‘Li ser hemû beşên civakî tecrîd heye' 2021-10-27 09:03:51   STENBOL - Jinan tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin û diyar kirin ku tecrîd li ser hemû civakê pêk tê û gotin: "Divê em di nokteya hevpar de bên gel hev. "    Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe, 7 meh in tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên parêzeran yên ji bo hevdîtinê ne erênî ne jî neyînî nayê bersivandin. Tecrîda li Îmraliyê bêguman li ser civakê bi bandor e. Gelê Kurd jî bi pêşengiya jinan pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ dan destpêkirin û li her derê azadiya Abdullah Ocalan dixwazin.   ‘Divê em li nokteya hevpar bên gel hev’   Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zelîle Gokçe destnîşan kir ku ji bo nehêlin Abdullah Ocalan bi civakê re bikeve têkiliyê tecrîd tê girankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tecrîd ne nû ye. Desthilatdariyên tên vê pêvajoyê berdewam dikin. Ger tecrîd bê rakirin, dizanin ku hemû cîhan wê dengê ji girtîgehê tê bibihîzin. Divê em dest bidin hev û tiştên tên jiyîn ji cîhanê re vebêjin. Jiyan veguhertin tecrîda vekirî. Em nikarin daxuyaniya çapemeniyê jî bidin. Em nikarin xebatên xwe bimeşînin, hevserok, hevşaredarên me girtîne. Em di civakê de wek ‘terorîst’ tên binavkirin. Hemû kesên cuda difikirin tên tecrîdkirin. Ji bo şikandina tecrîdê divê em xwe rêxistin bikin, xurt bikin, di nokteyek hevpar de bên gel hev.”   ‘Ew şer dixwazin em aştiyê’   Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Hulya Duman jî der barê tecrîdê de nêrînê xwe wiha bi lêv kir: “Tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan, li ser hemû kurdan pêk tê. Bi vê rêbazê dixwazin kurdan tune bikin. Her roj binçavkirin û zext tên jiyî. Ciwan, jin tên revandin, tacîzkirin. Ez şermezar dikim vê rewşê. Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser gelê kurd jî tê meşandin. Bi salane ev tecrîd didome. Ew şer dixwazin em aştiyê. Wan tu car aştî nexwest. Em dixwazin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, ya li girtîgehan bidawî be. Divê hemû dayik dengên xwe bilind bikin. Bi çend dayikan ev pirsgirêk çareser nabe. Divê em li dijî vê hovîtiya dewletê dengê xwe bilind bikin. An jî wê ew tu car nesekinin.”   ‘Dewlet ji ber ditirse tecrîdê dike’   Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Arîfe Yalvaç jî balkişand ser rola Abdullah Ocalan û got mifteya aştiyê destê Abdullah Ocalan de ye, divê ji ber vê tecrîd bê rakirin, ger ku neyê rakirin wê aştî jî pêk neyê. Arîfeyê wiha dawî lê anî: “Bila şer û mirin rawestin. Em aştiyê dixwazin. Bila tecrîda li ser dayikan jî rabe. Li ser hemû gelê me zext û tecrîd tê meşandin. Dema em diaxivin, an dikujin, an direvînin yan jî digirin. Bila vê tecrîdê rakin, dilê dayikan rehet bike. Me bikujin jî em ê heta dawî têkoşînê bidomînin. Em dizain ku sedema tecrîdê tirsa dewletê ye. Em dixwazin tecrîd rabe, aştî pêk bê. Ji bo vê bila hemû dayik rabin ser piyan.”