîdetê dewlet e 2021-11-22 09:09:51   STENBOL - Ber bi 25’ê Mijdarê ve jinan der barê girîngiya rojê de ji ajansa me re axivîn. Piranî jinan diyar kirin ku demên cuda yên jiyanê de şîdet dîtine, piranî jî li dijî şîdetê nizanin ku serî li kîjan mekanîzmayan bidin. Jinan gotin çavkaniya şîdetê dewlet û daraz e û li dijî vê wê bêyî serî bitewînin bersivê bidin.   Şîdeta li ser jinê roj bi roj giran dibe.  Ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Ser Jinê ya Navneteweyî re demek kurt maye.  Me bi wesîleya vê rojê mîkrofon dirêjî jinan kir.  Me der barê di serî de polîtîkaya bêcezabûnê ya dewlet pêk tîne, zanebûna mafan û aliyên şîdetê ji jinan pirsî.   ‘Rakirina Peymanê cesaret da mêran’   *Hûn Peymana Stenbolê dizanin? Hûn rakirina wê çawa dinirxînin?   Xwendekara beşa tenduristiyê Eda Karaca: Ez rakirina Peymana Stenbolê dizanim. Rakirina Peymanê cesaret da  mêran.   Karkera malê Marziye Şahîn:Ez peymanê nizanim lê ez rakirina peymaneke ku mafê jinan diparêze rast nabînim. Ji ber naveroka peymanê nizanim, nikarim tiştekî bêjim.   Fatma Yilmaz a teqawît bûye:Ji ber naveroka peymanê kêrî wan nehat, rakirin.  Dibêjin bila jin serê xwe bikin ber xwe li pey mêran bimeşin. Qanûn pêk nayên.    Fatma Altuntaş: Ez Peymana Stenbolê nizanim.   Karkera malê Gulcan Aslan Şentepe:Ez Peymana Stenbolê nizanim. Çima hatiye rakirin wê jî nizanim. Ji ber ne rehet kiriye, hat rakirin. An na, çima bê rakirin.   Kasiyer Tugba Topçuoglu: Ez Peymana Stenbolê nizanim.   Cennet Duzerdîç: Ez Peymana Stenbolê nizanim.   ‘Li her derê şîdet heye’   *Şîdet çi ye? Şîdet li we hat kirin?   Eda Karaca: Êdî her kes şîdetê dibîne. Hem psîkolojîk hem gotinî hem jî fîzîkî. Gelek cureyên wê hene. Vegotina şîdetê bê sînor e. Dixwazin jin her tim li dawiyê bimînin. Ev jî cesareta jinê dişkîne. Şîdeta psîkolojîk wek a her kesî di jiyana min de jî heye.   Marziye Şahîn:Heqeret, bêrêzdarî her tişt şîdet e. Île ne ya fîzîkiî e. Zext li min jî hatiye kirin.    Fatma Yilmaz:Şîdet ne tenê lêdan e. Tirsa jinê ya ligel bav û dê jî şîdet e. Şîdet piranî li jin û zarokan tê kirin. Xweda bibe alîkarê jinan. Ger hinek ji vê re nebêjin bes e, wê hîna çi bibe. Dem bi dem şîdet li min jî hatiye kirin.    Fatma Altuntaş: Ez xwarinpêj bûm. Min pereyê xwe bêyî hevjînê xwe nikaribû xerc bikira. Ev jî şîdet e. Ev rewş ji bo gelek jinî derbasdar e. Şîdet ne tenê fîzikî ye.    Gulsan Aslan Şentepe: Gelek cureyê şîdetê hene. Zexta civakê şîdeta herî mezin e. Min di alî fîzîkî de qet şîdet nedîtiye. Lê ji ber ez xwedî fikrên azad im gelek caran şîdet li min hatiye kirin.    Tugba Topçuoglu: Şîdet ne tenê lêdan e. Şîdet li her qadê heye.   Cennet Duzerdîç: Mirov bi gotinan jî şîdetê dikin. Sînorkirina azadiyê şîdet e. Li cihê kar şîdeta psîkolojîk li min kirin.   Ayşe Akyo: Şîdet ne tenê fîzkî ye. Zexta psîkolojîk jî şîdet e.   ‘Jina şîdetê dibîne nayê parastin’   *Jinên şîdetê dibînin, dizanin serî li ku bidin an jî çi bikin?   Eda Karaca: Dema tiştek bê serê jinê yekem cihê jin divê lê bisitire malbat û dewlet e. Lê em biçim cem gel van em ê çiqas xurt bibin. Em diçin polîs gilî dikin, evqas. Aliyê hember jî diçe îfadeya xwe dide û derdikeve. Gelek jin diçin stargehan. Lê ev çiqas diparêze.   Marziye Şahîn: Jin nizanin serî li ku bidin.  Divê jin bizanibin ku serî li kîjan mekanîzmayan bidin.   Fatma Yilmaz:Min şîdet dît, ez çûm saziyan lê tiştek nekirin.   Fatma Altuntaş: Dewlet piştgiriyê nade. Jin diçin stargehan lê li wir zextan dibînin û direvin. Neçar dimînin vegerin malên xwe, hawira şîdetê.   Gulcan Aslan Şentepe: Polîs ji jinan re dibêjin ‘vegerin mala te ye’. Jin di mijara stargehan de ne xwedî agahî ne. Gelek sazî peywira xwe nakin. Jin şîdetê dibînin lê dengê wan nayê bihîstin.   *Polîtîkayên pêşî li şîdetê digirin têr dikin gelo?   Eda Karaca: Ger ku pêşî li şîdetê bihata girtin her roj nûçeyên cînayeta jinan dernediketin. Xuyaye hinek tişt qels in. Dewlet tiştekî nake. Di ceza û rêbazan de pirsgirêk heye.   Marziye Şahîn: Tedbîrên têr tune ye, ji ber vê her roj jin tên kuştin.  Tedbîr nayên girtin. Jin çima tên kuştin divê ji wan bê pirsîn.   Fatma Yilmaz: Kî çi zane li ku çi qîrin heye. Yên şîdetê dikin natirsin. Ji ber cesaretê didin wan. Gumanbar sûc dike, îfade tê girtin piştre tê berdan. Divê ev nebe. Ka edalet, gelo pêk tê?   Fatma Altuntaş:Mirov dikevin behrê ceza digirin lê jin tên qetilkirin gumanbar ceza nagirin. Hefteyekê di hundir de dimînin û tên berdan. Ewlehiya jinan tune ye.   Gulcan Aslan Şentepe: Ger mêrên gumanbar bihatana cezakirin wê sûc jî kêm bûna. Lê ceza nadin mêran. Di bin navê namûsê de dozê digirin. Du roj berê Başak Cengîz hat kuştin. Sedem tune ye. Ji xweda şerm nakin, natirsin.   Tugba Topçuoglu: Tedbîrên pêşîgirtina kuştinên jinan kêm in. Dewlet tedbîran nagire. Heta ku qanûnên xurt neyên dayîn wê jin bimirin.   Cennet Duzerdîç: Mêrên şîdetê dikin nayên cezakirin. Divê cezayên muebetê bigirin. Ya rast dewlet şîdetê li jinê dike.   Ayşe Akyol: Cezanekirina kujeran û cezayê pere, rewşek bê edalet e. Ev dibe sedema cesareta mêran. Dibêjin ‘çi jî bibe em dikujin û ceza nagirin.’ Kujer divê neyên berdan. Heta ku cezayên cidî neyên dayîn mirov natirsin.   *Pêşniyara we ya çareseriyê çi ye?   Eda Karaca: Dewlet ne li pişt me ye.  Jin li vî welatî ne azad in. Li dijî şîdetê tiştê herî baş serkeftina jinê ye.    Fatma Altuntaş: Divê hinek din hêzê bidin jinan.   Cennet Duzerdîç:Bila her tim li ser piyên xwe bisekinin. Bila mafên xwe bigirin.   Fatma Yilmaz: Jin û mêr wek hev in. Divê em jin di nava piştevaniyê de bin. Jin tên kuştin kes tiştekî nake. Bi xemgîniyê tiştek nabe. Em serî natewînin û serbilind in.   Gulcan Aslan Şentepe:Ez difikirim ku zaroka xwe li Tirkiyeyê çawa mezim bikim. Keçek min heye. Heta tê malê ez di xofê de me.   Tugba Topçuoglu: Kes mafê xwe nade kesî. Neheqiyek heye. Bandorê li jinan jî dike. Ger qanûnên tund bên çêkirin wê jin jî neyên qetilkirin.