'Li beramberî hemû cureyên tundiyê têkoşîn pêwîst e' 2021-11-16 09:03:37     Nalîn Bêrîvan   KOBANÊ - Seroka Desteya Jinê ya herêma Firatê Cîhan Derwêş di derbarê vekirina Navenda Parastina Jinan de wiha got:"Ji bo em van jinên tundî li wan tên kirin biparêzin, me di encama civîna salane de biryar girt ku em navenda parastina jinê bi awayekî fermî vekin. Ji ber ku li beramberî hemû cureyên tundiyê têkoşîn pêwîst e."    Di nava civakê de herî zêde tundî li jin û zarokan tê kirin. Loma ji bo jin bê parastin û li beramberî her cureyê tundiya desthiladariyê bisekine divê têbikoşe û xwe ji hişmendiya baviksalarî rizgar bike. Li dijî tundiyê jin xeta têkoşîn û berxwedanê hilbijêre û tundiya li ser xwe napejirîne. Li Sûriyeyê ji ber şert û mercên heyî û şer, ji bo ewlehiya jinan tu navend nehatin vekirin. Lê belê piştî Şoreşa Rojava rewş guherî. Jinan êdî xwe bi rê ve birin û xebatên ji bo jinan didomin. Beriya hefteyekê jî Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di civîna xwe ya mehane de rêziknameya Navenda Parastinê ya jinên ku tundî li wan tên kirin erê kir. Koordînasyonên jinan civîna xwe ya mehane li navenda Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Reqayê li dar xistibû. Ji bo parastina jinên ku di malbat û civakê de tundiya fizîkî, derûnî, zayendî li wan tên biryar hatibû dayin navend were avakirin. Di civînê de nîqaş derbarê rêzikanmeya Navenda Parastina Jinên ku tundî li wan tên kirin hat kirin. Rêzikname ji 12 madeyan pêk tê, tevahî beşdaran rêzikname erê kirin.    Xalên di rêziknameyê de cih digirin bi vî rengî ne:   Rêziknameya Navenda Parastina Jinan    *Ji bo parastineke weke çareseriya lezgîn û ji bo jinên tên çewisandin pêdivî ji vekirina navenda jinê heye. Ev navend wek malek ji bo parastina jinên ku tundiya fizîkî, derûnî, zayendî li wan tê kirin hat vekirin. Cihê navenda jinê divê ji bo zarok û jinan guncav be. Her ode herî zêde ji bo çar kesan e û bi alavên pêwist dagirtîne. Cihê ji bo zarokan jî hene. Divê odeyeke civînê û eywana xwarinê hebe û ji bo ewlehiyê kamera hebin.    *Ji bo parastina jinê divê derfetên zagon, xizmetan derûnî û tendirustiyê hebe. Ji bo jin di warê derûniyê de baş bin dê xebat bên kirin. Ji bo entegrekirina jinan a ji nû de ya di nava civakê de û parastina jinê bê mîsogerkirin dê derfet bên avakirin. Ji bo bihêzkirina jinan û bilindkirina serxwebûna wan a civakî divê hemû tedbîr bên girtin. Ew ê koordînasyona xebatên bi rêxistinkirî jî pêş bikevin.    *Zarokên jinan, bi şertê ku temenê yê lawik ne ji 12 salî zêdetir be û keçên ku hejdeh saliya xwe temam nekiribin, dikarin bi dayikên xwe re li navendê bijîn. Li gorî rapora karmendan, ji bo mayina demkî jî jin dikarin şeş mehan li navendê bimînin û ger hewce bike dema mayînê tê dirêjkirin. Doz piştî lêkolîneke berfireh ji aliyê komîteyên jinan û desteyên rêveberiyên xweser û sivîl û bi heman rengî ligel rêveberiya malê tên qebûlkirin. Wê bernameyên rehabîlîtasyon, perwerdehî û akademîk ên ku hewce ne bikin.   *Karkerên malê nikarin li ser navê jinan tu biryarekê bistînin. Di nav malê de cudahiya jinan a bi hincetên olî, zimanî, siyasî, cudahiya temenî yan tiştekî din divê çênebe. Dê li navendê pispora civakî û hemşîre hebin. Alîkariya ji bo adaptasyona hundirê navendê dê ji bo jinan bê kirin. Jin dema diçin dadgehê ji aliyê Asayîş an jî Komîteya Parastina Malê ve tên parastin.   Xizmetên tenduristiyê:   *Tedawiya bijîjkî ya ku ji bo xilasbûna ji bandorên tundiyê pêwîst e.   *Kontrolên demkî yên pêwîst divê bên kirin.   Têkildarî mijarê Seroka Desteya Jinê ya Herêma Firatê Cîhan Derwêş ji ajansa me re nirxandin kir.    'Pêwîst bû ku Navenda Parastina Jinê bê avakirin'   Cîhanê da zanîn her rojên derbas dibin tundî li jinan tê kirin û wiha got:"Zêdetirî du salan e em hewl didin ku navenda parastinê ji bo jinên ku tundî li wan tên kirin, vekin lê ji ber şert û mercên heyî navend nehat vekirin. Bi civîna salane biryar hat girtin ku navenda parastinê bê vekirin, da ku jin bêne parastin. Her çendî jinê berê xwe dida saziyên pê re eleqedar jî lê dîsa jî hewce hebû ku navendek ji bo parastina jinê bê vekirin. Tenê ji bo lêdana li jinê tê kirin, tundî, binpêkirina mafên jinê divê navendek bê avakirin. Di nava civakê de jin wek meta hatiye dîtin û bi çavên ku jin bê vîn û hêz e lê tê meyzandin. Dema pirsgirêk an jî tundî tê kirin, yekser jin berê xwe didin saziyên pê ve peywendîdar. Wek Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê, Mala Jinê, Desteya Jinê û Meclîsa Jinê ya Edaleta Civakî. Ji bo vê jî komîteyên şopandinê me ava kirine. Gelek jin dema tundî li wan tên kirin an jî pirsgirêk di navbera wê û hevjînê wê yan bav, bira de çêdibe, wê demê jin bi rojan bi wê pirsgirêkê re rû bi rû dimîne, lê heya ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, divê cih an jî navend ji bo parastina wê jinê hebe. Ji bo wê bi awayekî lez û bez me dest bi vekirina navendê kir."   'Wê jin di navenda parastinê de bi ewle bijîn'   Cîhanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rêziknameya Navenda Parastina Jinê û wiha pê de çû:"Gelek caran me dixwest em jinên ku rojane tundî, destdirêjî li wan tên kirin biparêzin lê cihê ku jin xwe rehet hîs bike rastî kesên ji malbatê yên dê zirarê bide wan neyên navendên ku wê biparêze tune bû. Ji bo wê me jî gelek zehmetî dikişandin. Lê di 30'yê Cotmeha 2021'ê de di encama civîna me ya salane de, ji aliyê hemû nûnerên ku cihê xwe di nava Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de digirin hat erêkirin ku navenda parastina jinê bê vekirin. Nîqaş li ser xalên ku di rêziknameyê de hene hatin kirin. Li ser di milê zagonan de wê çawa ev zagon pêk werin û bi çi şêweyî wê jin bêne parastin hatin kirin. Di heman demê de li ser çi bingehê em jinan di navenda parastinê de bi cih bikin jî nîqaş hatin kirin. Jinên ku derbasî navendê bibin jî wê nîqaş û perwerde li ser bingeha ku çawa xwe ji tundiyê biparêze û baweriya xwe bi xwe bîne bên kirin. Erka me ya herî sereke ew e ku em xwedî li jinan derkevin û mafê wê bi dest bixin û tundiyê ji ser jin û civakê bidin rakirin. Em ê li beramberî hişmediya mêr-dewletê têbikoşin û xeta azadiyê nîşanî jinan bidin."   'Li dijî tundiyê perwerde pêwîst e'   Cîhanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên tundî li wan tên kirin, kir ku berê xwe bidin Navenda Parastina Jinê û dawî li jiyana xwe neyin û wiha pê de çû:"Divê jin di wê zanebûnê de be ku wê çawa li beramberî cureyên tundiyê tev bigere. Bi kîjan rêbazan xwe biparêze û ji wê hişmeniya mêr-dewletê xwe rizgar bike. Belkî civaka me ne di wê zanebûnê de ye ku jin nîvê civakê ye û civakê bi rê ve dibe. Divê ev yek bê famkirin ku bê jin jiyan naçe serî. Hemû zayend wê vê jiyanê bi rê ve bibin. Em jî weke Desteya Jinê ya herêmê çi ji destên me bê em ê ji bo jinan bikin û bi hemû jinan re bibin alîkar. Armanca me ya yekem ji van 12 xalên rêziknameyê ew e ku, jin bê parastin nemîne. Mafê jinê bê bidestxistin û jin hişyar bin. Ji ber zextên malbatan gelek jin hatin qetilkirin û hinekan ji wan dawî li jiyana xwe anîn. Şûna ku jin dawî li jiyana xwe bîne yan jî bê kuştin bila berê xwe bide navenda parastinê. Navendên parastinê wê li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên vekirin, di hundir navendê de wê mamosteyên derûniyê jî hebin. Bi nêzîkbûna Roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, me xwest em navenda parastina jinê vekin. Her wiha hejmara me ya jin dikarin 24 saetan xwe bigihêjîne me heye."