Jina di nava berxwedana Kobanê de cihê xwe girt: Neyar têk çûn 2021-10-29 09:07:50   KOBANÊ - Hîva Hiso ya 45 salî û dayika 8 zarokan a di nava berxwedana Kobanê de cihê xwe girt diyar kir ku xeyalên neyaran li Kobanê têk çûn û wiha got:"Her kesên welatparêz û bi axa xwe ve girêdayî terka Kobanê nekirin. Li dijî hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê şerê hebûn û tunebûnê kirin. Neyar têk çûn û Kobanê ji bo Erdogan û hevkarên wî bû xewn û xeyal."   Çeteyên DAIŞ'ê di Îlona 2014'an de bi rengekî hov êrîşî Kobanê kirin. Li beramberî êrîşên dijwar şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Parastina Gel û li rex wan bi sedan şênî ji jin û ciwanan xwe bi bi rêxstin kirin. Bi rihê fedekar parastina Kobanê kirin. Di heman mewziya şer de bav û keça xwe bira û xwişka xwe bi hev re li dijî hovitiya çeteyên DAIŞ'ê şerê hebûn û tunebûnê kirin. Li ser banga seferberiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ciwanan ji her çar parçeyên Kurdistanê sînor derbas kirin û beşdarî şerê Kobanê bûn.    Yek ji wan jinên ku beşdarî şerê Kobanê bûye, Hîva Hiso ya 45 salî, dayika 8 zarokan e. Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê Îlona 2014'an de li ser kantona Kobanê, di eniyên şer ên destpêkê de cih girt û li hemberî dewleta tirk û çeteyên DAIŞ'ê axa xwe parast. Jinên qehreman, berxwedêr û têkoşer li rex şervanan di mewziyên şer de terka Kobanê nekirin û Kobanê ji çeteyan re kirin goristan. Bi serkeftina gelê kurd a di Kobanê de 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.   Hîva Hiso ya di nava berxwedana Kobanê de cihê xwe girt behsa têkoşîna li dijî çeteyan hat dayin kir.    'Ax ji hemû tiştî şêrîntir û bihatir e'   Hîvayê wiha behsa şer û beş darbûna xwe ya nava şer kir:"Dema şer gihîşt navenda bajêr, gel neçar ma ku koçberî Bakurê Kurdistanê bibe. Min zarok û hevjînê xwe jî şandin Bakur. Rast e zehmet e ku dayik ji zarokên xwe dûr be, lê ax ji hemû tiştî şêrîntir û bihatir e. Min soz dabû ku ez şervanan bi tenê nahêlim û pişta xwe nadim wan. Kêm zêde ez li gor hêza xwe li soza xwe xwedî derketim. Dema şer dijwar bû, min xizmet ji birîndar û gaziyan dikir. Me ne tenê berxwedana şerê li hemberî çeteyan kir, me berxwedan li hemberî birçîbûn, tîbûn, sar û seqemê jî kir. Dema min li rex xwe li hevalan meyze dikir min rihê berxwedanê ji wan digirt. Di berxwedana herî pêş a şerê Kobanê de jin hebûn. Di şer de gelek kes şehîd ketin û birîndar bûn. Tiştê herî zêde bala min kişand û ez pê bi bandor bûm, dema birîndaran bi xwe birînên xwe aş dikirin û lez dikirin. Carekê min pirsa 'çima hûn dixwazin zû rabin ser xwe?', kir. Wan jî bersiv dan û gotin 'divê em bi lez rehet bibin da ku em cihê xwe di mewziyan de bigirin û ew mewziyên vala em dagirin'. Piştî şerê Helebê min cihê xwe di nava Asayişê de girt. Paşê şer dijwar bû, em koçberî Kobanê bûn. Piştre ez bûm endama Asayişa Kobanê û heta roja îro jî ez bi erkên xwe radibim."   'Neyar têk çûn'   Hîvayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku cihê ku herî zêde lê şer qewimiye wê cihê xwe li wir girtiye û wiha domand:"Şerê herî giran û dijwar di kolana gumrikê de û li ber derî çêbû. Di şerê derî de êdî Erdogan got 'Kobanê ket ha wê bikeve', lê berxwedana şervanên azadiyê hêviyên Erdogan têk birin û nehişt ku gotina Erdogan bi ser bikeve. Wê demê êdî em ketin nava dorpêçê, tenê yek kolan di destên me de ma, tu kesî bawer nedikir ku wê Kobanê bi ser bikeve. Vîna şervanan a ji xwe bawer hişt ku ew serkeftin bê bidestxistin. Min bi çavên xwe dît ku çeteyên DAIŞ'ê sînor derbas dikirin. Çeteyên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê perwerde dibûn û li wir derbasî Kobanê dibûn. Dewleta tirk çeteyên xwe derbasî Kobanê dikirin. Bi saya çalakiya şervanan Kobanê bi ser ket û DAIŞ bi bin ket, ruxmî derfetên kêm û li hemberî çekên giran me bi tifingê li ber xwe dida. Vîna me li hemberî tank û topên dijmin xurtir bû. Di şer de me sînor derbas kirin, çeteyan qenasên xwe di mizgeftê de bi cih kiribûn, li ser xeta tirênê xwe bi cih kiribûn. Em jî li pêşiya derî bûn, hema hema em çend gavan dûrî hevdu bûn. Di şerê kolanan de em herî zêde nêzî hevdu bûn, car caran jî em diketin nava hevdu bê ku em pê bihisin."   'Em qet neditirsiyan'   Hîvayê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:"Me çawa Kobanê bi ser xist em ê herêmên din jî bi ser bixin û rizgar bikin. Ma ne mirin carekê ye. Em qet neditirsiyan. Pênc rojan em bê av û xwarin man. Bi roj û şev xew tune bû. Çeteyên DAIŞ'ê ji Iraqê hat heta Baxozê lê têk çûn. Ji ber DAIŞ bi ser neket, lewma îro bi van êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta tirk dixwaze tola çeteyên DAIŞ'ê ji me hilîne. Dewleta tirk li herêmên dagirkirî hemû kiryarên kirêt li beramberî gelê herêmê dike û dide meşandin. Dewleta tirk bi şerê leşkerî bi bin ket. Vê carê dixwaze bi şerê taybet bi ser bikeve. Armanca van êrîşên heyî jî ew e ku ewlehî û aramiya vê herêmê bê istîqrar bihêle, gelê herêmê bide koçberkirin û guhertina demografiyê bide çêkirin. Weke ku niha çawa li herêmên dagirkirî demografî daye guhertin, vê yekê dixwaze li gel me jî pêk bîne."