Komeleya Dema Jinê: Jin her bi hev re ne 2021-11-19 09:07:21     Nişmiye Guler   STENBOL - Komeleya Dema Jinê berî 25'ê Mijdarê bi  podcast ên diweşînin balê dikşînin ser tundiya jinê û dê pêşangeha "Hafizaya Jinê" ya dê 3 rojî dewam bike derkevin pêşberî jinan. Dê hêrsa xwe bi hunerê rêxistin bikin.    Di hefteya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê rêxistinên jinan ji bo daxwazên xwe bînin ziman karên xwe lezgîntir kirin. Jinên bertekên wan ên li dijî feshkirina Peymana Stenbolê dewam dikin dê îsal bi dengekî gurtir li kolanan bin.    Ji komeleyê xebata podcastê   Komeleya Dema Jinê y ji 2020'î vir ve li Stenbolê di nava faliyetê de ye di çarçoveya 25'ê Mijdarê de podcastan amade dikin. Di  podcastên bi kurdî tên amadekirin de anatomiya jinê, mafên jinê, li ser girîngiya 25'ê Mijdarê bername tên çêkirin. Bi podcastên kurdî jin balê dikşînin tundiya li ser çand û zimanê kurdî. Her wiha dê pêşangeha Hafizaya Jinê ya dê sê rojan dewam bike bê lidarxistin. Di heman demê de dê komele beşdarî çalakiya dê bi pêşengiya Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê li Tunela Taksimê bê lidarxistin bibe.    Em bi Seroka Komeleya Dema Jinê Dilek Başalan û endama Lijneya Rêveberiyê Zerya Sabahat Erdogan li ser komkujiyên li ser jinan ê li welat zêde dibin û li ser xebatên komeleyê axivîn.    'Divê bala me li ser jinên xwe întihar dikin be'   Seroka komeleyê Dîlek Başalan da zanîn ku ew wekî komele li dijî tundiyê têdikoşin û wiha got:"Her roj nûçeyên tundî û kuştina jinan derdikevin pêşberî me. Jin bi tundiya sîstematîk rû bi rû dimînin û loma jî tên kuştin an xwe întihar dikin. Divê bala me li ser jinên xwe întihar dikin be. Jin ne di ferqiya tundiya li wan tên kirin de ne. Divê em pênaseya tundiyê baş bikin. Em atolyeyan vedikin û li ser vêya agahiyê didin jinan. Em ê li dijî tundiya li ser jinê derkevin qadan. Divê jin xwaparastinê wekî kirdeya jiyana xwe bibînin û qadan tije bikin. Tevî hemû tiştî piştevaniyeke me ya xweş heye. Înşallah em ê ji bo destkeftiyên xwe têkoşîna xwe bi hev re bidomînin."   Ew ê serîyên Podcastê bidomin   Endama rêveberiyê Zerya Sabahat Erdogan jî diyar kir ew  serîyên Podcastê amade dikin û wiha pê de çû:"Em van padcastan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve dikin. Me berî vê anketa google form amade kir. Me got em bi kîja zimanî podcastê xwe çêbikin zimanê kurdî zêdetir hat gotin. Loma me bi kurdî bernameyên xwe çêkir. Vêya eleqeyek jî dît. Ew ê serîyên Podcastê yên bi kurdî bidomin."   Dê jin hêrsa xwe bi hunerê rêxistin bikin   Zeryayê bal kişand ser pêşangeha xwe ya Hafizaya Jinê û got jin hêrsa xwe bi hunerê rêxistin dikin. Zeryayê da zanîn ku mijara pêşangeha wan dê li ser cenazeyên li derve mane, li ser îşkenceyên li girtîgehan be. Dê pêşangehê di 20'ê Mijdarê dest pê bike û heta 22'yê Mijdarê bidome. Di heman demê de dê komele beşdarî çalakiya dê bi pêşengiya Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê li Tunela Taksimê saet di 1930'an de bê lidarxistin bibe.