Dayikên Aştiyê: Wê bi kîjan rûyî Emîne Şenyaşar bidarizînin 2021-11-11 09:09:48   Derya Ren   RIHA - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo yekemîn rûniştina doza der barê Emîne Şenyaşar ku di roja 86’emîn Nobeta Edaletê de anîbû ziman lê hatibû vekirin de, banga tevlîbûnê kirin. Dayikan diyar kirin ku  gelo wê bi kîjan rûyî çi ji dayika Emîne bipirsin, wê çawa bidarizînin.   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Yildiz û parêzvanên wî êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn. Emîne Şenyaşar a di êrîşê de zarok û xizmê xwe winda kir, 2’yemîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Rihayê  bi îdiaya heqeret li peywirdarê cemawerî kiriye doz lê vekir.  Hinceta dozê jî gotinên  wê yên di di 9’ê Adarê de 86’emîn roja Nobeta edaletê de aniye ziman hat nîşandan. Rûniştina yekem wê li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê bê dîtin.   Ji 9’ê Adarê heta niha bi hezaran kes bi armanca piştevaniya Emîneyê hatin ber edliyeya Rihayê. Piranî kes ji dayikan pêk dihatin û carek din hat dîtin ku li vî welatî herî zêde dayik edaletê dixwazin.   Dayikan ji bo rûniştina Emîneyê ya wê sibehê bê dîtin banga tevlîbûnê kirin.   ‘Wax ji vê edaletê re’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Gule Polat da zanîn ku Emîne bi mehan e çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza edaletê didomîne û got: “Gelo ev edalet e, ev mirovahî ye? Emîne dibêje ‘kujerên zarokên min bibînin. Piştre min bidarizînin’. Em wek dayik her tim ligel Emîneyê ne. Em her roj dibêjin em xwişk û bira ne. Ez meraq dikim gelo wê li dadgehê bi çi rûyî çi ji Emîneyê bipirsin, wê çawa bidarizînin. Yên wê didarizînin bila ewil bêdadiyê sererast bikin. Wax ji vê edaletê re. Behsa kîjan edaletê dikin. Ez bang li hemû kesî dikim ku sibehê tevlî rûniştinê bibin.”   ‘Emîne êdî dayika me hemûyan e’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Perîhan Aslan bi lêv kir ku hevjîn û zarokên Emîneyê ji ber kurd bûn hatine qetilkirin û wiha dirêjî dayê: “Di serî de Emîne, em ê ligel hemû kesên li edaletê digerin, cih bigirin. Emîne êdî dayika me her kesî ye. Zîhniyeta doz li Emîneyê vekiriye zîhniyetek çawa ye. Di roja 88’emîn Nobeta Edeletê de Emîneyê hîmê avahiya pêvek a ji bo edliyeyê dihat çêkirin bi destên xwe kola. Wê rojê kezeba min parçe bû. Yên doz li wê vekirin ev bê wijdanî çawa kirin. Divê roja înê her kes li ber Edliyeya Rihayê be. Ji ber Emîne kurd e vê zilmê dikin. Çima guh nadin gotinên wê. Zarokên wê li ber çavê her kesî hatin qetilkirin. Kesî deng dernexist. Divê hemû dayik roja înê di rûniştinê de cih bigirin.”    ‘Bêdadî li her derê ye’   Endama Dayikên Aştiyê ya Êlihê Fatma Tatli jî bang li hemû jinan kir ku ger dest bidin hev wê edalet jî pêk bê û wiha dawî lê anî: “Emîne bi mehane li ber edliyeyê çalakiya edaletê didomîne. Her cara em wê dibînin kezeba me dişewite. Em dayik dixwazin êdî edalet bê vî welatî. Ez bang li hemû kesî dikim ku roja înê li edliyeyê bin. Dijhiqûqî ne tenê li cihekî li her derê didome.”