‘Ne jinan qeyûman diparêzin’ 2021-11-02 09:04:37     STENBOL - Elîf Bayburt der barê ku rektorê qeyûm Nacî Încî yê zanîngeha Bogazîçî ku biryara tedbîra parastina bi sifata ‘şopandina bi israr ya mexdur’ a qanûna hejmar 6284'an esas digre, girtibû de axivî û got: “Qanûna 6284'an a ji bo jinên rastî şîdetê û tehdîdê hatiye, krîtîke, ji bo parastina rektorê qeyûm yên berdewama desthilatdariyê ne tê bikaranîn.”    Xwendekarên Bogazîçî li dijî tayînkirina qeyûman berxwedabûn û berxwedan ket meha 11’emîn. Qeyûm Nacî Încî ku tehemulê bexwedanê nekir, qanûna 6284'an a ji bo parastina jinan, ji bo xwe bikar anî. Rektorê qeyûm Nacî di çarçoveya Qanûna Hejmar 6284'an a wek ‘Qanûna Der Barê Parastina Malbat û Pêşigirtina Şîdeta li Ser Jinê’ de bi sifata ‘mexdurê şopandina bi israr’ de der barê 14 xwendekaran de biryara tedbîra parastinê girt. Biryara tedbîrê wê mehekê derbasdar be û di rewşa xwendekar biryarê binpê bikin de wê cezayê girtîgehê lê bên birîn.  Xwendekara Zanîngeha Bogazîçîn Elîf Bayburt, got qanûna divê ji  bo jinan bê pêkanîn ji bo qeyûm hatiye bikaranîn.    ‘Qanûn ji bo qeyûm tê bikaranîn’   Elîfê, diyar kir ku qanûna ji bo jinan, desthilatdarî ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û got: "Desthilatdarî ji bo jinan vê bikarnayne û hewl dide pêşî li têkoşîna jinê bigire. Beyî teredut ji bo qeyûm bikar tînin. Ev qanûn ji bo jinên rastî şîdetê hatiye gelek krîtîke. Lê mixabin ji bo rektorê qeyûm dikin dewrê. Ev ne mudaxala ewil a li hember xwendekarane. Ji destpêkê de ye ceza didin xwendekaran, binçav dikin, polîtî şîdetê dike. Yek ji van xwendekaran jî ez im. Desthilatdarî bi van pêkanînan hewl dide me bitirsîne. Lê berxwedana me wê her tim xurt bibe.”   ‘Li dijî jinan zext heye’   Elîfê, destnîşan kir ku jinên berxwedana Bogazîçî de cih digirin kirdeyên têkoşînê ne, li her qadê têdikoşin û wiha bi lêv kir: "Di 1’ê tîrmehê de jî 8’ê Adarê de jî me wek Piştevaniya Bogazîçî pankart vekir. Lê qanûna hejmar 6284 bi vî awayî bikar tînin, bi vê jî hewl didin pêşî li têkoşîna jinên ciwan bigirin. Di berxwedanê de gelek jin derketin pêş. Tevî cezayê girtîgehê di çalakiyan de di eniya pêş de bûn. Li dijî jinan zextên deshtilatdariya siyasî pir zêde ne.”   ‘Divê jin dengê xwe li dijî biryarê bilind bikin’   Elîfê dawiya axaftina xwe de got bi vê pêkanînên bertekên rayagiştî tê pîvan û wiha dawî lê anî: “Dibêjin ka em binêrin deng tê derxistin an na, ger neyê ez ê pêkanînan bidomînin. Ji ber vê jî divê em bi awayekî xurt dengê xwe bilind bikin. Divê em bêjin ku em vê biryarê nasn nakin. Tu carî cezayên hatine dayîn pêşî li têkoşîna me negirtiye. Têkoşîna me wê her tim bidome.”