'Projeya Rêber Apo çareseriya Rojhilata Navîn e' 2021-11-20 09:04:00   ŞEHBA - Endama Komîteya Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hêvî Silêmen di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got:"Projeya Rêber Apo çareseriya Rojhlata Navîn e loma bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me tê wateya hevkariya wan a bi dewleta tirk re."   Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe, ev 22 sal in li girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a li Îmraliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Li aliyekî din serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê her car bi hincetên cuda tên redkirin. Ev 7 meh in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li hember vê jî li seranserê cîhanê kurd û dostên wan dest bi kampanyaya "Dem dema azadiyê ye" kirin. Gelê kurd û jinên kurd li qadan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li berxwe didin. Di vê çarçoveyê de endama Komîteya Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hêvî Silêmen bi ajansa me re axivî .    'Projeya Rêber Apo çareseriya Rojhilata Navîn e'   Hêvîyê di destpêkê de behsa projeya çareseriyê ya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan kir û wiha dest bi axaftina xwe kir:"Ev demeke herî girîng e ku em tê re derbas dibin. Bi taybet wek gelê kurd û doza mirovahiyê em di demeke girîng re derbas dibin. Pêngava ku hatiye destpêkirin pêngava dem dema azadiyê ye. Ev pêngav ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin. Rêber Apo feylesof û afrînerê jiyana azadiyê ye. Ew gihaştiye asteke gerdûnî û bûye hêviya hemû jinan. Ji ber vê pêwistî bi çareseriyek bingehîn heye. Ev çareserî jî fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo çareserkirinên civakî û tevahî mirovahiyê projeyek nîşan daye. Ji  ber vê yekê Rêberê me  di Zindana Îmraliyê de tê girtin. Ev 22 sal in tecrîda girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Di pergala kapîtalîzm û desthiladariyê de xetimandineke çêbûye. Çareseriyek nayê dîtin û her tim bi şêwazên şerê taybet, şerê teknolojîk û biyolojîk rêxistina xwe didin jiyîn."   'Dewletên navneteweyî xwedî li erka xwe dernakevin'   Hêvîyê di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî ku çima ew bi erk û berpisyartiya xwe xwedî dernakevin û wiha pê de çû:"Ev deh sal in di hundirê Sûriyeyê de û di tevahî Rojhilata Navîn de şer, tundî û îşkence hene. Tundiya herî giran û plankirî bi destên hezên hegemonîk pêk tên. Di cîhanê de desthiladariya ku tê meşandin bandorê li ser hemû civakan dike. Lê edî civak gihiştiye asta zanebûn û berpisyariya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî. Divê çareseriyek bi vî rengî pêk were. Lê berovajî vê hêzên hegemonîk li pîvanên ku bi demokrasiyê bang dikin dernakevin."   'Berxwedana gel rastiya desthilatdaran eşkere kir'   Hêvîyê di axaftina xwe de bal kişand ser gelên Rojhilata Navîn ên ku bi saya fikir û felsefa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirine û wiha dom kir:"Di demên dawî de jî li dijî van êrîşan û vê siyaseta ku tê meşandin, berxwedana gel rastiya dewletên desthilatdar eşkere dike. Ji ber ku gel gihaştiye asteke zanebûnê û xwe nas kiriye. Ji ber vê rastiyê, siyaseta qirêj jî nas kiriye. Loma gel li hember vê siyasetê berxwedana xwe xurt kiriye lê ne tenê gelê kurd, di tevahiya Rojhilata Navîn de gelên ku fikir û felsefa Rêber Apo nas kirine gihaştine rastiya azadiya gelan."   'Îradeya me ji hemû hêzên desthilatdar xurtir e'   Hêvîyê da zanîn ku NATO piştgiriya dewleta tirk dike û wiha bi lêv kir:"Ji bo vê her tim hewl didin ku bi rêbazên şerê taybet hemû rêbazên tundiyê li ser civakan ferz bikin. Ji ber vê tevahî şerê dinyayê derbasî Rojhilata Navîn kirin da ku yekbûna gelan û îradeya wan li vê derê bişkînin. Li pêkhateyên Rojhilata Navîn bi taybetî di Bakur-Rojhilatê Suriyeyê de her roj gef li me tên xwarin. Her tim dewleta tirk a faşîst a ku piştgiriya wê NATO dike û piştgirîyê dide komên çeteyan, her tim dixwazin êrîşî cihên bi ewle û cihên ku gelê me xwe lê bi rêxistin kiriye û statuya xwe ava kiriye, bikin. Ji ber em ji bo çareseriyê bûye hêzek bingehîn a aramî, demokrasî û aştiyê dewleta tirk êrişî me dike. Niha dewleta tirk a dagirker dixwaze vê statuyê têk bibe û îradeya me têk bibe. Lê belê her ku diçe îradeya gelê heremê xurt dibe. Gelê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan sûd girtiye û nas kiriye."   'Dewleta tirk hemû zagonên mirovahiyê derbas kiriye'   Hêvîyê diyar kir ku ger NATO piştgiriyê nede dewleta tirk wê nikaribe şer bike û wiha got:"Berxwedana gel ku li Ewropa û seranserê cîhanê tê meşandin, rêxistina gel û jinên cîhanê dide diyarkirin. Di heman demê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj li qadan in. Bi salan e li seranserê Kurdistanê şerê herî qirêj tê meşandin. Ev şer ne tenê bi çekên normal tê meşandin bi çekên kîmyewî ya ku di nava civaka navneteweyî de qedexe ye jî tê meşandin. Li gor zagonan qedexekirî ne lê belê tên bikaranîn. Tevî vê yekê jî bêdengiya van hêzan tê wateya hevkariyên planeke navneteweyî ya niha li Kurdistanê tê meşandin. Bi sedan şervanên me yên tevgera azadiyê li ser çiyayan canê xwe feda dikin. Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî wan dike. Ev li dijî pîvanên mafê mirovan û li dijî tevahî mirovahiyê ye. Divê Rêxistinên Mafên Mirovan hesab ji dewleta tirk bipirsin, zextê lê bikin û ev şer bê sekinandin, ji ber ku ger civakên navneteweyî destekê nedin faşîzma Tirkiyeyê wê demê ew nikare tu şerî bike. Ji ber ku ew hêza xwe ji hêza NATO'yê digire. Îro NATO ya ku şerê me dike şerê îdolojiya azadiyê û projeya demokrasiyê dike. Ji ber ku di Rojhilata Navîn de her kes xwe di nava pergala netewa demokratik de dîbîne. Loma êrişeke taybet li dijî vê yekê heye."   'Wê bi azadiya Rêber Apo azadiya jinê mîsoger bibe'   Hêvîyê da xuyakirin ku bi azadiya Abdullah Ocalan wê azadiya jinê mîsoger bibe û wiha pê de çû:"Niha jî em dibînin li seranserê cîhanê gel tevlî kampanyaya 'Dem dema azadiyê ye' bûne. Kampanya li seranserê cîhanê bi rewşenbîr, akademîsyen û hunermendan dewam dike. Her wiha jin û ciwan bi vê têkoşîna ku mîrasa şehîdan e bi hezaran fedekarî li ser vê rêyê kirine. Heta azadiya Rêber Apo wê li qadan bin û vê rêyê bişopînin. Ji ber ku îro hatiye îspatkirin ku tenê bi azadiya Rêber Apo em dikarin azadiya jinê û civakê mîsoger bikin. Civak gihiştiye baweriya çareseriya ku wê tenê bi projeya Rêber Apo were erêkirin. Ji ber vê divê her kes hewl bide di vê pêvajoyê de berpirsiyariya xwe pêk bîne. Ji ber ku emrê Rêber Apo 72 sal derbas kiriye divê ji zindanê were derxistin. Lê bêdengiya dewleta tirk û hêzên navneteweyî ji ber ku dixwazin siyaset û planên qirêj pêk bîne ye.  Lê têk çûne, ji ber vê dixwazin têkçûna xwe veşêrin û şerê xwe li Rojhilata Navîn bikin û vî şerî hîn zêdetir dirêj bikin û gelên vir di komkujî û kuştinê de timî derbas bikin."    'Bi îradeya gel komplo têk çûye'   Hêvîyê di dawiyê de da zanîn ku bi berxwedana gel ew bawer in ku wê di demek nêz de Abdullah Ocalan azad bibe û wiha bi dawî kir:"Di sala 1998'an de hêzên komploger plan li ser Rêberê Gelê Kurd pêk anîn û ev 22 sal in Rêberê me di Îmraliyê de tê girtin. Lê belê roja îro bi berxwedan û bi hêza gel komplo têk çûye. Ji ber wê her tim dixwazin bi şer çareseriyê nîşan bidin. Lê hate îspatkirin ku çareserî ne bi şer  bi yekbûna gelan wê pêk bê. Rêber Apo di zindanê de ye lê bi fikrê xwe azad e. Ji ber vê roj bi roj ev felsefe û proje mezintir dibe. Îro tevahî gelên aştîxwaz û gelên Sûriyeyê li kêleka me disekinin, çiqas em gel perwede dikin ewqas tevlîbûn pir dibe û proje bi ser dikeve. Baweriya me heye ku wê di demek nêz de Rêber Apo bi fizîkî  azad bibe. Cihê şanaziyê ye ku wê Rêber Apo bibe serokê konfederasyona demokratîk û  bibe pêşengê Rojhilata Navîn."