Siyasetmedarên jin: Ji bo çareseriyê divê rêya diyalogê bê vekirin 2021-11-17 09:01:26     Sema Çaglak - Derya Ren   AMED - Siyasetmedarên jin ên Amedê, diyar kirin ku bi rêya diyalogê ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dê çareserî pêk bê û gotin: "Cîhan tecrîdê dibîne lê belê bêdeng in. Divê ji bo şikandina vê tecrîdê siyasetek demokratîk û bibiryarî pêwîst e."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de dimîne. Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. Her wiha herî dawî jî di 25’ê adara îsal de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan bi telefonê axivî bû û hevdîtina bi telefonê jî di nivî de hatibû birîn. Siyasetmedarên jin ên li Amedê bal kişandin ser bandora tecrîdê ya li ser civakê û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.    'Tecrîd li ser hemû kesan e'   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Elîf Harran, diyar kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tecrîd bandorê li hemû civatê dike. Elîf destnîşan kir ku li ser gelê Tirkiyê jî zexta desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê heye û wiha axivî: "Em dibînin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin. Sedema bingehîn a ku civak di nava kaos û krîzeke bi vî rengî de ye, qutbûna têkiliya ji birêz Ocalan e. Me dîtibû ku di pêvajoya çareseriyê de aramî û bingeha aştiyê hatibû avakirin. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê pêvajo xetimand û welatê ber bi kaosekê ve terikandin."   'Divê rêya diyalogê bê vekirin'   Elîf daxuyand ku divê tecrîd bi dawî bibe û bi vê yekê aloziyên li ser Rojhilata Navîn bêne çareserkirin û got: "Birêz Ocalan gotibû 'Ji min re hefteyek bidin, ez dikarim pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikim'.  Ew gotinên birêz Ocalan gelek bi nirx e û divê baş bê fêmkirin. Em bi hikûmeteke ku bi kaosan xwe dide li ser piyan re rûbirû nin. Em dawiya desthilatdariya AKP-MHP'ê dibînin. Mirov niha li dijî xizaniyê têdikoşin. Eger bi Birêz Ocalan re diyalog hebûya, wê hemû pirsgirek çareser bibûna. Ji ber ku me berê pêvajoya diyalogê dîtibû. Em wek jin dibêjin ku divê di zûtirîn pêvajoya diyalogê were destpêkirin."   'Li dijî vê tecrîdê yekitiya gelan divê'   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Rezana Amedê Sumeyye Kirici jî destnîşan kir ku ne tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê qebûlkirin ne jî tecrîda li ser gelan tê qebûlkirin. Sumeyye wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi taybetî jî li herêmê em vê tecrîdê bi aşkere dibînin. Hemû cîhan jî ew tecrîdê dibîne lê belê bêdeng in. Bi polîtîkayên şer ên taybet, sîyaseta çetebûn hem gel hem jî welat giş di bin tecrîdê de ye. Herî zêde jî ew tecrîdê jin hîs dikin. Ji ber ku hedefa tecrîdê jin e. Ji ber wê jî herî zêde li ser jinan zext û êrîş heye. Divê li dijî vê tecrîdê yekitiyek çêbe. Ne tenê Gelê Kurd di heman demê de Gelê Tirkiyê jî rabin ser piyan. Em vê tecrîdê qebûl nakin û bi bawerin ku ew tecrîdê bişkênin.”   ‘Hemû kes ji polîtîkayên tecrîdê agahdar in'    Endama Meclîsa Şaredariya Peyasa Amedê Canan Guler, da zanîn ku heya ew desthilatdar neçe wê tecrîd girantir bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tecrîd hem li ser aboriyê heye hem li ser pandemiyê, li ser jinê û li ser zindanan bi girankirî tê meşandin. Xelkê bi birçîbûnê terbiye dikin. Yan jî bir girtin û binçavkirinê dixwazin tecrîd bikin. Îro di zindanan de tecrîdek pir giran tê meşandin. Lê em dibînin ku tecrîda herême xwe diteyîsîne tecrîda tevahî li ser gelên Rojhîlata Navîn. Îro li Iraqê gel bi tecrîdek mezin re rûbirû ye. Li hemberê vê yekê jî bêguman têkoşînek tê dayîn. Her wiha bi fihûş û tiryakbûnê jî nav ciwanan de belav dikin û tê xwestin wan jî bixin nav tecrîdek mezin. Mejiyê ciwanan bi wan polîtîkayên şer ên taybet hatiye şûştin. Ev hemû pêkhate encama tecrîdê ye. Hemû kes edî ji polîtîkayên tecrîdê agahdar in. Ji bo şikandina vê tecrîdê siyasetek demokratîk û bibiryarî pêwîst e."   'Em ê bi têkoşînê polîtîkayên tecrîdê pûç bikin'   Herî dawî jî hevşaredara Yenîşehîra Amedê Belgîn Dîken a ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin axivî û wiha bal kişand ser tecrîdê: "Divê gelê me li dijî tecrîdê li ber xwe bide. Bi zextên cûrbecûr hewl didin ku civakê  ji hemû qadên jiyanê dûr bixin û îzole bikin. Bi teybet em wek jin wê her tim li dijî tecrîdê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Çawa ku jin bi rola xwe ya pêşengtiyê ji dîrokê heya niha bûye mîrateya têkoşînê wê niha jî ji bo şikandina tecrîdê têbikoşe. Polîtîkayeke ku bingeha vê sîstemê afirandiye heye. Em ê bi gelê xwe re hewl bidin van polîtîkayên qirêj pûç bikin."