'Ava kanalîzasyonê didin girtiyan' 2021-11-03 09:03:24     WAN - Hevseroka TUHAY-DER ya Wanê Kudret Temel da zanîn ku der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de gelek serlêdan girtine û got li girtîgeha Tîpa L ya Panosê ava kanalîzasyonê wek ava vexwarinê dane û xwarina ji bo kesekî li çar kesan belav dikin.   Tecrîda li Îmraliyê 22 sal in didome û bandor li ser hemû girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê dike. Li gorî raporên rêxistinên civakên sivîl û mafê mirovan, li girtîgehan, pêkanînên wekê, surgun, lêgerîna tazî, nedayîna hewcedariyên sereke, serdegirtina koxuşan, îşkenca li odeya sungerê, astengkirina mafê dermankirinê û şewitandina înfazê gelek tên jiyîn. Li girtîgeha Tîpa F ya Wanê û li girtîgeha Tîpa Le ya Panosê, hat hînbûn ku girtiyan bi hevkariya malbatên xwe pêkanîn ragîhandine. Hevseroka Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) ya Wanê Kudret Temel der barê mijarê de axivî û got demên dawî de gelek serlêdan girtine.   ‘Girtiyên pêkanînan qebûl nakin bi şîdetê re rûbirû dimînin'    Kurdretê daxuyakirin ku der barê binpêkirinên mafan de demên dawî de ji gelek girtiyan serlêdan girtine û dijhiqûqiya li ser girtiyan li her qadê didome. Kudretê daxuyakirin ku mafên girtiyan ji aliyê îdara girtîgehê ve bi awayekî kêfî tê astengkirin û wiha dirêjî dayê: “Ji hewcedariyên sereke bigirin, heta aktîvîteyên civakî mudaxale mijara gotinê ye.  Girtiyên ku van pêkanînan qebûl nakin jî tên derbkirin û tên surgunkirin.”   ‘Tu aliyê qanûnî tune’   Kudretê destnîşan kir ku pandemiyê dikin hincet û girtiyan tecrîd dikin û ev tişt bi lêv kir: “Îdare û peywirdar qanûnên heyî pêk naynin. Ji bo gelek girtiyan cezayê giran hatiye dayîn. Mafê girtiyan yê ragîhandinê tê astengkirin. Kovar, pirtûk û rojname nayên dayîn. Bi qanûnên mijara ginê ne ev girantir dibin. Lê tu aliyê vê yê qanûnî tune.”   ‘Ava vexwarinê ava kanalîzasyonê ye’   Kudretê balkişand ser pirsgirêka li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê û ku ava kanalîzasyonê didin girtiyan û wiha daxuyand: “Xwarina ji bo kesekî didin 4 kesan. Hîjyen li girtîgehan tune. Kapasîteya girtîgehan zêde zêde ye. Li kantînan her tiştî biha difroşin. Em dixwazin demildest ji vê pêkanînê vegerin.”   ‘Malbat jî tên mexdurkirin’   Kudretê bi lêv kir ku ji ber krîza aborî û xizaniyê mablatên girtiyan êdî nikarin hewcedariyên xizmên xwe bikin û got: “Girtî bi kîlometreyan ji malbatên xwe dûr in. Ji ber sedemên aborî nikarin biçin cem girtiyan. Tu hatineke malbatan tune. Nikarin ji girtiyan re cil û bergan bigirin. Serî li me didin piştgiriyê dixwazin. Li hundir girtî li derve malbat tên mexdurkirin.”   ‘Heta tecrîd bidawî nebe binpêkirin jî bidawî nabin’   Kudretê wiha dawî lê anî: “Zexta zêde bûye jiyanê jî tecrîd dike. Di bingeha pirsgirêkan de tecrîda li ser Abdullah Ocalan heye. Heta tecrîda Îmraliyê bidawî nebe,  ev binpêkirin jî ranawesetin. Sedema binpêkinan tecrîde. Divê demildest tecrîd bê rakirin.”