'Dilê me li gel dayikên Sêmalkayê ye' 2021-11-18 09:01:31     Medya Uren-Derya Ren    AMED - Dayikên Amedê têkildarê çalekiya dayikên Sêmalkayê piştgiriya xwe bi lêv kirin û ev gotin kirin:"Ya li me dayikan tê kirin heqaret û zilm e. Dilê me dixwest ku em piştgiriyê bidin çalakiya dayikên Şehîdan. Lê mixabin sînor ji me re dibin asteng. Em hêvî dikin ku yên dibin sedema vê zilmê serkeftinê nebînin."   Cenazeyên HPG'yiyên di kemîna Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de jiyana xwe ji dest dan teslîmî malbatên wan nayên kirin. Malbat ji bo cenazeyên xwe bigirin li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê yê di navbera Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kon vedan û çalakiya xwe  didomînin. Dayikên Amedê ji bo çalekiya dayikên Sêmalkayê axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo wan anîn ziman.   'Em taştê bin hûn firavîn in'   Rêvebira Komeleya  Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Muşer Ulker têkoşerên dozê bi bîr anî û wiha dest bi axaftinê kir:"Ev demeke zarokên me di çeperên şer de di nav kemînek îxanetê de li berxwe didin. Em nêzîkatiya Barzanî şermezar dikin. Me navê zarokên xwe dikir Barzanî, me digot ew jî rêvebirek û parçekey ji me ye. Lewra wê qedir û qîmetê xwe ya li gel me li erdê da. Dibe şîrîkê qetlîaman û destê xwe dike nava xwîna xwişk û birayên xwe. Pêwîst e PDK êdî were ser rêya rast û dev ji şerê birakujiyê berde. Ev wê weke şermeke mezin di dîrokê de were bibîranîn. Tu bû şirîkê qetilkirina wan şervanan û tu cenazeyê wan jî nadî. Ger ew çiyayên Kurdistanê werin dagirkirin sedema wê PDK ye û em wan efû nakin. Ger em taştê bin ew jî fîravin in, bila ew jî vê ji bîr nekin."   'Min ê jî bi çalakiyan piştgirî bidaya'   Muşerê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ew hemû dayik bi guman û dil bi êş li benda encamê ne û got:"Çawa ku me şahadet bihîst dilê me bi qasî dayikên wan êşiya û em hîna di wê xemê de ne. Ev zilmeke mezin e. Piştî ku çalakiya dayikên Sêmalkayê temaşe dikin ew kes çawa dikarin bi rehetî rakevin. Dibin şîrîkê neyarên xwe. Ew dayik dibêjin tenê mezelek ê zarokên me hebin ku em sebra xwe pê bînin. Dilê min niha diêşe. Qedexeya derketina ji derveyî welat danîne ser min. Yan na ez ê çûbam gel wan dayikan. Min ê jî bi çalakiyan piştgirî bidaya."   'Xwedî li cenazeyan derbikevin'   Muşerê herî dawî ev gotin kir:"Ez hemû kurdên ku xwedî li wan cenazeyan derdikevin ji dil û can silav dikim. Ew caneze rûmeta me û nirxê me ne. Ez bang li kurdên bi şeref dikim ku xwedî li wan cenazeyan û çalakiya dayikan derbikevin. Yên ku li hemberî zilmê derdikevin weke ku çûne tewafa hecê. Em deyndarê wan şervanên xwe ne û em neçar in xwedî li wan derbikevin."   'Em nêzîkatiya PDK'ê şermezar dikin'   Hatîce Oner jî bi van gotinan piştgirî da çalakiya dayikên Sêmalkayê û wiha got:"Ger Barzanî dibêje ez rêveberek û pêşengehek ê kurda me pêwîst e li gorî wê nêz bibe. Divê ne li gorî berjewendiyên kesî li gorî berjewendiyên hemû kurdan bifikire û tev bigere. Şervanên ku ji bo axa xwe canê xwe feda dikin bi awayekî hovane hatine qetilkirin û cenazeyên wan jî nadin me. Ew dayik herî kêm heq dikin ku mezelekî zarokên wan hebin. Wê sebra xwe bi  xweliya wan a maye bînin. Lê belê ruxmê ku bi rojane çalakiya dayikan li ser devê sînor didome jî cenazeyên wan nayên dayîn. Ger xwîna wê ne xirab be jî ew nikare van tiştan bike. Dilê me hemû dayikan diêşe. Ger îro ew dayik ji bo zarokên xwe binalin, sibehê dora me ye. Pêwîst e hemû kurdên xwedî şeref xwedî li çalakiya dayikan derbikevin."   'Destên me ji hev qut kirine'   Zerîfe Guneş jî herî dawî diyar kir ku ew ê heta dawî xwedî li nirxên xwe derbikevin û wiha got: "Cenazeyên wan şervanan nirxên me ne. Em ê xwedî li nirxên xwe derbikevin û hemû dayikên ku li ber deriyê sînorê Sêmalkayê di nobetê de ne em silav dikin. Heyf û sed caran heyf ku pêşengekî kurdan bi navê îxanetê û vê zilmê were bibîranîn. Em nêzîkatiya wan şermezar dikin. Gelo ev nêzîkatî ji bo dirav an jî ji bo berjewendiyên kesî dike? Vê îxanetê û zilmê şerê birakujiyê ji bo çi dike? Em ji bo wê jî aciz û bi bertek in. Çalakiya dayikan a li hemberî vê îxanetê û xwedîderketina li nirxên xwe çalakiya rûmetê ye. Em weke dayikên Amedê piştgiriyê didin çalakiya wan û em hêvî dikin ku PDK jî demildest ji şaşiyên xwe vegere. Ger astengiyên sînoran di navbera me de nebûna me yê xwe gihandiban wan û me yê li kêleka wan cih girtiban. Destên me ji hev veqetandine û ji xwe ev zilma herî mezin e."