'Azadiya rêbertiyê azadiya me hemûyan e' 2021-11-12 09:06:33     STENBOL - Jinan diyar kirin ku tecrîda li ser Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi têkoşînê dikare bê şikandin û gotin dem dema azadiya Rêbertiya wan e.   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girava Îmraliyê girtiye her diçe giran dibe û 7 meh in agahî jê nayê girtin. Ji ber vê rewşê fikar jî zêde dibin. Hewldanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî ji aliyê rayedaran ve bê bersiv tên hiştin.   Jinan bertek nîşanî tecrîda giran dan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.   ‘Em Rêbertiyê bigihînin azadiya wî’   Jina bi navê Muhsîne Saçan silav ji Abdullah Ocalan re şand û wiha got: “Wî dengê me bi hemû cîhanê da bihîstin, divê em di rêya wî de pêş bikevin. Ez bang li gel û dayikên kurd dikim, werin em dest bidin hev vê tecrîdê qebûl nekin û Rêbertiyê azad bikin. Tecrîd ne tenê li ser Rêbertiyê li ser me hemûyan e. Dema rêbertî azad bibe wê hemû dayik, girtî û Kurdistan azad bibe.Ger em bibin yek wê li dijî me biwestin. Azadiya Rêbertiyê bi têkoşîna hevpar pêkan e.”   ‘Ji bo Rêbertiyê bêdeng nemînin’    Muhsîneyê bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Herêma Federal a Kurdistanê û bang li serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesut Barzanî kir û got divê şerê biratiyê neyê kirin, xwîn neyê rijandin û wiha dirêjî dayê: “Divê gelê kurd li dijî êrîşan xwedî hişmendî be. Neviyê min ê du salî serokatiyê nas dike. Divê hemû gelê kurd wisa be. Divê gelê kurd ji dengderxistinê netirsin. Yên ditirsin zarokên wan dikevin nava tora fuhuş û hişbirê. Ger em dengê xwe bilind bikin em ê zarokên xwe jî biparêzin.”   ‘Bi têkoşînek mezin dikare tecrîd bê şikandin’   Nesrîn Arîn jî daxuyakirin ku tecrîd wek rondik li dayikan vedigere û got divê bi tekoşînek mezin tecrîd bê şikandin. Nesrînê ev tişt bi lêv kir: “Divê her kes bi hev re tev bigere. Fêdeya tu kesî ji gelê kurd re tune ye. Ancax bi yekîtiyê dikare rizgar bibe. Em zilmek mezin dijîn. Li hember zimanê me êrîşek mezin heye. Tehemula wan li hember tabelayên Kurdî jî tune ye. Bav û kalên me ji bo çi xwîn rijandin? Em azadiyê yekîtiyê dixwazin. Em zilmê naxwazin. Rêberiya me ev riya azadiyê da ber me jin azad kir. Îro divê hezaran jin li kolanan li dijî tecrîdê deng derxin.”   ‘Azadiya Rêbertiyê azadya gelê kurd e’   Zerîfe Subaşi jî bi lêv kir ku ger ku Abdullah Ocalan azad bibe wê gelê kurd jî azad be û wiha dirêjî dayê: “Em azadiya serokatiyê dixwazin. Em dixwazin tecrîda li ser gelê kurd bişkê. Em azadî, ziman, mafê perwerdeyê dixwazin. Em naxwazin em bên qetilkirin û kuştin. Li ser dayikan zextek mezin heye. Li girtîgehan zext hene. Tecrîda pêk tê pir giran e. Divê em bibin dengê wan. Çekên kîmyewî bi ser gelê me de dibarînin. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”