Jinên têdikoşin ji bo meşa 25'ê Mijdarê bang kirin 2021-11-19 09:08:27     Hikmet Tunç   WAN - Rêxistinên jinan ên li dijî tundiya mêr û dewletê dê li Wanê derkevin qadan ji bo meşa dê di 25'ê Mijdarê de bê kirin bang li hemû jinan kirin ku beşdarî meşê bibin. Rêxistinên jinan ên bal kişandin ser girîngiya têkoşîna jinê dan zanîn ku têkoşîna wan sînor derbas kiriye.    Ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê hindik ma. Bi polîtîkayên zihniyeta desthildatdar a mêr li Bakur û Tirkiyeyê hema hema her roj jinek tê qetilkirin. Yek ji van bajarana Wan e û li vir jin ji bo 25'ê Mijdarê amadekariyên xwe didomînin. Dê jin li Wanê bi meşa dê di 25'ê Mijdarê de bê lidarxistin ji Parqa Mûsa Anter heta ya Feqiyê Teyran dengê xwe bilind bikin.    Nûnerên rêxistinên jinan ên li bajêr derbarê 25'ê Mijdarê de nirxandin kirin.    'Ji bo em li dijî tundiyê bi hêztir bin em çalakiyan li dar dixin'   Endama Meclîsa Platforma Şaxên Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Funda Demir Bozkurt bal kişand ser amadekariyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê û wiha got:"Em xebatên xwe didomînin. Dê panel, gotubêjin pirtûkan, atolyeya çêkirina bronşan bên lidarxistin. Me berê jî ev çalakiyana li dar xistibûn. Beşdarî baş bû. Ji bo em balê bikşînin ser tundiya li ser jinê em hewil didin bi hêz tev bigerin. Em bêtir li ser pirtûkan balê dikşînin ser mijarên hişmendiya azadiya jinê disekinin. Her wiha em ê di çalakiyên xwe de balê bikşînin ser girîngiya Peymana Stenbolê. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî çalakiyên me bibin."   'Em amadekariya derketina derve dikin'   Ji Sekreteryaya Platforma Jinê ya Wanê  Asya Kaçar jî da zanîn di çarçoveya 25'ê Mijdarê de dê gelek sazî derkevin qadan û wiha got:"Ji bo em bêtir balê bikşînin ser tundiya zayendî, aborî, derûnî, fîzîkî em bixebitin. Em ê li ser çareseriya van pirsgirêkan bisekinin. Di di vê çarçoveyê de di 22'yê Mijdarê de panela me bê lidarxistin. Ew ê di 25'ê Mijdarê de jî meş pêk bê. Em amadekariya derketina derve dikin. Li dijî komkujiyên li ser jinan divê em dengê xwe bilind bikin."   'Têkoşîna jinê sînor derbas kir'   Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcan Kaçmaz Sagyigit têkoşîna xwişkên Mîrabel bi bîr xist û wiha got:"Ji wê rojê de ye jinan sînorên têkoşîna xwe derbas kirine. Divê em hemû rojan wekî roja 25'ê Mijdarê pêşwazî bikin. Ji ber ku Musa Orhan ê bû sedema mirina Îpek Er nayê girtin. Li herêmê fuhuş û hişbir tên ferzkirin. Ayşe Gokkan ji ber têkoşîna jinê da meşandin 30 sal ceza lê birîn. Loma divê em di 25'ê Mijdarê de qadan vala nehêlin."   'Em wekî komele têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê didomînin'   Endama Komeleya Jinê ya Starê Serap Guvenç, da zanîn tundiya li ser jinê pirsgirêkeke bingehîn e û wiha pê de çû:"Tundî pirsgirêkeke civakî ye. Zirarê dide temamiya manewî. Em wekî komele têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê didomînin. Em ê broşên ku me li ser tundiya li dijî zarok û jinan amade kiriye belav bikin. Em ê serdana kesên serî li me dane bikin. Em ê li ser mijarên hişbirê û fuhuşê li Colemêrgê bi jinan re bên gel hevdu."