Parêzerê komkujiya Konyayê: Îhtîmalek mezin tetîkêş girêdayî SADAT’ê ye 2021-10-29 09:04:04   Oznur Deger   ENQERE - Parêzerê doza komkujiya Konyayê Abdurrahman Karabulut diyar kir ku delîlên di dosyaya lêpirsînê de neketiye îdianameyê û lêkolînek baş nehatiye kirin. Abdurrahman got: “Tetîkêş 3 meh beriya bûyerê wesayîtek bi 25 hezarî kirê kiriye. Bi vê çûye Bursa, Enqere, Eskîşehîr û Stenbolê. Gelo li wan deran kî dîtiye li kîjan otelan maye? Îhtîmalek mezin SADAT û hêzên wek wê li pişt gumanbar in.”   Li navçeya Meramê ya Konyayê malbata Dedeogullari ya ji Qersê di 12’ê Gulanê de rastî êrîşa malbatên Keleç û Çalik hatibûn, di 30’yê Tîrmehê de xizmê malbata Keleş, Mehmet Altun malbat qetil kiribû. Îdianameya hatibû amadekirin pêşkêşî dadgehê hat kirin.    Der barê êrîşa 12’ê Gulanê de îdianame pêşkêşî 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat kirin, îdianameya der barê komkujiya 30’yê Tîrmehê de şandin 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê. Tê payîn ku di 15 rojan de îdianame bê qebûlkirin an jî ji bo kêmasî bên çareserkirin radestî dozger bê kirin.   ‘Beriya me ji çapemeniyê re serwîs kirin’   Parêzer Abdurrahman Karabulut der barê du îdianameyan de axivî. Abdurrahman der barê ku îdianame ket destên AA de axivî û got: “Me têkiliya qirêj a daraz û çapemeniyê ferq kir.  Roja piştî komkujiyê me bi hevpîşeyên xwe re bi serdozger re civînek kir. Me xwest ku qeydên kamerayê bidin me û tu biryara veşarî li ser dosyayê tunebû. Dozger got niha tê lêkolînkirin wê roja duşemê şûnde bê dayîn.  Lê piştî em çûn cenaze şûnde qeydên kameraya deqeyek û nîv di A Haber de derket. Me jî ferq kir ku çapemenî û daraz di nava têkiliyek qirêj de ne. Ji çapemeniyê re serwîskirin rewşeke ku sûc teşkîl dikir bû. Parêzerên dosyayê ku nikarin dema bixwazin xwe bigihînin îdianameyê, di çapemeniyê de tê serwîskirin. Ev nayê qebûlkirin. Em  pêşiya dozê bernadin.”   ‘Lêkolînek bi bandor tune ye, li gorî me îdianame qels e’   Abdurrahman der barê îdianameya hatiye amadekirin de jî ev nirxandin kir: “Dadgehê hîna qebûl nekiriye, dinirxîne. Ez bi serokê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê re axivîm. Got wê di nav hefteyê de nirxandina xwe bikin. Di îdianameyê de kêmasiyên cidî hene. Me daxwaz bi nivîskî ragihandin. Me got ên hatine tehliyekirin bila bên girtin. Sê meh beriya bûyerê tetîkêş wesayîtek bi 25 hezarî kirê kiriye. Çûye Bursa, Eskîşehîr, Enqere û Stenbolê. Li wan deran çûye cem kê, li kîjan otelan maye? Der barê vê de lêkolînek tune ye. Li gorî me lêkolîneke baş nehatiye kirin. Li gorî me di îdianameyê de delîlên şênber cih negirtine. Yanî vê îdianameyê em têr nekirine. Li ser koma li Whatsabê peyam hene. Ev delîlên herî girîng bûn. Lê nekirine nava îdianameyê. Delîlên pir sivik kirinê. Bi van delîlan jî gotine vana tehliye bikin. Em îdianameyê cidî nagirin. Kêmasî gelek zêde ne. Gelo li pişt van kesan kî hene? Li gorî me der barê van kesan de lêkolînek bi bandor nehatiye kirin.”   ‘Der barê krediyê de lêkolînek tune, li pişt gumanbar hêzên cuda hene’   Abdurrahman der barê ku gumanbar de çend meh beriya bûyerê bi mehekê navber ji bankayê carekê 47 û carekê jî 60 hezar pere kişandiye de axivî û got: “Gumanbar dibêje naxebitim û kredî dikşîne. Di çarçoveya dosyayê de peymana krediyê tune.  Agahiyên derbarê kişandina krediyê de tune. Dozger cidî nêzî vê bûyerê nebûye bêyî belgeyan ji bankayê bigire, bersiva bankayê kiriye mijara îdianameyê. Tu banka ji bo kesekî bi mûçeyê asgarî dixebite, bêyî kefîl krediyê nade. Tetîkêş dibêje bi vî pereyî çûye Enqere, Stenbol, Bursa, Eskîşehîrê. Gelo kî li pişt vî kesî ye, divê ev ji nedîtîve neyê. Li gorî me li pişt tetîkêş hêzên cuda hene. Divê ev bi awayekî bandor bê lêkolînkirin. Ji bo vê jî em ê daxwazên xwe bînin ziman.”   ‘Lêkolîn nehatiye kirin’   Abdurrahman her wiha bi lêv kir ku gumanbar li bajarên din bi kê re ketiye têkiliyê, çi kiriye, jî di îdianameyê de cih negirtiye û got: “Mijara ku nehatibe lêkolînkirin nikare bibe mijara îdianameyê jî. Me bi dozgerî û emniyetê re hevdîtin kir, got gumanbar sala borî bi hezkiriya xwere hevdîtin kiriye. Tevî vê di dosyayê de tu agahî cih negirtin. Der barê mijarê de lêkolîn nehatiye kirin. Ji derveyê malbatê tespîtkirina  têkiliyan ji bo me girîng e.  Li pişt bûyerê hêzên qirêj hene. Îhtîhamelek xurt heye ku SADAT û hêzên wek vê li pişt gumanbar e. Em ji bo lêkolînkirina vê jî hewl didin.    Me der barê Alî Keleş ê li ser watsapê koma bi navê ‘dadgeh’ ava kiriye û der barê malbata Dedeogullari de axiviye, daxwaza girtinê kir. Daxwaza me ji aliyê Dadgeha Cezaya Sulhê ve hat redkirin. Ji bo vê em ê serî li dadgeha jor bidin. Di îdianameyê de der barê bav, dayik û hevjîna gumanbar bi giştî 11 kesî de biryara neşopandinê hat dayîn. Bêyî ku lêkolîneke bi bandor bê kirin, biryar hat dayîn. Me der barê vê de jî serî li Dadgeriya Cezaya Sulh da. Em der barê vê de li bende bersivê ne. Der barê êrîşa 12’ê Gulanê ya li hember malbata Dedeogullari de, îdianameyek hat amadekirin. Di îfadeyên ku ji 7 muvekîlên min 5 heban daye de, hat îfadekirin êrîş bi hestên nîjadperestî pêk hatiye. Ev îfade di girtekan de jî heye. Di îfadeyan de hat gotin ku êrîşkaran gotiye ‘Em ulkucî ne, we ji vir radikin’ û êrîş kirine. Lê armanca wan ev e ku serê vê bigirin. Lê der barê de hemû delîl û belge ketin destên me. Me bi raya giştî re parve kir.  Em ê serlêdana sûc bikin.”   ‘Muvekîlên min gotin di êrîşê de 50-60 kes hebûn’   Abdurrahman her wiha bal kişand ser her du dosyayan û got lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û muvekîlên min gotibûn di êrîşa 12’ê Gulanê de 50-60 kes hebûne û wiha dirêjî dayê: “Wê şevê gazî kê kirine, kî hatine wir, der barê vê de xebatek cidî nehatiye kirin. Me xwest ev bên lêkolînkirin. Der barê êrîşa 12’ê Gulanê de der barê 6 kesî de ji ‘teşebusa kuştinê’ û ‘tehdîd’ îdianame hatiye amadekirin.  Bêguman sûcên ‘binpêkirina destnedana avahiyê’, ‘tehdîd’ heye. Di pêvajoya darizandinê de em ê parastinên di vî alî de bikin. Komeke me ya parastinê ya ji parêzeran pêk tê ya 30 kesî heye. Hemû kesên li dijî nîjadperestiyê ne divê li dijî vê bi hev re rawestin.”