Parêzer Hîlal Çelîk: Li ser pergalek xerab tiştekî nû nikare bê kirin 2021-11-15 09:03:03     ENQERE - Parêzer Hîlal Çelîk sererastkirina xala ‘bi rêya îcrayê teslîmkirina zarok’ ya 5’emîn Pakêta Darazê ya Reformê ya AKP’ê amade kiriye, nirxand. Hîlalê da zanîn ku di xalê de nêrîneke der barê zarokan de tune ye, li ser pergaleke xerabe jî tiştekî nû ne pêkan e bê avakirin.   5’emîn Pakêta Darazê ya ku AKP’ê kiribû rojeva xwe di 5’ê Mijdarê de di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hat nîqaşkirin. Di pakêta şandin Lijneya Giştî de, der barê Qanûna Îflasê ya Îcrayê de  hinek guherînên hatin pêşniyarkirin, yek jê xala ‘bi rêya îcrayê teslîmkirina zarok’ bû. Li gorî sererastkirina nû, pewyira teslîmkirina zarok ji midûriyetên îcrayê wê bên girtin û bidin ‘Serokatiya Daîreya Xizmetên Mexdûr û Piştgiriya Edlî’ ya di bin banê Wezareta Dadê de faliyetan dimeşîne. Tê plankirin ku hemû lêçûn jî ji butçeya wezareta dadê bê veqetandin. Di sererastkirinê de xala ku fêdeya zarokan li ber çavan nayê girtin bû mijara nîqaşê.   Ji navenda Mafê Zarokan a Baroya Enqereyê parêzer Hîlal Çelîk, der barê xala ‘bi rêya îcrayê teslîmkirina zarok’ de ji Jinnewsê re nirxandin kir.   ‘Dikare encamên travmatîk derkeve holê’   Hîlalê daxuyakirin ku bi rêya îcrayê teslîmkirina zarok mijarek gelek bi nîqaş e û ev rewş di alî zarokan de encamên travmatîk derdixe holê. Hîlalê wiha dirêjî dayê: “Em dixwazin ku derfetên aborî yên ji bo zarokan, pêvajoyên travmatîk neyên jiyîn û malbat di têkiliya bi zarokên xwe re mesrefê neke. Di vir de rewşa girîng ev e ku rewş çawa û bi çi awayî tê meşandin e.”   ‘Zarok wek alav tên dîtin’   Hîlalê destnîşan kir ku dema mirov li pakêta darazê dinêrin, nêrîneke wek mafê malbatê ye tê dîtin û ev tişt daxuyand: “Di pakêtê de ji fêdeya ji bo zarok wêdetir, nêrîneke ku zarok wek alav dibîne heye. Divê tevlîbûna zarokan baldar bê girtin an jî ji bo van zarokan der barê piştgiriya tê dayîn de tu agahî tune ye. Bi giştî ser mafê malbatan hatiye sekinadin.”   ‘Pêvajoyên der barê zarokan de bi bandor nayên meşandin’   Hîlalê bi lêv kir ku pêkanînên tên pêşniyarkirin hema wisa nakevin meriyetê û ewil li herêmên pîlot dikeve meriyetê û got: “Ji ber ev pêkanîn wê ji aliyê Midûriyetên Xizmeta Mexdûr û Piştgiriya Edlî ya Medxûr pêk tê, fikar dertên holê. Ji ber ev midûriyet saziyên ku barê wan giran e. Dema mirov li malpera înterneta wan dinêrin, di rewşa heyî de 108 Midûriyet hene. Li Enqereyê jî li edliyeya navendê û li Edliyeya Bati midûriyet hene. Barê van giran in.  Ji ber vê jî em dibînin ku karên derbarê zarokan de bi bandor nayên meşandin. Bi sererastkirina mijara gotinê ye, cihê midûriyetên îcrayê  Serokatiya Daîreya Xizmetên Mexdûr û Piştgiriya Edlî girtine. Yakene tişta guheriye bêyî pere bê dayîn tê kirin. Ji ber vê jî wê barê kar giran bibe. Xaleke din a ku zarok bi suîstîmalê re tê rû hev heye. Dibêje ku ‘dema fêdeya zarok bê ferzkirin bêyî talîmata teslîmatê bê kirin, zarok bi zorê ji aliyê ewlehiyê ve dikare bê girtin.’ Ev rewş jî ji suîstîmalê re vekiriye. Di sererastkirinê de derbarê kar û barê teslîmgirtina zarok de di kîjan şertan de pêk tê jî agahî tune ye.”   Hîlalê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku jin û zarok di rewşa normal de di qadeke bê ewle de dijîn û pirsgirêk pir giran e û divê piştgirî ji bo jinan bê dayîn.