Rebecca Sondergaard: Abdullah Ocalan îlhamê dide me 2021-11-03 09:04:14     STENBOL - Endama Lijneya Navenda Keske Sor a Ciwan a Demokratîk a Danîmarkayê Rebecca Sondergaard, ku pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwendiye û fikrên wî ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê têbikoşin û wiha got: “Di avakirina konfederalîzma demokratîk de parçeyeke mezin a feraseta me ye.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in li girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Serlêdanên parêzeran yên ji bo hevdîtinê her carê bi hincetên cuda tên redkirin û parêzeran diyar kirin ku di meha çileya borî  de cezayekî dîsîplînê yê nû li Abdullah Ocalan hatiye birîn. Lê ev pêvajoya qedexeyê tevî ku di 23’yê Adarê de tije bû jî serlêdanên parêzeran nehatin bersivandin. Dîsa derket holê ku di 14’ê îlona 2018’an di dema faliyeta sporê de bi hinceta volta avêtiye 3 mehan hevdîtina bi malbatê re hatiye qedexekirin. Fikarên der barê jiyana Abdullah Ocalan di rayagiştî de her diçe zêde dibin û tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan pêk tê.   Li seransrê cîhanê ji nêz ve tê şopandin   Li seranserê cîhanê gelek kes pirtûkên Abdullah Ocalan dixwînin û perspektîfên wî ji nêz ve dişopînin. Heyeteke di rojên borî de çû serdana HDP’ê û Endama Lijneya Navenda Keske Sor a Ciwan a Demokratîk a Danîmarkayê, Rebecca Sondergaard, jî di heyetê de cih digirt û da zanîn ku ew fikrên Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopînin. Rebecca ji ajansa me re axivî û der barê armanca serdanê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan de nirxandin kir.   ‘Em ê bi gelê kurd re piştevaniyê mezin bikin’   Rebecca bi lêv kir ku ji bo di zemînek hevpar de xebatan bimeşînin bi meclîsa ciwanan a HDP’ê re hatine gel hev û wiha dirêjî dayê: “Di pêvajoya me bi meclîsa ciwanên HDP’ê re derbas kir de, em fêr bûn ku têkoşînê çawa bimeşînin. Em ji bo di zemînek hevpar de bên gel hev, hatin vir. Gelek tiştên em ji hev fêr bibin hene. Em hev nas dikin. Em hewl didin fêr bibin ku li welatên xwe têkoşîna rêxistinkirî çawa bimeşînin. Me der barê ciwanên rêxistinkirî de nîqaş meşandin. Bêguman ev dem kurt bû lê bi têkoşîna em ji vir fêr bûne em ê wek Ciwanên Keskan bi kurdan re di nava piştevaniyê de bin.”   ‘Em ji Abdullah Ocalan îlhamê digirin’   Rebecca bal kişand ser serdana xwe ya bi meclîsa jinan a HDP’ê re jî û wiha nirxandin kir: “Hevdîtin pir baş derbas bû. Em gelek ji şoreşa Rojava bi bandor bûn. Ji bo em gelê kurd ji nêz ve nas bikin, me organîzasyonek wisa pêk anî. Em ji Abdullah Ocalan îlhamê digirin. Em hewl didin hêz û fikrên wî di xebatên xwe de bi cih bikin. Mirovên vir jî bi vê fikrê tev digerin. Ev tiştekî gelek xweş e. Em ji hêza jinên HDP’ê bi bandor bûn. Tevî ku gelek zextan dibînin jî têkoşîna wan didome. Em ê têkoşîna wan ji jinên Danîmarkayê re vebêjin. Divê tu car şûnde gavê navêjin. Ez gelek ji wan bi bandor bûm.”   ‘Ez bawer dikim ku Abdullah Ocalan wê bê berdan’   Rebecca di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û  got divê Ocalan bi fizîkî azad bibe, fikrên wî li cîhanê belav bibe û wiha dawî lê anî: “Divê Abdullah Ocalan ji zû de bihata berdan. Lê bawer dikim ku wê rojekê azad bibe. Ji bo vê em têdikoşin. Em zextê li hikûmetê dikin û hewl didin ku bikevin nava tevgerê. Li welatê me piranî çepgir Abdullah Ocalan nas dikin. Me gelek îlham jê girtiye. Em hemû pirtûkên wî dixwînin, nîqaş dikin û jê hez dikin. Di avakirina konfederalîzma demokratîk de parçeyeke mezin a feraseta me ye.”